Medeni FERHO
Şerê cîhanê yê sêyemîn, her diçe dijwar dibe, fereh dibe û weke her şerî qirêj dibe.
Şerê yekemîn û duyemîn yên cîhanê jî, dijwar bûn, fereh bûn û qirêj bû.
Di şerê yekemîn yê cîhanê de, Îttîhadiyên dewşirme “dest-î hukum” bûn, xwestin bibin “dest-î erd” û gelên li herêmê qir kirin, Di şerê duyemîn yê cîhanê de, Îttîhadî “hukum-dest” û “hukum erd” bûn û bi faşîzmê re havkar bûn. Di şerê cîhanê yê sêyemîn de, bermayiyên Îttîhadiyên dewşirme, “hukm-î dest” û “hukm-î erd in”.
Di şerê yekemîn yê cîhanê de, Ittîhadiyên dewşîrme, gel qir kirin û li ser erdê wan rûniştin, bi qanûnên “metrûk”, bi dadgehên “şanogerî” hem mal û milkên wan, hem zarokên xeyrî misilman desteser kirin. Îttîhadiyên dewşirme, ji serdema Osmaniyan, talangeriya “sêva sor” girtin û îro jî dikin pratîkê. Hişmendiya “sêva sor”, şerê qirêj bêhtir qirêj dike, êş û azarê zêdetir dike.
Piştî şoreşa endustrî, ku bû destpêka netewetiyê û şerê neteweyî dane destpêkirin, şerê 1mîn yê cîhanê derxistin, di encamê de dewlet-netewe ava kirin. Hingî jî bayê Îttîhadiyên dewşirme rabû û kîna li hemberî gelan dêran.
Şoreşa endustrî, rastmaliya cîhanê, weke “bergîl”ê bitir, rabû ser her du lingên paş û bi qasî Firewnê ku xwest Mûsa û gelê Cihû bike kole-çaker bik, kete nava cehdê; vê jî sergerdeyên weke Hîtler û Mussolînî dexistin holê.
Hîtler, sergerdeyê kolanên Vien bû, Mussolînî qaçaxê eskeriyê bû. Piştre her du sergerde, ûnîformeyên leşkerî li xwe kirin û wek qirdikê rastmaliya cîhanê, bi nava serûguhên mirovahiyê ketin.
Hîtler, cîhan weke male nifşê “arî dît”, Musaalînî jî, wek Roma, Derya Spî weke “mare nostrum-derya me” didît.
Balkêş e, Reîs Erdogan jî sergerdeyê Kasimpaşa ye. Piştî Saddam û El Başîr, wek dîktatorê li Rojhilata Navîn kete nava “cehdeke” mezin. Reîs Erdogan, bi eslê xwe rum e, ji aliyê dayikê ve gurcu ye, bi gotina Suryaniyan “misilmênî” ye, bi gotina Kurdan “bav file”ye. Lewma ji her misilmanî tûjtir e û wek serçeteyên DAÎŞê jî tê binavkirin. Dibêje, Rojhilata Navîn “bîzîm topraklar-milkê me”, Derya Spî “bîzîm denîz-derya me” ye.
Di vê serdema dijwar de, rayedarên dewletên cîhanê, baş ne baş tev, “şer” mahkum dikin, xwe wek parêzvanê mafên mirovan, aştî û demokrasî bi nav dikin. Erdogan jî, di şerê li Idlibê de, got, “Rejîma Suriye dixwaze Idlibê dagîr bike.” Balkêş e!..
Li cîhanê yek lîderê cîhanê, ji bo rawestandina şer têkoşînê nake. Rusya, dewletên Yekîtiya Ewropa jî di nav de, gotinên gurover dibêjin û dagîrkeriya “sêva sor” û dewşirmeyan destek dikin. Şerê li Rojhilata Navîn, hêdî hêdî belavî Derya Spî û Efrîka dibe. Balkêş e!..
Tenê Birêz Abdullah Ocalan, aştiya li Rojhilata Navîn, pêwistiya demokrasî û nexşeriya çareseriyê pêşkêş kirine. KODARê jî, di heman çarçovê de, li Îranê nexşeriya çareseriya pêşkêş kir. Eger li Tirkiye û Îranê, li Suriye û Iraqê, pirsgirêka Kurd were çareserkirin, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û gelên li herêmê tev çareser dibin, deriyê demokrasî tê vekirin.
Êdî çeteyên ku bûne metirsiya cîhanê jî, li holê namînin.
Haaa, ji bo vê jî, divê cîhana global û hêzên ku serkêşiya modernîteya kapitalist dikin, bi dilsozî hereket bikin. Di şerê yekemîn yê cîhanê de bi qasî 40 milyonî mirov hatin kuştin, nîvê cîhanê wêran bû. Di sed salî de, êş û azar bi dawî nebû û cîhana wêrankirî nehat avakirin.
Di şerê duyemîn yê cîhanê de, di navbera 40-50 milyon mirovî de hatein kuştin, şerma mirovahiyê firinên tinekirinê hatin avakirin, Ewropa wêran bû. Hîna jî, êş û azara wî şerî dewam dike û wêraniya cîhanê nehatiyee avakirin.
Di her du şeran de jî, demokrasî û edalet hatin kuştin.
Lewma Birêz Ocalan behsa demokrasiya “rasteqîn” dike.
Demokrasiya rasteqîn, tê wateya ku hêzên hukumran demokrasî li holê nehiştine, demokrasî jî wek gelan parçe kirine. Lewma pêdivî bi demokrasiya rast heye. Ev jî, b i siyaseta demokratîk, bi siyaseta demokratîk û destûrnnameya demokratîk dikare pêk were. Hingî, dest-î hukum jî, dest-î erd jî namîne, wê di çarçoveya konfederalîzmê de, xwerêveberiya herêmî bikeve pratîkê û pirgsirêk werin çareserkirin.






