Friday, June 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurmanc

17/02/2020
in Uncategorized
A A
Kurmanc
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Gelek peyv hene di nava gel de pirr wate ne. Yek ji van peyvan jî peyva “Kurmanc” e. Ev peyv di Kurdî de tê du wateyan.

Yek; li gelek deverên welêt Kurd ji xwe re dibêjin “Kurmanc”. Ango şûna peyva “Kurd” tê bikaranîn û di wateya netewê de ye. Mînak aliyê serhedê heya niha ji peyva “Kurmanc” di wateya peyva “Kurd” de dişixwilînin. Herweha Kurdên Anatoliya navîn, Kurdên Kafkasya û gelek deverên din peyva “Kurmanc” di wateya netewê de dişxwilînin. Van salên dawî piştî netewperwerî di nava Kurdan de pêşketî û Kurd di warê mejî de pêşve çûyîn, peyva “Kurd” tê bikaranîn. Herweko tê zanîn Kurmancî navê zaravayekî yê Kurdî yê herî zêde tê axaftin e.  Û ji wan kesên ku bi vî zaravayî diaxivin re jî dibêjin Kurmanc.

Du; di nava civaka Kurdan de peyva “Kurmanc” di wateya “çîn”î de tê bikaranîn. Ya rast di vê nivîsê de ez dixwazim li ser vê wateya vê peyvê bisekinim. Di nava hemî civakan de çînên civakî hene. Ev yek ji bo civakan tiştekî asayî ye. Ji roja civakê xwe bi rêxistin kirî û pêve, çîn jî di nava civakan de derketine û hetanî îro jî didome. Ev hebûna çînan gelek caran di nava civakan de bûne pirsgirêk, sedemê nexweşiyan, şer û pevçûnan. Hebûna çînên civakî weke hemî civakên din, di nava Kurdan de jî derketiye û pirrê caran civak li gorî çînan hatiye birêxistin. Têkilî û danûstandinên civakî, rêvebirina civakî, peywendiyên civakî her û her li gorî çînan hatiye hûnandin û birêve çûye. Heta zewac jî di nava Kurdan de pirrê caran li gorî çînên civakî pêk hatiye. Dema mirov berê xwe dide çîna civaka Kurdan ji Mîr, Beg, Axa, Şêx, Seyîd, Malmela, Kurmanc, Mitrib… û hwd pêk tên.  Di nava Kurdan de çîna “Kurmanc”, çîna “kêm” û “boş” e. Ango tebeqa gel ya herî zêde ji Kurmancan pêk tê. Ev jî tê wateya ku her çend ew tebeqa herî zêdene jî bes di nava tebeqên civakî de “kêm” ê çînên din in. Mîr, Beg, Axa, Şêx, Seyîd… her yek ji wan cihekî xwe yê “cuda” di nava civakê de hene. Mîr, Beg, Axa çînên rêveberin. Ango mezinên civakê ne. Şêx û Seyîd di nava Kurdan de çîna “olî” ne. Şêx û Seyîd, gelik caran du çîn kirine yek û di heman demê de bûne rêveberên civakê jî. Ji ber kû evan çînên rêveber û oldar xwe li ser çîna “Kurmanc” re dîtine, her tim ew kêmî xwe dîtine û di peywendî û têkiliyên xwe de jî li gorî vê “kêm dîtinê” nêzîkî wan bûne.  Keçên xwe nedane Kurmancan û pirrê caran keçên wan jî neanîne ji kurên xwe re. Bê goman carna ev qaîde hatine şikandin, lê belê pirr kêm caran. Ev çînên rêveber û olî yan ji nava çîna xwe zewicîne yan herdu çînan keçên xwe dane hevdu. Ev çînên rêveber û olî di nava civakê de li ser destan hatine girtin, civakê gelek qedr û qîmet dane wan. Niha jî li hinek herêmên Kurdistanê ev çînên henê hêj têne parastin. Bes bi taybetî li bakûrê Kurdistanê piştî şoreşa PKK’ê destpê kirî, ev çînên henê qederekê ji holê rabûne. Lê belê mirov nikare bêje bi awayekî temamî ji holê rabûne. Ji ber ku gelek ji wan kesên xwe ji çînên bilind dibînin, xwe dane aliyê dewletê û çîna xwe bi awayekî dîtir didin jiyan kirin.

Post Views: 80
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.