Farûk SAKIK
Faşîzma AKP/MHPê hat radeyeke wisa ku êdî pêşî lê nedihat girtin. Faşîzma ku bi taybetî dixwest li her devera dewletê xwe bicih bike.
Civak hat bêdengkirin û partiyên siyasî yên mûxalefetê, li dijî vê faşîzmê gavek nediavêtin. HDP, sala 2012an hatibû damezirandin.
Ji wê demê heta roja me ya îro, 3 salên mûzekereyan û pêvajoya aştiyê û 5 sal jî li Tirkiyê şer hebû. Di vî şerîde herî zêde erîşî HDPê kirin.
Ji HDP’ê gelek kes hatin zîndanîkirin, şaredariyên wan hatin desteserkirin. Bajarên Kurdan roxandin û gel neçarî koçberiyê kirin.
Di demeke wisa de HDP ji bo vê bêdengiyê bişkîne, erk û mîsyona partiyên mûxalefetê bigire ser xwe, ket nava hewldanê.
Dixwest ji pozîsyona parastinê derkeve û derbasî asta roxandina faşîzmê bibe. Ji bo roxandina vê faşîzmê li rê û rêbazekê digeriyan. Li dû eniyeke demokratîk bû û dixwest her kes û her alî di vê eniyê de cih bigire.
Berî ku herin kongreya xwe ya 23ê Sibatê, bi tevayiya sazî, partî, komele, pêşengên ol û baweriyan, bi çepgir, lîberal û mûhafezekaran re hevdîtin kirin. Panel, konferans, komcivîn hatin lidarxistin.
HDP dixwaze stratejiya xwe ya di hilbijartinên 31 Adarê û 23ê Hezîranê de bidomîne. Ji vê stratejiyê encam girtibû û derbeke mezin li Faşîzma AKPê xistibû. Sedemeke erîşkariya li dijî HDPê ev bû.
Dîsa li aliyekî bi hêzên Tirkiyê yên demokrat re hevdîtinên wan hebûn, li aliyê din jî bi tevger û partiyên Kurdan re hevdîtin dikirin, eniyên yekîtiyê ava dikirin.
HDP berî ku here kongreya xwe, civînek li dar xist û nexşerêyek destnîşan kir. Di vê nexşerêyê de ev mijar hatibûn tesbîtkirin.
– Faşîzma AKPê di nava civakê de cudekariyeke mezin afirandiye. HDP ev yek dît û dîsa dît ku pan-jehriya vê yekê jî, avakirina civakeke ekolojîk, azadîxwaz, wekhev û demokratîk e.
– Di faşîzma AKPê de, li ser jinê siyaseta qirkirinê hebû. Destdirêjî, hukumkirin û dijwarî roj bi roj zêde dibû. HDPê xwest berxwedana şoreşa jinên Rojava ku li cîhanê êdî deng vedaye, emsal girt û xwest li Tirkiyê jî vê yekê pêk bîne.
– Di desthjilatdariya AKPê ya 20 salan de, aboriya Tirkiyê serûbin bû. Krîzeke mezin hebû. Çavkaniyên aboriyê hemû bi kesên nêzî Erdoganin re par ve kiribû û li aliyê din jî civakeke belengaz afirandibû. Parçeyek bûtçeya welêt a mezin, di şerê qirkirina Kurdan de xerc dikir. Di nava civakê de bêhêvîtî û bêkarî roj bi roj zêde dibûn. HDP alternatîfa vê yekê qadên hilbijartinên heremî xistibû hedefa xwe.
– Rêveberiya navendî êdî li Tirkiyê xitimye, bûye hişkegrêk. Rêveberiya AKPê nedibû bersiva çareserkirina pirsgirêkan. HDPê dixwest bi rêveberiyên heremî yên azadîxwaz, wekhevî û bi tevlîbûna tevayiya rengên demokrasiyê bihêz bike.
-Dîsa HDPê sedemeke herî bi bandor a di pirsgirêkan de jî Tecrîda Îmraliyê ya li dijî Rêber Apo didît û dixwest di destpêkê de, li dijî tecrîdê têkoşîneke bênavber û bêdem were destpêkirin.
HDP bi van şîaran û bi hêviyên mezin kongreya xwe ya çaran pêk anî.






