Idrîs Henan
Yek ji taybetmendiyên faşîzma Tirk ew e ku; rastiyan vedipêçine û li gorî berjewendiyên desthilatdariyê ji nû ve dihûne. Bêguman; ev terz kevneşopiyeke rejîmên dîktaror-faşîst e. Lê dibistana yekem a vê rêbaza dermirovî, dîroka dagîrkeriya Tirk e. Ji berê ve her bi delaweriyan ax reşandiye çavên civakê û bi derew û xapandinê pergala xwe xemilandiye. Faşîzma Tirk çi bêje jî derewan dike. Dema ku behsa rewşa av-hewayê jî bike derewan dike. Desthilatdarî wisa ye ku bi rêbazên xapînok, şîdet, dek û dolaban xwe mayînde dike. Civakê jî kerrî dike û her binkeftinan weke serkeftin nîşan dide.
Vê dawiyê têkîliya welatên qaşo gerantorên lihevkirinên Astana û Sûtçî, tevlihev bûye. Wer lê hatiye ku bala çavdêran kişandiye û xistine sosretê! Gelo tişta ku diqewime tiyatro yan qonaxa lihevketina berjewendiyan e?.
Bi Idlibê re careke din kartên qiwetê li hev dikevin û hinek xalên lihevhatinên berê serûbin dibin. Êdî artêşên patronan xwe li hev radikişînin û teoriya ku bi salan e xwestine bicih bikin ku “lihevhatiyên aşîtiyê ne” têk diçe.
Bi pêşketina hêzên rejîmê, milîsên Îranê û hêza Rûsyayê re, belansa ku Rûsyayê xwestiye di navbera Dîmeşq û Enqerê de ava bike, ji nav diçe. Hewldanên rejîma Tirkiyê ya reva ji qeyranê badilhewa diçin û roj bi roj di çirava Sûriyê de digevize. Rûsyaya ku bi salan hewl daye feydê ji pozisyona Tirkiyê ya herêmî û endamtiya wê ya NATOˈyê bigire, li beramberî pozisyona NATO û Amerîkayê lawaz dibe. Îrana ku bi sizayên Amerîka û bomberdomana Israîl re dîl hatiye girtin, bi herikîna nepenî sûdê ji rewşa aloz a di navbera hêzan de digire ku tengaviyên xwe derbas bike, weke gumgumokan cih bi cih çermê xwe diguherîne. Amerîka û NATO jî li ser pişta hespê ne û gêzera xwe dirêjî her kesî kirine.
Rewş welê bi nav hev ketiye ku her aliyek nizane wê piştî kêliyekê çi biqewime. Mesele tenê di asta pêşbîniyan de maye. Lê cewherê aloziyê berjewendî û bazara qirêj a li ser hesabê gelan e. Aliyên ku di nav pêşbirka qezenca zêde de ne, hesabên xwe li ser pişta têkoşîna gelan safî dikin. Ji lew re li Idlibê û beriya wê tevahiya parêzgeh û gundewarên Sûriyê, gelan temen dane û pergende bûne. Tenê gelên rêxistinkirî bi têkoşîna hevpar a li hemberî hovîtiya berjewendîperest a hegemoniyê xwe ragirtine.
Eger em dîsa çavekî li kirîza li Idlibê bixin, emê bibînin ku şerê diqewime, fermî ragihandina bidawîkirina qonaxa wekîlan e. Êdî wekîl jî li Sûriyê ber bi qedandinê ve diçin. Ên mane jî bi serkarên xwe re têk diçin. Ji ber wê rasterast artêşên welatan tên hemberî hev û gefan li hev dixwin. Çend car in li Idlibê artêşa rejîma Sûriyê bi talîmata nepenî ya Rûsyayê leşkerên Tirkiyê kirine hedefa xwe û bi dehan jî kuştine. Tirkiyê jî ewqas xwe sor kiriye ku qetek mezin ji artêşê di hundirê axa Sûriyê de kom kiriye û gefan li rejîmê û Rûsyayê dixwe!. Lê li gorî çavdêran û pêzanîna bi derûniya serokê faşîst Erdogan, diyar e ne hêza wî heya gefên xwe yên qebe pêk bîne û ne jî baweriya wî bi gotinên wî heye. Tenê qirecira aşê avê ye. Eger dînbûneke wisa jî bike, wê dawî li desthilatdariya xwe bîne.
Li gorî deteyên veşartî li Idlibê berevajî idiayên Erdogan û Tirkiyê, ji 6ˈan zêdetir bi qasî 40 leşkerên Tirk ji ber êrîşên rejîm û Rûsyayê hatine kuştin. Lê ji ber xisleta faşîzmê ya ku li jor me qalê kiriye, newêre jimaran jî rast bide. Berevajî, kuştiyên dewletê jî dixe berjewendiya pergalê.






