Friday, June 5, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin di bin mercên giran de dixebitin

07/06/2018
in Uncategorized
A A
Jin di bin mercên giran de dixebitin
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên navçeya Eyn Îsa yê di bin şert û mercên dijwar yên havînê û meha rojiyê ji bo debara jiyana xwe bikin ji neçarî rojane di nava zeviyan de dixebitin. Lê jin ji ber ku heqdestê wan gelek kêm tê dayîn bi gazincin û bang li aliyê pêwendîdar dikin ku ev yek were çareser kirin.

Jinên navçeya Eyn Îsa di meha Remezanê de bi rojîne û tevî rewşa hewayê ya gerim di nava zeviyan de dixebitin da ku pêdiviyên malbata xwe pêk bîn in.
Jinên navçeya Eyn Îsa ji bo ku debara jiyana xwe ya rojane bikin û alîkariya hevserê xwe bikin di nava zeviyên pembo û sebzeyan de dixebitin.
Jinên di nava zeviyan de dixebitin bi rojî ne û dest ji karê xwe bernadin. Ji ber ku bi roj pileyên germahiyê bilind dibin, jin ber destê sibê saet 04.00’an diçin nava zeviyan û heta saet 11:00`an dixebitin.
Rojane her jinek ji 5 heta 6 saetan bi 500 Lîreyê Sûriyê dixebite. Lê ev pereyên ku jin digrin beranberî keda wan ku bi saetan di bin germahiyê de dixebitin pir kême.
Yek ji jinên ku di nava zeviyan de dixebitin Meryem Îbrahîm a ji gundê El-Hîşa ya rojhilatê navçeya Eyn Îsa wiha got ,”Piştî ku em xwarina xwe ya paşîvê dixwin ez tevî jinên gund xwe amade dikin ku berê xwe bidin nava zeviyan.”
Meryem diyar kir ku di saetên sibê de kar baş derbas dibe û hemû jin bi kêfxweşî kar dikin lê dema ku dibe derdora saet 9`an de pileyên germahiyê bilind dibin ji ber wê kar li ser wan giran dibe û bi zehmetî derbas dikin.
Jina bi navê Horiya El-Ehmed a ji gundê El-Şêx Hesen a girêdayî navçeya Eyn Îsa jî anî ziman ku ji bo debara jiyana xwe bikin û pêwîstiyên xwe pêk bînin ew di zeviyan de dixebitin. Horiya diyar kir ji ber ku rewşa hevserê wê ya madî ne başe ji ber wê dixebite û ji ber ku tu kar dervî karê di zeviyan de tune ye.
Horiya destnîşan kir ku pereyên ku di rojekê de digrin tenê têra du tûrên nan dike. Horiya destnîşan kir ku ew di rojekê de 500 LS beranberî keda xwe digrin.
Horiya bang li aliyê peywendîdar kir ku rewşa wan di ber çav re derbas bikin û derfetên kar ji wan re peyda bikin.
Tevî hemû zehmetyan jî jinên navçeya Eyn Îsa ji bo debara jiyana xwe bikin û alîkarya hevserê xwe bikin di nava zeviyan de dixebitin lê tevî vê yekê jî erka xwe ya olî pêk tînin û bi karê mala xwe jî radibin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.