Zekî Bedran
Li Sûriyê pirsgirêk bi taybetî ji ber tevgerên dewleta Tirk, ji çarçoveya şerê çekdarî dernakeve. Welat heta tu bêjî roxiyaye, windayiyên canî pir çêbûne. Tê gotin, divê piştî niha pirsgirêk bi hevdîtinên siyasî çareser bibin. Lê Tirkiye li pêşiya çareseriyê asteng e. Di ser de êrîşî herêmên weke Efrîn û Bakurê Sûriyê ewle û demokratîk dike, dagîr dike û qirkirina neteweyî dike. Bi sedhezaran mirovan tevlî karwanê nû yê koçberan dike.
Piştî ku pirsgirêk bi destê çeteyan çareser nebû, niha Tirkiye bixwe daketiye qada şer. Ku Idlib pirsgirêk e û wê neyê rojevê ne rewşeke nediyar bû. Tirkiye û Rûsya li hev hatibûn û çeteyên weke El-Nusra li wir kom kiribûn. Hêzên mezin yên weke Emerîka, Rûsya û Ewropa El-Nusra xistibûn lîsteya terorê. Di dawiyê de Tirkiye jî neçar ma ku wan terorîst qebûl bike. Li gorî sozên dayîn Rûsya, diviya bisînor bikiran, heta bêçek bikiran. Yê li ser navê El-Nusra agirbest kirî, nûnertiya wê kirî Erdogan bû. Niha hatin dawiya rê. Ji ber ku Tirkiyê soza dayî pêk neaniye, Rûsya ji bo ku dawiyê li lîstikên wê bîne, dest bi operasyonê kir.
Turkiye, bi devê Erdogan her roj gefan li rêveberiya Sûriyê dixwe û ûlîmatoman dide. Dibêje, eger heta dawiya Sibatê ber bi pişta nuqteyên me yên çavdêriyê ve nekişin, emê bi darê zorê wan derxin û bênavber hêzên leşkerî û pêwîstiyên şer dişîne wir. Dixebite ku Sûriyê ji erdê wê derxe. Erdogan dibêje, heta ku em rejima Sûriyê neroxînin û terorîstan, ku niyeta wî Kurd in, tevan tine nekin xew li me heram be. Ev tam cenawerî ye. Qaşo ji bo ewlekariya Tirkiyê wê gel bên tinekirin, welatên din bên vegirtin û rêveberiyên wan bi darê zorê bên roxandin. Her kes dizane ku hem rêveberiya Şamê, hem Kurd, ne hêza wan heye, ne jî hedefa wan heye ku gefan li Tirkan bixwin û hebûna wan ji holê rakin.
Erdogan tengav bûye. Piştî ku li Idlibê riyên girîng ketin destê rêveberiya Şamê, komên çekdar, qismeke mezin ya hêza xwe ji dest dan. Komên ku Tirkiye dixwaze wan wek hêza mûxalif nîşan bide, lê ji bo xwe kirine leşkerên bipere, hem hêza xwe winda dikin, hem itibara xwe. Ev, di heman demê de tê wateya ku Tirkiye hêz û itibarê winda dike. Yên pişta xwe dayîn Tirkiyê wê bêjin, dev ji me berda. Eger ev hêz ji destê Tirkiyê derkevin, wê Tirkiye nikaribe bi leşkerên xwe vî şerî bidomîne û wê wek hêzeke dagîrker li navê bimîne. Tirkiyê êrîşî Kurdan kir. Li aliyekî piştgiriya Rûsya, li aliyekî ya Emerîka girt. Ji bo wê her tim bi dengê bilind û bi gef axivîn. Niha Tirkiye çiqas gefan bixwe jî nikare tengavbûna xwe veşêre. Bi awayekî eşkere ji Emerîka û NATO alîkariyê dixwaze. Dibêjin, daxuyaniyên piştgiriyê têrê nakin, alîkariyeke berbiçav bikin.
Heta niha di şerê li Sûriyê de ti kesî çekên parastina hewayê nedidan komên çekdar. Lê ji ber şerê li Idlibê ev qaîde xerab bû. Komên girêdayî Tirkiyê, piştî ku nikarîn şer bikin û her tim çeper winda kirin, Tirkiye hem bixwe ket nava şer, hem fûze dan çeteyên xwe. Du helîkopterên Sûriyê hatin xistin. Gumanên ti kesî nînin, ku yên fûze bi kar anîn, yan jî ya dayîn Tirkiye ye. Ka wê Rûsya vê rewşê çawa pêşwazî bike, bersiveke çawa bide nayê zanîn, lê bêguman wê danequrtîne. Rûsya, li milekî wisa dike ku rejim pêş ve biçe, li milekî jî naxwaze bi Tirkiyê re şerekî berfireh bê kirin. Gelek berjewendî ji Tirkiyê bi dest xistin. Li hemberî Efrînê gelek berjewendî bi dest xistin.
Emerîka û Ewropa naxwazin Rûsya li Sûriyê rehet be û rejim bibandor bibe. Ji bo wê di cî de daxuyaniyên ji bo piştgiriya Tirkiyê dan. Lê ev piştgirî hê li ber çavan xuya nake. Li dinyayê ji Erdogan re ku hevalbendê El-Nusra ye, piştgirî û heskirin nîne. Ji ber wê hêzên Rojavayî bi tedbîr nêzîk dibin û naxwazin tevlî şerê li Sûriyê bibin. Hêzên weke Emerîka, planên wan yên lewazkirin û tesfiyekirina Esed hene. Lê dixwazin bi ambargoya aborî, dorpêçkirina siyasî û hilbijartinê vê bikin.
Tê fêmkirin ku wê Rûsya deverên ketîn destê Sûriyê dev Tirkiyê ve bernede. Erdogan jî, heta ji destê wî bê wê xwe wisa nîşan bide ku li çeteyan xwedî derdikeve. Erdogan dixebite ku hêz û itibara ji dest dayî bi lihevkirineke nû ya bi Rûsya re, careke din bi dest bixe. Û di dawiyê de wê Kurdan bike hedefa xwe. Guman di vir de nînin. Lê Sûriye jî êdî ketiye pêvajoya windakirinê. Li aliyê din Erdogan di nava Tirkiyê de jî hêz û itibara xwe winda kir. Hêza wî ya çareserkirina pirsgirêkan nemaye. Dixebite ku bi rêveberiya yek-kesî, êrîşan, faşîzimê û krîzan li ser piyan bimîne. Şer û krîz rojevên Tirkiyê yên rastî ji ber çavan dibin. Erdogan wê ji bo vê serî li şer bide û nijadperestiyê derxe pêş. Çawa ku Hitler li Elmanya heman tişt kir.






