Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

15’ê sibatê li dijî bîr û vîna Kurd e

15/02/2020
in QUNCIK NIVÎS, ROJEV
A A
15’ê sibatê li dijî bîr û vîna Kurd e
Share on FacebookShare on Twitter

Mehmet Şahîn

Bi ser roja reş 15’sibata 1999’an re 21 sal derbas bûn û em dikevin sala 22 yemîn. 21 sal in Rêber Apo û gelê Kurd li dijî komlogeran bênavber li berxwe didin, bi şîrove û nirxandinên xwe yên giranbuha hewl didin komployê fêm bikin û bidin fêmkirin. Lê ev nayê wê wateyê ku komplo bi tevayiya kûrayiya xwe û bi tevî encamên xwe ve ji sedî sed hatiye fêmkirin. Wê hewldanên me yên fêmkirinê heta û heta bidomin.

Bi qasê ku hêza min têrê bike ez dixwazim di vê nivîsa xwe de bala we bikşînim ser binesaziya hişmendiya komployê ya dîrokî.

Hewldanên bê bîr, bê vîn û bê ruh hiştina civaka Kurd 2.500 sal berê bi xiyaneta Harpagos dest pê kir. Ji wê rojê vir ve ye ji bo mayîndekirina serweriya xwe dagîrkeran her tim xwestiye civaka Kurd ji bîra hezarê salan a rabirdûyê û ji vîna avakirina jiyana dahatûyê qut bikin û bêpar bihêlin. Xwestine têkiliya dil û mêjûya Kurdan ji hev qut bikin. Bêguman qutbûna têkiliya dil û mêjûyê dibe destpêka pêvajoya têkçûn, kolebûn û tinebûna civaka Kurd.

Wekî ku tê zanîn, bi pêşengiya civaka Kurd bi berxwedana hevpar a civakên Mezopotamyayê Dehaqê xwînmij ê qralê Asûran têk diçe û li ser felsefeya Zerdeştê Kal a mirov û xwezaparêz di salên BZ. 750-725’an de Konfederasyona Medan ava dibe. Heta wê rojê civaka Kurd û civaka Persan wekî du bira her tim bi hev re jiyabûn û rêvebriya her du civakan di destê Kurdan de bû. Di sala BZ.550’an de bi xiyaneta Harpagos rêveberiya Konfederasyona Medan ji destê Kurdan derbasî destê Persan dibe. Cara yekemîn Pers dibin pêşeng û erdnîgariya Kurdistanê dikeve binê serweriya wan.

Civaka Kurd xwediyê felsefeya herî xurt û herî pêşketî ya serdemê ye. Civakeke zana û pêşketî ye. Heta wê serdemê Pers jî di navê de ji civakên Rojhilata Navîn hemûyan re pêşengî kirine. Persan dizanî ku ji civakeke wisa zana û pêşketî re pêşengîkirin û wan di bin serweriya xwe de girtin û birêvebirina wan wê ewqasî ne hêsan be. Lewre piştî ku rêvberiya Konfederasyona Medan dikeve destê Persan li dijî Kurdan dest bi qirkirineke dijwar a ku di cîhanê de mînakên wê tinene dikin. Li ser civaka Kurd wahşeteke mezin pêk tînin. Serok û rêberan, zanyar û rewşenbîran, Mag û Maxan, pîr û kalên xwediyê cerebeyan jî di navê de serok û pêşengên civaka Kurd tevan dikujin.

Pers bi wan qetlîaman bîr û wijdana civaka Kurd a hezarê salan tine dikin, hêza xwebûn û xwe rêvebirinê tine dikin, têkiliya rabirdûyê ya bi serdemê re, têkiliya rabirdûyê ya bi dahatûyê re qut dikin. Hêz û cewherên jiyanê yên madî û manewî hemûyan ji dest civaka Kurd tên girtin. Civaka Kurd ji kok û rehên xwe yên dîrokî yên hezarê salan tê qutkirin. Bi kurtahî têkiliya dil û mejûya Kurdan ji hev tê qutkirin û civaka Kurd bê bîr û bê mejû tê hiştin.

Piştî wê wahşetê civaka Kurd bi sedê salan bi ser hişê xwe ve nayê. Refleksên wê yên civakî, vîn û baweriya wê ya civakî tine dibin. Bi kurtahî xwebûn û xwe parastina wê ya cewherî tine dibe. Tinebûna wan rê li xiyanetên mezin vedike. Xiyanetên navxweyî serkeftina siyaseta dagîrkeran hêsantir dikin. Serkeftina siyaseta dagîrkeran jî mixabin tê wateya helîn û tinebûna civak Kurd.

Heman pêvajo û heman wahşet di destpêka sedsala 19’emîn de îcar bi destê dewleta Osmanî li ser civaka Kurd pêk tê. Mîrekiyên ku di statûyên xwe yên xweser de çanda civaka Kurd a hezarê salan diparastin yek bi yek ji holê tên rakirin. Careke din serok, rêber, zana û rewşenbîrên civaka Kurd yên ku teslîmê wan nabin û nakevin xizmeta wan û li gelê xwe xiyanetê nakin yek bi yek tên kuştin. Di bin hişmendiya terîqetên wekî Nakşî û Kadirî de û di bin rêveberiya axayên nezan, teslîmkar yên hevkarên xwe de jiyaneke bêstatû û bênasname, ya ji bîr, ji dîrok û çanda hezarê salan qutbûyî bi ser civaka Kurd de tê sepandin. Ji bo mayîndekirina siyaseta xwe ya kambax û kûrkirina xeta xiyanetê ya navxweyî ya Kurd li Stenbolê ji bo zarokên axa û şêxan dibistan tên vekirin. Di wan dibistanan de hişmendî û kesayeta wan a kurdewar ji wan tê girtin. Her yek dibe hevkarê dijminên gelê xwe. Ev rêbazeke qirkirina spî bû û fetihkirina kelhê ji hêla hundir ve bû.

Polîtîkaya tinekirinê ya ku di destêpêka salên 1800’an de Osmaniyan dabû destpêkirin heta 1920’an bê navber dewam kir. Ji salên 1920’an ve di serdema komara Tirk a nû de jî heman polîtîkayê bi awayekî herî dijwar dewam kir. Bi makeqanûna 1924’an re çand û nasnameya Kurd bi inkareke mutleq re rûbirû ma. Kelepora Kurd a madî û manewî ya hezarê salan bû hedef. Navên gund, bajar, çiya, zozan û wargehan ên ku bi hezarî salan bû kurdî bûn di carekê de hatin guhertin û bûn tirkî. Çand, ziman kelepora kurdî hat qedexekirin. Xeynê tirkbûyinê mafê jiyanê ji bo Kurdan tinebû. Bi qirkirina spî ya ku ti pîvan û exlaq nas nedikir xwestin polîtikaya Osmaniyan a tinekirina civaka Kurd bi serkeftinê encam bikin.

Armanca qirkirina Persan a BZ 550-520’an ka çi bû, armanca qirkirina dewleta Osmanî û berdewama wê komara Tirk jî heman tişt bû. Yekane armanc, teslîmgirtin, helandin û tinekirina civaka Kurd bû.

Li rojhilatê Kurdistanê dem bi dem navber bidin jî siyaseta Persan 2.500 sal in li ser kar e. Li bakurê Kurdistanê siyaseta Osmaniyan ku di destpêka salên 1800’an de dest pê kiribû 220 sal in bê navber li ser kar e. Her du dagîrkeran bi piştgirî û alîkariya hêzên emperyalîst ên hegemon di encama siyasetên xwe yên kambax de civaka Kurd parçe parçe kirin. Di nava civaka Kurd de bi hezaran hevkar û xayîn afirandin û bi saya wan hevkar û xayînên xwe karîn serdestiya xwe ya qirker û tineker bi ser civaka Kurd de bisepînin û bi sedaê salan bidomînin.

Di salên 1970’an de, di pêvajoya ku hêzên hegomon û dagîrker di siyaseta xwe ya tineker de gav bi gav ber bi serkeftinê ve diçûn de Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi felsefaya xwe, bi bîra xwe, û bi hişmendiya Kurdê azad ê hezaê salan derket pêşberê wan. Rêzdar Ocalan, bi felsefeya xwe, bi zanebûna xwe, bi hişmendiya xwe, bi sekna xwe, bi têkoşîna xwe bû bîra civaka Kurd. Di navbera Kurdê îro û bîra civakê ya hezarê salan de, di navbera Kurdê îro û çanda Kurdê berxwedêr ê hezarê salan de bû pir. Bi kurtayî, bîr û hişmendiya kurdewar a ku dagîrkeran dixwest heft tebeqan bikin binê erdê rakir ser piyan û hesabên nebixêr ên li ser civaka Kurd û ser civakên Rojhilata Navîn serûbino kirin.

Piştî ku hêzên hegomon û dagîrker dîtin ku, Rêzdar Ocalan bi hebûna xwe, bi felesefeya xwe, bi zanebûna xwe bûye bîr û hişmenidya civaka Kurd û şewqê dide civakên Rojhilta Navîn tevan û heta ew hebe wê serkeftina siyaseta tinekerina civaka Kurd nepêkan be, dest dan hev û di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî dîl girtin û xistin tecrîda pergala Îmralî ya ku di cîhanê de mînakên wê nînin.

Ji ber wê, dîlgiritina Rêzdar Ocalan ne dîlgiritina kesayetekî ye, ne dîlgirtina serok û rêberekî ji rêzê ye. Dîlgirtina Rêzdar Ocalan, dîlgirtina bîr, vîn û hişmendiya civaka Kurd û civakên Rojhilata Navîn tevan e. Dîlgirtina çand û nasnameya Kurd a bi hezarê salane. Dîlgirtina pêşeroj û paşeroja civaka Kurd e.

Bi dîlgirtin û tecrîdkirina Rêzdar Ocalan xwestin careke din pira navbera civaka Kurd û bîra wê ya hezarê salan tine bikin û civaka Kurd bê bîr bihêlin. Bêguman tinekirina wê pirê û bêbîrhiştina civakê ji bo Kurdan bobelata herî mezine. Rojên bi bobelat jî rojên reş in.

Belê, komplogeran xwest pêşeroj û paşeroja civaka Kurd di reştariya 15’ê Sibata 1999’an de tine bikin. Lê Rêzdar Ocalan û gelê xwe bi berxwedana xwe ya bêhempa destûr nedan ew plansaziya wan a nebixêr bi ser bikeve. Ji ber ku komploya wan bi ser neketiye wê wekî 21 salên borî di sala 22 yemîn de jî bi tevayiya dijwariya xwe di meriyetê de be.

Her Kurdê ku naxwaze bibe şirîkê xiyaneta Arpagos û şopdarê wî yê serdemê divê di berxwedana li dijî komployê de cihê xwe yê birûmet bigire û sala 22. di şexsê Rêzdar Ocalan de bike sala azadiya vîn û bîra xwe.

Serkeftina paradîgamaya demokratîk wê dawî li çanda komploger a 5 hezar salî bîne.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.