Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

EREBNO BIBIN YEK

26/02/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
HINEK DÎKILÊN WILO HÊNA KU…
Share on FacebookShare on Twitter

QASIM ENGÎN

Dengê Şefê faşîst Erdoxan li dijî Sûriyê her ku diçe bilindtir dibe û êdî gotinên ku em Sûriyeka yekperçeyî diparêzên ka çendî derew in diyar dib û amadekariya erîşa ser tevayiya axa Sûriye hêna hişktir tê bilêvkirin.

Pêwîst e were zanîn; dema Cîlwekariya Erdoxan bi yekî re dikeve tengaviyê hema weke bavên xwe yê Osmanî yekî din ji xwe re peyda dike û îcar cîlwekariya xwe bi yê nû re dimeşîne. Diyalektîka ku Tirkên Osmanî tam 200 salan xwe li ser piyan digirin bi vî awayî bi rê ve diçe. Ruxme ku Dewleta Osmanî di komayê de ber bi mirinê ve diçû, geh Îngîlîzan, geh Fransiyan, geh Almanan û geh jî Rûsan bi tenefûsa sunî li ser piyan digirtin. Lê ji bo ku ser piyan bimînin pêwîst bû ku Dewleta Osmanî xwe ji bo wan bifiroşe. Ka çawa û bi kîjan rêbazî Osmanî xwe difiroşin herkesî  dîrok bi vekirî dinîvîse. Heman tişt ango cîlwekariya Îttîhat-î Terakkiyan bi Kayzerê Alman re meşandin. Mustafa Kemal Ataturk jî bi şêweyeke din geh xwe ji bo Sovyetan geh jî ji bo hêzên Rojavayî dabû xebitandin. Û yê pê wan jî herkes dizane.

Lê niha Erdoxan di mijara cîlwekariyê de hemûyan li pey xwe dihêle û ji bo ku bikare xwe bigihîne armanca xwe her rêbaza xwefirotinê bi kar tîne. Demeke dirêj partnerê Erdoxan Putîn bû, niha careke din çerxkirinek ber bi DYE û NATO ve di dewrê de ye.

Pêwîst e herkes bizane ku çanda Osmaniyan ya herî kêm 200 salên dawî li ser vê mînvalê bi rê ve diçe. Yek; ji bo ku li ser piyan bimîne kîjan hêz teklîfa mezin dike ji wê re dikeve cîlwekariyê û yên berê diterîkîne, lê riyên ji bo yên din tevan nagire. Lewre cîlwekarî vê dixwaze. Lê hosteyê vî şixûlî kesê bi navê Erdoxan e, ku pê re hîç pîvanên exleqî nînin. Ya duyem jî, ji bo ku Kurdan tasfiye bikin ji herkesî re hem xwe hem jî tevayiya nirxên Tirkiye pêşkeş dike û di firoşe. Di dema xwe de ev ji bo Ermen, Suryan, Yewnan û Ereban kiribûn.

Weke ku dîrok dibêje; Cemiyeta Îttîhad û Terakî ji bo ku bikare wan komkujiyan pêk bîne di nava xwe de dabeşkirineke wan jî hebû. Talat Ermenî, Enver Kurd û Cemal Paşa jî Ereb di komkujiyan re derbas kirin.

Niha tevna dîrokî careke din ji cîlwekarên Osmanî re rê vedike ku, Ereban di qirkirinêkê de derbas bikin. Ewqas îlana şer li dijî Sûriyê ji bo wê ye. ”Emê şevekê ji nişka ve werin” wateya wê ev e. Heta niha li kêlekê Rûsan li dijî Kurdan erîş anîn, niha jî li keleka DYA û NATO yê wê erîşê  Sûriyê bikin. Û ev erîş ka wê li kû bisekine bersiva wê dîrok dide. Wê li Kahîre, Baxda, Trablûs, Cezayîr yan jî li cihêkê din bisekine, ne zelal e. Lê ya zelal ew e ku, tam berî sed salî şoreşgerên Ereb ji bo ku gelê Ereb li hemberî Osmaniyan derkeve wiha bang dikirin:

“…Ev kesên ku dijminatiya te û zimanê te dikin, ji welatê xwe paqij bike. Erebên Misilman û Xirîstiyan, li dijî dijminê xwe bibin yek, qet nebêjin ev Erebê Misilman e, ev Erebê Xirîstiyan e. Hûn hemû girêdayî Xwedayekî ne û ol, ola Xwedê ye. Ji ber vê bibin yek…

Ey Erebên Misilman, eger hûn bifikirin ku ev îdareya zalim îdareyeke Îslamî ye, hûnê şaşîtiyeke mezin bikin. Lewre di pirtûka Xwedê de dibêje, ‘zalim, kafir bixwe ne’.”

Di wê manê de Erebno li dijî Osmaniyên Nû bibin yek û rabin ser piyan!

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.