Idrîs Henan
Hêzên rejîma Sûriyê di navbera herdu mehên Nîsan û Tebaxa derbasbûyî de beşek mezin ji gundewarên başûrê Idlibê û bakur-rojavayê Helebê xistin bin serweriya xwe. Nîva Cotmeha derbasbûyî jî li aliyên gundewarên Idlib û Helebê hemleyek leşkerî bi piştgiriya Rûsya û Îranê dest pê kir. Di encamê de bi sedan gund, gundik, navçe û bajarên ku bi salane di bin serweriya komên îslam radîkal û çeteyên DAIŞ û Elnusra de ne, ketin bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê.
Serokê rejîma Tirkiyê Erdogan pêşketina hêzên rejîma Sûriyê weke gefa li ser ˈewlehiya neteweyî ya Tirkiyêˈ pênase kir. Ji lew re jî gefûgur li rejîma Sûriyê xwarin û heya dawiya vê mehê “Sibatê” dem da hêzên rejîmê ku paş ve vekişin!.
Parelelî çavsoriya Erdogan, artêşa Tirkiyê bi jimarek mezin ji leşker û alavên leşkerî û teknîka pêşketî, li Idlib û gundewarên Helebê xwe bi cih dikir. Rayedarên Tirkiyê jî 24 saetan di nava têkîliya bi Amerîka û Rûsyayê re ne. Erdogan digot: “Ger hêzên rejîmê paş ve nekişin, wê tu maneya Sûtçî û Astana nemîne. Li her dera Sûriyê, wê artêşa rejîmê bibe hedefa me”!.
Li gorî pratîka li ser erdê, diyare gotin û gefên Erdogan tenê di asta axaftinê de ne. Ji bo ku civaka hindirîn bêdeng bike, têkçûnên xwe binixumîne ˈtaybet piştî kuştina leşkerên Tirk li Idlibêˈ û komên çete iqna bike, qirecira Erdogan e. Her kes dizane ku tişta li gundewarên Idlib û Helebê rû dide, pêkanîna xalên lihevkirinên Astana û Sûtçî ne.
Bêguman sînordarkirina rola Tirkiyê di aloziya Sûriyê de, wê destê Erdogan di çareseriya siyasî de jî kin bike. Erdogan ne li benda helwesta hempîşeyê xwe Pûtîn bû ku guh nede bangewaziyên wî yên sekinandina şer. Helwesta Pûtîn di heman demê de prestîja Erdogan li herêm, cîhan, hindir û li pêşberî çeteyên wî têk bir. Ji bo çareseriyeke muhtemel jî tu giraniyek wî nema.
Rayedarên payebilind ên Rûsyayê gelek caran ji raya giştî re eşkere kirin ku; tişta li Idlib û Helebê dibe, di çarçoveya lihevkirinên Astana û Sûtçî de ne. Lê Tirkiyê erkên xwe ên lihevkirinan pêk neaniye.
Xuyaye rewşa aloziya li Sûriyê vegeriye xala sifrê ya beriya neh salan. Lê îro naşibe duh. Êdî wekîlên aliyan jî qediyan. Ji lew re me dît ku li Idlibê hêzên rejîma Sûriyê û artêşa Tirkiyê hatin rûbirûyî hev û leşkerên Tirk hatin kuştin. Lê ji ber ku Erdogan her li ser werîsên wendabûn û xeyalên osmancîtiyê dilîst, rûpîvana stratejîk a minewreyê jî, li ser xaka Sûriyê ji dest dide. Ji ber vê rewşa aloz û teng a ku dîktator Erdogan xwe xistiyê, îhtîmal heye ku şerekî din li Sûriyê peyda bike ku Rûsyayê mecbûrî agirbest an jî lihevkirinekê ku ava rûyê wî biparêze.
Eşkere ye destwerdana faşîzma Tirk ji axa Sûriyê re, li dijî hemû lihevkirin û qanûnên navneteweyî ye. Li Sûriyê û Lîbyayê şeran dixuliqîne û bêsînor ˈmadî û manewîˈ piştgiriya komên çete dike. Li her derê terorê zindî dike û cilên xwe yên neteweyî li çeteyan dike. Heya ku Erdogan dest ji çilekiyên xwe yên neo-osmanî bernede, wê di nav lingên Fîlê Amrîkî û Hirçê Rûsî de here û were.






