Medeni FERHO
15 Sibatê, plana tinekirinê bû, di vê tinekirinê de Birêz Ocalan hebû, di kersayeta Birêz Ocalan de, tinekirina gelê Kurd hebû. Ango kuştina hişmendiya piştî serdema imperetoriyan e.
Kuştin, her dem bi hestên mazoşîstî tên kirin. Nexweşiya sîstema kapîtalîst û desthilardarên dewlet-neteweyan e. Belkî gotineke din baştir be, lê hê min ew gotin nedîtiye: Eger intelansiya Kurd, 15ê Sibatê û wateya wê, bi kûrayî û berfirehî binirxîne, belkî gotineke din bê dîtin.
Di Konferansa Kurd ya Navneteweyî de, li Yekîtiya Ewropa, gotara rojnamevan Amed Dicle balkêş bû. Pirs jî, “Gelo Lozanê, ji bo gelan bextewarî, yan xizanî, êş û azar anî?” bû. Peymana Lozanê, xeleka berdewama Sykes-Pîcot e; kuştina “mukemmeliyeta dîrokê” ye; milîtarîzm e, astengkirina îradeya gelan e. Astengkirina herka çemê jiyanê û astengkirina zimanê diyalektîka jiyanê ye.
Piştî peymana Sykes-Pîkot û Peymana Lozanê, şoreş çêbûn, saziyên weke Neteweyên Yekbûyî hatin avakirin, peymanên mafên mirovan hatin imzekirin, hiqûqê navdewletî derket holê. Yek ji van gavan, di keleha statûkoparêziya sîstema kapîtalîst de deverek venekir. Wajiyê vê, li dijî hişmendiya prometheuswarî bûne asteng.
Xiyaneta mezin ya yekê, ya li dijî gelên Rojhilata Navî, Peymana Sykes Pîcot e, ya 2. ya li hemberî gelan, 15 Sibatê ye. Îro jî, mirovayî di hawara SOS de ye. Di xiyaneta yekemîn de, “hişmendiya azadiyê” hat kuştin, dewlet-netewe hatin avakirin. Dewlet-neteweyan, bi qasî şoreşa endûstrî, êş û azar dan gelan, pirsgirêk çareser nekirin. Piştî sed salî, hişmendiyeke prometheuswarî derket holê, bi “mentiqê sedsalê”, çareseriyek aştîxwaz û yekîtiyeke demokratîk pêş xist.
Ev fikrê Birêz Abdullah Ocalan bû û da zanîn ku di navbera mirov û dîrokê de, têkiliyeke diyalektîkî heye. Dema mirov zimanê diyalektîka serdema xwe zemt bike, dikare ber bi azadiyê ve bimeşe, rola pêşeng ya ji bo demokrasî û jiyana bi hevre, wekheviya gelan bilîze.
Bîrdozî, pêkanîna felsefeya dîrokê ye. Felsefeya dîrokê, hinekî formûlekirina matematîkî ye û dikare tevaya pirsgirêkan, şkestekan, nakokiyan çareser bike. Formûlên matemetîkî, derfetan didin ku sosyolojî û dîrok têkildarî hev bibin. Ev jî bibe aheng û “nîzam”eke demokratîk..
Lê destîniya lanetkirî, ku bi destê sîstema kapîtalîst hatiye avakirin, meşa li gorî herka dîrokê asteng kir, avakirina nirxên gelêrî, zemtkirina zimanê diyalektîkê, bi komployeke kollektîf ya kontrawarî asteng kir. Ev parastina statûkoyê bû û pirsgirêk kûrtir û bixwîntir kirin.
Xerabî, şkestîk, wêranî û tinekirina gelan dewam dike, ya herî xerab, faşîzma dewşirme, li her qada jiyanê pîkolê dike. Faşîzma dewşirme, bi saya komploya 15ê Sibatê, bi qasî DAIŞê li serê mirovayiyê bûye bela. Bêguman, faşîzma dewşirme bi kêrî sîstema kapîtalîst, bi kêrî çartiya Rûsya jî tê.
Mantiqê sedsalê, ku me bi navê “hişmendiya prometheuswarî” bi nav kir, li hemberî şaristaniya Ewropa alternatîf bû, parastina hiquqê gerdûnî, mafên mirovan û demokrasiya gelan bû; çavkanî jî, kultura “qedîm” ya Rojhilata Navî, bi taybetî dergûşa mirovayiyê navbera Dicle û Firatê bû.
Lewma dibêjim; 15ê Sibatê, xeleka nû ya Peymana Lozanê ye, berdewama destîniya lanetkirî ya Peymana Sykes-Pîcot e. Tê wateya berterefkirina demokrasî, aştî û jiyana birûmet ya bi hevre û wekheviyê.
15ê Sibatê xiyaneta li hemberî Peymana Navneteweyî û Peyrewa Neteweyên Yekbûyî ye. Rêgirtina li pêşiya reform, bîrdozî, program, pêşketin û guhertinan e. Komployeke kollektîf ya korsanî ye, milîtarîzma herî qirêj, bûrokrasiya herî rûreş û dîplomasiya herî bêexlaq e.
Divê têkoşîna li hemberî 15ê Sibatê jî kollektîf be, divê tevayiya partiyên siyasî, întalijansiya Kurd, medya Kurd, saziyên kulturî û civakî yên Kurd, li her çar paraçeyên Kurdistanê, di têkoşîna kollektîf ya li dijî 15ê Sibatê de cih bigirin.
Di salvegera 21. ya komploya kontrawarî de, ji serdema feodalîzmê dijwartir, olperestiyeke hişk, paşverûtiyek îşkdayî heye. Ev serdem, du tiştan tîne bîra mirov, yek serdema koletî-çakerî ye, duyemîn netewperestiyeke li derî akl-i selîm, ji zimanê diyalektîka jiyanê dûr!…
Di vê serdemê de, hişmendiya Îttîhad û Terakî, ku bûye bingeha “Turk-î Îslam” û “Şerq Islahat Plani”, talankeriya “sêva sor” weke parastina “dewlet-abad” pêşxistine û sîstema dewşirmetiyê de, bi avakirina “komên çete”, ji bo mirovahiyê, bi qasî DAIŞê metirsî ye.
15ê Sibatê, zindankirina gelê Kurd e, tecrîd e!… Lê felsefeya Birêz Ocalan jî, rengekî nû yê prometheuswarî ye, dengekî nû yê şoreşgerî ye (şoreşan tevan digire nava xwe) û di magazîna kulturî ya cîhanê de rûpelekî nû ye. Ji bo vê jî, divê intelîjansiya Kurd, siyaseta Kurd, medya Kurd têkoşîneke kollektîf bikin.






