Faruk sakık
Piştî îlana komara tirk rejîma kemalîst bi mîrateya ji Îttîhadiyan girtî li dijî Kurdan dest bi siyaseta qirrkirinê kir. Soz dabûn Kurdan û bicîh neanîbûn.
Ev yek ji aliyê kurdan ve nedihat qebûlkirin. Diviya têkoşînek bihata destpêkirin û wan jî wisa kir.
Tevgera Azadî bi pêşengiya Xalidê Cibrî, Yusuf Ziya, Doktor Fuat, Şêx Seîd û maqûlên Kurdan hat avakirin. Di demeke kurt de bi rêyên siyasî doza mafên Kurdan kirin.
Lê piştî ku Xalid Begê Cibrî û gelek pêşengên Tevgera Azadî ji aliyê rejîmê ve bi bêbextî hatin tesfiyekirin, rayedarên komarê di navbera 8 û 15’ê Sibata 1925’an de di şexsê Şêx Seîd de xwestin derbên mirinê li Tevgera Azadî bixin û bi vî awayî jî Kurdan qirr bikin.
Û di dîroka komara Tirk de li dijî Kurdan komploya yekemîn dan destpêkirin.
Di 8’ê Sibata 1925’an de, rayedarên dewletê pê hesiyan ku Şêx Seîd hatiye Pîranê û di mala birayê xwe Şêx Ebdurehîm de bi cih bûye. Tîmek cendirme bi ser malê de şandin ku Şêx Seîd bigirin bînin.
Lê armanca çûyîna wan ne girtina Şêx Sêîd bû. Armanc pêkanîna provakasyonê bû. Di pêvajoya hevdîtina Şêx Saîd û efserê tîmê de di navbera alîgirên Şêx Seîd û cendirmeyan de pevçûn derket. Pevçûn veguherî şer, efserek û du cendirme di cih de hatin kuştin. Bi vê yekê daxwaziya dewletê ya pêkhatina provakasyonê hat cîh.
Bi ser pêkhatina wê provakasyona 8’ê Sibata 1925’an, serhildana Şêx Seîd bê amadekarî bê hemd dest pê kir. Bi wê destpêka bê hemd û bê wext plansaziyên Şêx Seîd û pêşengên serhildanê hemû serûbin bûn..
Serhildanê dest pê kiribû û êdî veger ne pêkan bû.
Ew raperîn bi esîrgirtina Şêx Seîd û bi awayekî sembolîk darizandina wî tevî hevalên wî û bi darvekirina wan a li Amedê bi trajediyê bi encam bû.
Şêx Seîd tevî 46 hevrêyên xwe li Amedê li qada Deriyê Çiyê roja 29’ê Hezîrana 1925’an hatin darvekirin.
74 sal piştî Şêx Seîd, bi navê Abdullah Ocalan kesek derketibû qada rizgarkirina Kurdistanê. Ocalan dixwest, wê têkoşîna 75 sal berê siyasedmedarên Kurdan ku di nîvco de hiştibûn, temam bike.
Lê komploger jî li du Komployeke nû bûn. Vê carê bi serê xwe bi tenê nebûn. 20 salan bi ser vî kesî û tevgera wî de çûbûn lê bi ser neketibûn. Ji qada navneteweyî alîkarî xwestin.
Di 9ê Cotmeha sala 1998an de Komploya ku gelek dewletan tê de cîh girtibû dan destpêkirin.
Perdeya yekem a komployê 15ê Sibata 1999an temam bû. Ocalan li Kenya dîl hat girtin û radestî Tirkiyê kirin.
Rêber Apo, li Îmrali ji bo ku di perdeya duyemîn a komployê bi ser nekevin, pêvajoyek da destpêkirin.
Zanyarî û biryardariya Rêber Apo destûr nedan ku daxwaziya wan pêk were. Zîndan kir qada berxwedan û hesabpirsîne.
Weke Şêx Seîd bêwext tev negeriyabû, weke Şêx Seîd bi gotinên wan bawerî neanîbû.
Helbet çawa ku ji bo gelan rojên sembol hene, ji bo hêzên serdest û hikûmxaran jî rojên sembol hene û bi wan rojan dixwazin peyamê bidin.
Dewleta tirk û hêzên komploger ji bo peyama têkçûnê bidin gelê Kurd, piştî wê bêbextiya sala 1925’an, 29’ê Hezîrana 1999’an jî heman biryar dan.
Dema ku roja 29’ê Hezîrana 1999’an biryara darvekirinê dan Rêber Apo, wê nikaribûyan weke Şêx Seîd wî jî bi dar ve bikin. Ocalan amadekariya vê rojê ,di 20 salî de temam kiribû. Lê pey xwe rêxistineke bi navê PKK’ê û gelekî bi navê Kurd ku bi bîrdozî pê ve girêdayî bûn, hiştibûn.
Vê carê dewleta tirk nekaribû wekî her carê di şexsê Ocalan de serhildaneke din têk bibe û careke din hêvî û bendewariyên civaka Kurd ên azadiyê taloqê demeke nediyar bike.
Ji wê rojê heta îro, li Îmraliyê berxwedaneke mezin a ku ji gelê Kurd re pêşengiyê dike, bênavber dewam dike.






