Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Idlib û lîstikên Erdogan

12/02/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di bin çavdêriya Rûsya û DYA’yê de qadên dagirkeriyê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Li Sûriyê sehneyên bixwîn û şer naqedin. Niha hêza dibe sedema domandina şer û di domandina wê de israr dike, dîsa Tirkiye ye. Ji serî ve Tirkiyê wisa kir ku Sûriye bikeve nava gêreke bixwîn. DAIŞ jî di navê de, ji tevaya rêxistinên bixwîn re deriyên xwe vekirin, derbasî Sûriyê kirin û piştgiriya wan kir. Wê rêveberiya Erdogan nefesa xwe li Şamê bistanda û li mizgefta Emewî nimêj bikira. Li gorî hesabê wan wê rêveberiya Beşar Esed nikaribûya zêde li ber xwe bide. Bi wî awayî wê pêşiya Kurdan bihata girtin ku bibin xwedîstatû û Ixwanî bibûna desthilatdar. Wê Erdogan bi berekî çend kêl bidana erdê.

Hesabê Erdogan yê serî pêk nehat. Di dawiyê de DAIŞ şkest. El Nusra, li Idlibê tengav bû. Lê Erdogan dev ji hesabê xwe yê bixwîn berneda. Bi lihevhatina bi Rûsan re Efrîn vegirt. Piştî ku vê têra perçiqandina Kurdan nekir, bi lihevhatina bi Trump re êrîşî Serê Kaniyê kir. Li pişt van êrîşan desteka Pûtîn hebû. Bi taybetî dixwest Tirkiyê û NATO û Emerîka bîne hemberî hev û bi wî rengî berjewendiya xwe ya aborî pêk bîne. Wê Kurd jî lewaz bikiran û bi rejimê ve girê bidan. Çawa ku berhemê wê jî girt. Bê ku guleyekê berdin, ji Minbicê heta Qamişlo ketin herêmeke berfireh. Emerîka ji bakurê Sûriyê paş ve kişiya.

Emerîka, Neteweyên Yekbûyî û Rûsayayê El Nusra xistin lîsteya rêxistinên terorîst. Erdogan, digel ku parêzvanê wan jî bû, ew jî neçar ma ku El Nusra terorîst qebûl bike. Lê xebitî ku bi navguhertin û rênîşandanê wan biparêze. Lê ev lîstika wî hat dîtin. Rûsya bi lihevhatina bi Erdogan re hêzên çekdar li Idlibê kom kirin. Niha dor hatiye ser Idlibê. Qaşo wê Tirkiyê ev bêçek bikiran. Bi navê wan wê bi Rûsya re agirbest bikira. Ji bo parastina wan 12 baregehên leşkeri yên çavdêriyê ava kirin. Di dawiyê de Tirkiyê soza dayî pêk neanî.

Hêzên çekdar yên li Idlibê ji bo rejim û Rûsyayê her tim xeter bûn. Li ser vê, ji bo bidestxistina riyên girîng û tinekirina van hêzên çekdar, dest bi operasyonên leşkeri kirin. Ji bo ku yên navên xwe kirîn “Artêşa Sûriyê ya Azad” û yên li Idlibê hewldan hat kirin ku wan wek hêzên dijberên rejime, nişan bidin. Lê halê hazir ketine binê kontrola Tirkiyê, nasnameya xwe ya siyasî winda kirine û bûne leşkerên bipere. Eger Tirkiye van hêzan di destê xwe de negire nikare li Sûriyê bimîne. Lewre wan diajo pêş û wan dide kuştin. Eger ew tinebin wê kê bişîne Libya. Windabûna leşkerên xwe nade ber çavan.

Ji bo wê Erdogan ketiye nava kêferatê. Êrîşî leşkerên Sûriyê dike. Dibêje bila artêşa Sûriyê ji erdê xwe paş ve bikişe, nexwe ezê lê bixim. Gefan dixwe û dibêje me evqas ji wan kuştin. Herî dawî dibêje bila Rûsya bikeve dewrê, sûriyê rawestîne û dawî li operasyonan bîne. Erdogan bixwe jî pir baş dizane ku bê Rûsya Sûriye nikare vî şerî bike. Eger hêza rejimê ya şerkirinê hebûya, wê destûr nedabûya ku Tirkiye erde wê vegire. Erdogan dibêje, naxwazim em û Rûsya werin hemberî hev. Diyar e ku naxwaze dev ji rêxistinên weke El Nusra berde. Lê bi Rûsya re jî li hev kiriye. Ji bo ku neyê gotin firotin, axaftinên bigef kirin.

Erdogan, li hemberî Kurdan hem Emerîka, hem Rûsya bi kar anîn. Ji bo dagîrkeriyê bi wan re li hev hat. Lê çawa ku dixwaze niha kar wisa nameşe. Emerîka tavilê ket dewrê. Berpirsên wê li pey hev daxuyanî dan û diyar kirin ku wê piştgiriya Tirkiyê bikin. Çawa ku Rûsya xwest Tirkiyê li hemberî Emerîka bi kar bîne, niha jî Emerîka dixebite ku bi xerabkirina têkiliyên wê û Rûsya Tirkiyê bi kar bîne. Nirxekî Erdogan pê ve girêdayî nîne. Derveyî desthilatdariyê nirxekî insanî li cem nîne. Li hundir çawa ku hevalên xwe û şirîkên xwe tev perçiqandin, li derve jî wê heman tiştî bike. Ewropa, Emerîka û Rûsya vê baş dizanin. Eger Erdogan bi nirxekî civakî ve girêdayî bûya, evqas dijminiya Kurdan nedikir.

Erdogan li hemberî Kurdan û hêzên demokrasiyê bi Ergenekon û faşîstê Bahçeli re li hev kir.

Kurd û Tirk di nava hev de dijîn. Her sal bi sedhezaran ciwanên Kurd ji wan re leşkeriyê dikin. Bi milyonan Kurd ji wan re karkerî û fermanberiyê dikin. Li heman dibistanan dixwînin. Kurd bacê didin Tirkiyê. Çawa ku yek ji van tinebe, Erdogan bajarên wan diroxîne. Deverên weke Efrînê dagîr dike û wan ji erdê wan derdixe. Yên cuda li ciyê wan bi cî dike. Her kes dizane ku Bawerî bi kesekî weke Erdogan ku bûye dijminê nîvê gelê xwe nayê. Lê dewletên li pey desthilatdariya xwe, ji ber ku ji wan re berjewendî girîng in, bi yên weke Erdogan re hevalbendiyê dikin. Ji bo wê aştî zû bi zû nayê Sûriyê. Komkujiyên li ser Kurdan ranawestin. Kurd hê di hedefa kesên weke Erdogan nexweşên desthilatdariyê de ne. Li Idlibê ka wê rewş ber bi kû ve biçe tam nayê zanîn. Ji bilî gele Sûriyê gelek dewlet di nava meseleyê de ne. Gelê wê bedel dide. Li ser erdê xwe dibin penaber. Erdogan pesnê xwe dide, dibêje me 6500 Kurd kuştin. Eşkere ye ku çareserî û aştî ji qatilên gelan dernakeve. Lê yên weke Erdogan kumê keçeliya wan dikeve û her ku diçe qada wan ya tevgerê tengtir dibe.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.