Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

EY REJÎM ÊDÎ JI XEWA GIRAN RABE

12/02/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
HINEK DÎKILÊN WILO HÊNA KU…
Share on FacebookShare on Twitter

QASIM ENGÎN

Sûriye, di mijara alozî û tevlîheviyan de derbasî qonaxeke nû dibe. Hêza herî zêde aloziya li Sûriyê kûr kirî û hê jî dike, dewleta Tirk e. Hê rasttir; dost û birayê kevin yê Beşar Esed şefê faşîst Erdoxan e.

Erdoxan çeteyên li Sûriye tev bi kar anîn û hê jî bi kar tîne. Bi taybetî çeteyên bi navê DAIŞ û El Kaîde, hêzên serêke ne ku Erdoxan ji wan hes dike. Erdoxan çeteyan biçek tene nake, na êdî van çeteyan wek hêzeke xwe ya fermî li Sûriyê û li deverên weke Lîbya û li dijî Kurdan bi kar tîne.

Heta niha wek parêzvanên çeteyan tene derdiket qadê, lê di fermiyetê de yekbûna Sûriye jî her tim bi lêv dikir. Bi axiftinên xwe yên dawî êdî Şefê faşîst Erdoxan bi fermî li wan çeteyan xwedî derdikeve û cara ewil eşkere jî ferman dide ku Artêşa Suriye li hin cihan xwe paş ve bide. Bi gotineke din êdî Erdoxan Sûriyê dewleteke Yekbûyî nabîne û derbarê erdê Sûriye de jî angaştên wî hene. Ango ji bo Erdoxan êdî dewleteke Sûriye nameye. Ji ber wê armanca ku biçe û li camiya Sultan Eyub a li Şamê nimêj bike û çayê vexwe, carek din dike rojevê.

Pêwîst e were zanîn ku Şefê faşîst Erdoxan gelek parçeyên Sûriyû erdê xwe dibîne. Erdoxanê faşîst pir eşkere bi lêv dike ku ji Haleb heta Derezorê ya Tirkan e. Bêguman li gorî Erdoxanê faşîst di nava sînorên Tirkiyê de Mûsil, Kerkûk, Silêmaniye, Hewlêr û Dihok jî hene.

Em jî vê dibêjin; Ey Rejîm, ji xewê rabe, êdî rastiya şefê faşîst Erdoxan bibîne û li gorî wê tevbigere!

Lê pêwîst e Rejîm bibîne ku bi rê û rêbazên berê yên partiya Baas, ev nabe. Eger armanca Rejîmê yekîtiya erdê Sûriyû be, wê demê divê demildest bi Kurdên Azad re rûne. Rêveberiya Xweser binase. Herwiha li riyan bigere û bibîne ku, bi Rêveberiya Xweser û hêza wê ya leşkerî QSD hêza dagîrker ya Erdoxanê faşîst derxe.

Êdî ev şefê faşîst pir eşkere parçekirina Sûriyû bi lêv dike. Eger bi rastî mabest yekîtiya Sûriyê be, wê demê ya rast ew e ku êdî Rêjîm çavên xwe veke û rastiyê bibîne.

Bê ku em dirêj bikin, dewleta Tirk û şefê wê yê faşîst dixwazin Sûriyû parçe bikin. Cihê parçe kirî jî dagîr bike. Cihê dagîrkirî jî bi hişmendiya Tirkên faşîst ji nû ve ava bike.

Divê were zanîn ku yek jî karekterê faşîstên Tirk ew e ku, cihê biçinê careke din bernedin. Li gorî Tirkên faşîst li kû nalên hespên wan lê ketibin, ew erd yê wan e. Ango bi gotinên îro, li kû derê potîna faşîstên Tirk lê bikeve ew cî yê wan e.

Mînak, Qibris e!

Bi hêviya ku êdî Rejîm vê rastiyê bibîne û berî ku Sûriye were parçekirin, di serî de Kurdên Azad, bi her civak û kesên ji Sûriyû hes dikin re, bi hişmendiyeke demokratîk xwe bike yek û li dijî dagîrkeriya Şefê faşîst Erdoxan bi vîneke mezin dest bi têkoşîna rizgariya erdê Sûriyê bike!

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.