Zekî Bedran
Erdogan ber bi dawiya rê ve tê. Di nivîsên berî niha de jî me diyar kiribû ku Erdogan ji 7ê Hezîrana 2015an ve hilbijartin winda kirine, lê bi komplo, şer û qeyranên afirandîn dest daniye ser desthilatdariyê. Diviya heta niha Erdogan çûbûya. Sedema ku hê desthilatdar e, ew e ku di serî de CHP, hêzên din yên mûxalefetê rola xwe nalîzîn û alternatîfeke ku baweriyê bidinn, dernaxin. Sedema din jî ew e ku bi taybetî Pûtîn û Trump xwe digihînin hawara wî û li ser piyan digirin. Ka armanca Erdogan çi ye, derketiye û maskeya wî ketiye. Derbarê Fethullahiyan de digot, em hatin xapandin. Lê yê xwestî rayagiştî ya hundir û derve bixapîne, yê gotî ezê pirsgirêka Kurdan çareser bikim, reforman bikim û emê bikevin YE, ew bixwe bû.
Erdogan dixwaze bi rêbaza Srî Langa, Plana Islahata Şerqê pêk bîne. Xwe nîşan da ku di dijmintiya Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê de serkêşiyê dike û sînoran nas nake. Li kû bi navê Kurdan hewldanek, xebatek hebe êrîşî wan kiriye. Sedema ku Sûriye kiriye dojeheke bixwîn, ji bo ku hebûna Kurdan û destkeftiyên wan ji holê rake. Di dema referandûmê de di serî de Başûrê Kurdistanê, wisa kir ku bi tevgerên mezin û êrîşan beşeke girîng ya Kurdistanê ji destê Kurdan derkeve. Bi lihevkirina bi Rûsan re, li Efrînê bi hezaran mirov kuştin û qirkirina neteweyî kir. Bi lihevkirina Emerîka re jî Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kirin. Ji bo tinekirina destkeftiyên din jî di nava kêferatê de ye. Li herêmên vegirtîn ji Sunniyan, bi taybetî ji DAIŞ û El Nusra, bi hezaran hêzên çekdar çêkirin, di nava erdê Sûriyê de artêşeke cuda çêkir û dixwaze bi wî awayî rêveberiya Esed biguherîne. Li herêmên weke Efrîn û Cerablûs jî ji bo ku bi ser welatê xwe ve bike, rêveberiyan ava dike û zemîn amade dike.
Bi lihevkirina bi Rûsya û Îranê re wek berdevkê El Nusra û komên din xwe nîşan da. Li Idlibê soza dayî Rûsya pêk neanî. Tersê wê Nusra xurttir kir. Çek û pêwîstiyên din danê. Ji bo xistina helîkopterên Sûriyê fûzeyan dide wan. Bixwe jî hêzên mezin yên leşkerî dixe hundirê Sûriyê û gefan lê dixwe. Û jê dixwaze ji erdê xwe vekişe. Li milekî ku her kes dibêje bila şerê çekdarî raweste, riyên siyasî bên ceribandin, Tirkiye li aliyekî êrîşî Kurdan, li aliyê din jî êrîşî rejimê dike.
Digel van, weke din xwest Libya vegire. Çawa ku tê zanîn Libya parçe parçe ye û ji kuştina Qedafî ve nikare yekîtiya xwe çêke. Tirkiye li Libya dibe aliyekî şerê navxweyî û Ixwaniyan, ango rêveberiya Serac li ser piyan bihêle. Dixwaz bi vî awayî ji petrolê parê bistîne. Li şûna ku yekîtiya Libya û pirsgirêkên wê bi riyên siyasî çareser bike, ji Sûriyê bi hezaran çeteyên bipere dişîne wir.
Ji penaberên Sûriyê hem ji xwe re şervanan kom dike, hem li hemberî Ewropa wek sileh bi şantajî bi kar tîne. S-400 yên Rûsan dixe nava sîstema NATO. Niha jî li Idlibê ku li hemberî Rûsan ket tengayiyê, çû ber devê deriyê Ewropa û Emerîka û ji wan Patriotan dixwaze. Ji ber ku li Tirkiyê çapemeniyeke azad, mûxalefeteke bibandor û parlamentoyeke bibandor nînin, Erdogan çawa dilê wî dixwaze Tirkiyê dide bayê. Çavkaniyên wê belav dike û dixe nava xetereke mezin.
Erdogan li hemberî rexneyên mûxalefeteke pir lewaz jî xwe ranagiye. Dibêje; eger em Sûriyê dagîr nekin, li her derê dijminiya Kurdan nekin, em tevlî şerê Libya nebin wê ev şer bikeve nava Tirkiye. Dibêje, bi çarparçekirina Kurdistanê me sedsal derbas kirin, niha jî bi tasfiyeya Kurdan, bi tinekirina destkeftiyên wan emê sed salên din rihet bin. Bi kurt û cewher rihetiya xwe bi tinekirina Kurdan ve girê dide. Ku ev jî hişmendiya faşîstên Ittîhatiyan e. Bedelê vê polîtîka û hişmendiyê vedişêre.
Li Tirkiyê dolar bi ser 6 lîreyî ket. Enflasyon bilind dibe. Bêkarî pir dibe. Aborî di nava qeyraneke kûr de ye. Sîstema siyasî roxiyaye. Saziyên dedweriyê qediyane. Sîstema serokkomariyê ya afirandî û diparêze weke tişteke xerîb li wê navê ye. Li hemberî mûxalefetê qaşo parastina vê sîstemê kir. Niha jî bê MHPê nikare yek gavê biavêje. Avakirina koalisyoneke piştî hilbijartinê li aliyekî, niha bê koalisyon nikare biçe hilbijartinê jî. Hêzên bi wan re itîfaq kirî, MHP ya faşîst û Ergenekon in. Hêzeke din ku pê re itîfaqê bike nemaye. Çavkaniyên wî tev hişk bûne. Bi pêşengiya A. Davutoglu û A. Babacan, yên ji AKPê cuda bûyîn partiyan ava dikin. Bi navê AKPê partiyek nemaye. Partiya Erdogan heye. Erdogan biçe wê AKP biqede. Dema em cewherê geşedanan û pêvajoyê bêjin, wê bê dîtin ku partiya wî ber bi tinebûnê ve diçe û tişteke bide gel êdî nemaye.
Erdogan li hundir bi parçekirin û dijminkirina civakê, li derve jî bi dagîrkerî û dijmintiyê temenê xwe dirêj dike. Çapemenî jî ku di ti deman de evqas rezîl nebûye, ew jî êdî nikare wî biparêze. Çapemeniyê baweriya bi xwe bi tevayî winda kiriye. Tişta ku Erdogan li ser piyan dihêle artêşa Tirkiyê ya ji aliyê NATO ve hatî birêxistinkirin û tecrûbeya dewletê ne. Bê piştgiriya derve Erdogan nikare nefesê jî bistîne. Bê Rûsya û Emerîka nikare li Sûriyê bimîne. Heman tişt ji bo nava Tirkiyê jî derbas dibe. Ji ber van sedeman ji bo ku Kurd û gelên herêmê ji vê belayê, ji vê dagîrkeriyê rizgar bibin, divê yekîtî û têkoşînê xurt bikin. Erdogan her roj li hemberî mûxalifan, Kurdan û rewşenbîran derbe û komployan dike. Ketiye tirsa windakirina desthilatdariyê. Lê çi dike bila bike, hinekî li paş bixe jî divê em bizanin wê biçe.






