Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ˈNe Tenê 15 Sibatê, Hemû Roj Reş Inˈ

19/02/2020
in ROJEV
A A
ˈNe Tenê 15 Sibatê, Hemû Roj Reş Inˈ
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Jinên Efrînê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku, Rêber APO misogeriya azadiya jinê ye. Jinan destnîşan kir ku, bi saya berxwedana Rêber APO ya li Îmraliyê plan û azweriyên komplogeran hemû têk çûne û  teqez kirin ku wê têkoşîna jinan a azadkirina Rêber APO bê navber dewam bike.

Rêber APO Roniya Jiyana Azad E

Kifyet Osman derbarê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO de ji rojnameya Ronahî re wiha got: “Rêber APO ji bo jinê, roniya jiyana azad e. Ji bo azadkirina Rêber APO wê jin her di nava têkoşînê de bin. Bi dîlgirtina Rêber APO re erk û misyonên jinê zêdetir bûn. Hem têkoşîna li dijî kolekirina jinê û hem jî li dijî hişmendiya serdest a zilamperest li ber xwe dide. Jin heya dawiyê wê girêdayî azadiya Rêberê xwe bin, ku bê wî azadiya jinê jî nabe”.

Jin Ji Bo Rêberê Xwe Li Qadan In

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Qedriye Mustefa roja reş a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku bi saya têkoşîna Rêber APO ya li Îmraliyê komplo vala derketiye û ev tişt anî ziman: “Îro jin ji bo azadiya rêberê xwe li qadan di nava çalakiyan de ne. Em ti carî rê nadin komplogeran ku planên xwe bibin serî. Bi saya berxwedana Rêber APO ya li Îmraliyê û têkoşîna bi pêşengiya jinê, planên komplogeran hemû badilhewa çûne”.

Qedriya Mustefa di dawiya axaftina xwe de îşaret bi derfetên ku Rêber APO ji jinê re vekirine kir û wiha got: “Yek ji xalên bingehî yên ramanên Rêber APO azadiya jinê ye. Ji bo têkoşîna li hemberî zilm û koledariyê, ev derfetet dîrokî ye. Jina ku bi hezaran sal in koletiyê ji zilamê desthilatdar re dike, bi saya ramanên Rêber APO, îro pêşenga têkoşîna azadiyê ye”.

Azadiya Rêber APO Peywira Jina Pêşeng E

Dayîka Ş. Baran Selwa Ehmed Şêxo jî ji Rojnameya me re axivî û komploya li dijî Rêber APO bi tundî şermezar kir û got, “Meha Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke tarî û reş e. Di vê mehê de sazûmankarê azadî û serxwebûna gelan Rêber APO bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin. Ev roj wê her çanek li rûyê mirovahiya bêbext bimîne”.

Dayîka Selwa derbarê berxwedana Rêber APO de jî ev tişt anî ziman: “Rêber APO ji rojên destpêkê ve îradeya xwe teslîmî ti aliyan nekir. Tenê pişta xwe dabû gelê xwe û çiyayên Kurdistanê. Îro jî li Îmraliyê, piştî 21 salan li ser helwesta xwe ye. Tevî hewldanên komplogeran ku vîna wî teslîm bigirin, lê berxwedana Rêber APO hewldanên wan hemû têk birin. Ji ber wê her berê wan li deriyê Rêber APO ye ka çawa xwe ji kaos û qeyranan xilas bikin”.

Dayîka Selwa di dawiyê de bang li jinan tevan kir ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber APO bilindtir bikin û planên dagîrkeran têk bibin. Azadiya Rêber APO peywira bi kok a jina pêşeng e.

Bi Saya Rêber APO Têkoşîn Geştir Bûye

Endama Komîteya Perwerdê ya Kevana Zêrîn li Şehbayê Şêrîn Reşîd jî 21 saliya komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan wek roja tinekirina gelê Kurd pênase kir û wiha got: “Di esas de ne tenê roja 15 Sibatê roja reş e, lê zêdetirî 21 salan e roja me reş bûye. Komplogeran wisa hesab dikir ku wê bi dîlgirtina Rêber APO careke din têkoşîna Kurdan têk biçe. Lê nedizanîn ku ramanên Rêber APO di nava civakê de şax dane û êdî rehên azadiyê ziwa nabin”.

Şêrîn Reşîd tekez kir ku sekna gelê Kurd û dostên wî yên azadîhez ne tenê roja 15 Sibatê ye, lê belê heya ku Rêber APO dîl hatibe girtin, wê çalakî ranewestin. Şêrîn Reşîd wiha bi dawî kir: “Dewletên ku tiliya wan di dîlgirtina rêberê me de hebû, îro jî bi rûyekî din heman komployê li dijî vîna gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê dewam dikin. Bi hedefgirtina kesayeta Rêber APO re, xwestin çarenûsa têkoşîna Kurdan mehkûmî binkeftin û tunebûnê bikin. Lê berxwedana Rêber APO û felsefeya ku afirandiye, rê li ber hemû azweriyên komplogeran girt û têkoşîna Kurdan geştir bûye”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.