QASIM ENGÎN
Di dawiyê de çi Şefê faşîst Erdoxan û çi jî cewiyê wî yê nexweş Bahçelî tişta ku di kûrayiya dilê xwe de dihizirin bi lêv kirin.
Şefê faşîst Erdoxan bi gotinên xwe yên ku dibêje ”Artêşa Suriye pêwîst e hêza xwe ji Idlîbê bikeşîne,” tîne ziman ku dewleta Suriye ji wî re fişe ye. Bahçeliyê nexweş jî, bi gotinên xwe yên sosrettir; ”Bila Suriye bişewite, Idlib hilweşe û Esad bimire” hukmê xwe yê li ser Suriyê, Idlib û Esad diyar dike.
Ti gotinên me ji bo hinek hêzên navdewletî nînin, lewre yên dixwazin Suriye hilweşe ew hêz bixwe ne. Yên ku herî zêde ji bo Tirkiye Suriyê dagîr bike û hilweşîne jî careke din heman hêz in. Ji ber wê tişta ku ji bo wan hêzan were gotin nîne. Çimkî wan bîryara xwe di ji zû ve daye. Û ev biryara wan çi ye û çawa ye me li Lîbya dît. Lê çend gotinên me ji bo Suriyê hene.
Eger Suriye naxwaze perçekirî lê yekgirtî bimîne, wê demê pêwîstî heye ku êdî xwe di milê zîhnî ango di bîrewerî de biguherîne. Çendî di nava Suriyê de nakokî hebin Şefê faşîst Erdoxan û aqilmendê wan DYA bi nûnerê xwe James Jeffry û pê re jî werin dikarin zûtir Suriyê perçe bikin.
Pêwîst e neyê jibîrkirin ku Şefê faşîst Erdoxan hevserokê BOP’ê ye, ango hevserokê Proja mezin ya Rojhilata Naverast e. Bi gotinên vekirîtir, hevkarê DYA û sîxûrê wan e. Erdoxan projeyeke wan e. Ji ber wê jî DYA-serokên wan werin guhertin jî- siyaseta wan li ser Suriyê nayê guhertin. Siyaseta wan jî ew e ku ji nû ve Rojhilata Naverast dizayn bikin. Dizayna wan jî di esasê xwe de ew e ku, ji bo ku bikarin wan bi rê ve bibin, parçe kirine.
Bila were bîra me ku, di Şerê Cîhanê yê Parevekirinê yê Yekemîn de derveyî Tirkiye û Îranê, 22 dewletên Ereban bi cetvelan hatibûn xîzkirin. Kurd, Ermen, Sûryan-Keldan-Asur tine hatin hesibandin. Û heta di qirkirinan de ew hatibûn derbaskirin.
Di Şerê Cîhanê yê Siyemîn de jî proje ew e ku ne 22 dewletên Ereban, na, hejmarek kat bi kat zêde bi xîzkirina cetvalan dixwazin ava bikin. Lewre çiqas dewletok piçûk bibin ewqas dikarin hêzên hegemonîk wan bi rehetî bi rê ve bibin, xwîna wan bimijin, wan bişelînin.
Em bala xwe bidinê, projeya ku bi rê ve diçe niha ev proje ye. Û ev proje çiqas êş ji bo herêma me aniye em rojana dijîn, lê yê hêna çi êşa ji me re bîne, eger guherînek neye jiyandin emê bibînin.
Ji ber wê jî pêwîst e di serî de Suriye lê pê re jî Iraq, Îran û giştî dewletên Rojhilata Naverast nêzîkbûyînên xwe yên antî demokratîk di ber çavan re derbas bikin. Bi paradîgmaya Rêber Apo ya ku xwe dispêre Neteweya Demokratîk hemû hêzên Rojhilata Naverast dikarin hem pirsgirêkên xwe yên hundirîn çareser bikin, hem dikarin bi hêza yekîtiyê erîşên hêzên hegemonîk paş de bidin, hem jî dikarin erîşên Şefê faşîst yê Tirkiye Erdoxan û cewiyê wî Bahçelî bibersivînin.
Bi hêviya ku êdî hişmendiya netewperest ya ku çavan û dilan kor dike were terikandin!






