Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Faşîzma li ser kavilan

07/02/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Faşîzma li ser kavilan
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Şahîn 

Erdêja herî mezin û ya herî dijwar a dawîn di 17’yê tebaxa 1999’an de bi pîleya 7.5 li Golcikê pêk hat. Pîleya 7,5 li welatên wekî Japonya, Şilî, Amerîka û gelek welatên din qet nabe sedema zirar û ziyanan li Tirkiyeyê bûbû sedema mirina 20 hezar kesî, 50 hezar brîndarî û rûxîna bi dehan hezar avahiyan.

Ji ber qelsbûna binesazî û avahiyan, ji ber xemsarî û negirtina bergirên pêwîst civakên Tirkiyeyê her carî di erdhêjên pîle biçûk de jî bi berdilên gelek giran re rûbirû dimînin. Di encama her erdhêjekê de bi wêranbûna niştecîhan re hişmendiya gemarî ya talanker û wêranker jî di bin kavilan de dimîne.

Di erdhêja Golcukê de, ji ber negirtina bergir û tunebûna amadekariyên pêwîst di şexsê hikûmeta wê demê de desthilatdariyên dewleta tirk yên berê hemû bi zimanekî tund hatin rexnekirin.

Rayedarên hikûmeta wê demê ji bo piştgirî û alikariya gelê Golcukê ji bo demeke derbasdar baceke taybet a erdhêjê li ser hemû civakên Tirkiyeyê ferz kirin.

Di hilbijartinên 3’yê mijdara 2002’yan de hikûmeta AKP’ê hat ser kar. Piştî çar mehan di 1’ê gulana 2003’yan de bi pîleya 6,4 erdhêja Çewlikê çêbû. Her çiqasî pîleya erdhêja Çewlikê zêde bilind nebe jî di encamê de 176 kesî jiyana xwe ji dest da û 625 kes jî birîndar bûn.

Serokê hikûmeta AKP’ê Erdogan ê ku çar meh berê hatibû ser kar ji encamên erdhêja Çewlikê hikûmetên beriya xwe berpirsiyar girtibû û wiha axivîbû; “Ya ku li Çewlikê şikestiye ne xeta fayê ye, ya ku şikestiye xeta damara şermê ye. Sedema rûxîna avahiyan ne erdhêje, sedema esil diziya ji exlaqê ye, diziya ji demokrasiyê ye, diziya ji hiqûqê ye,pêxwasiya siyasî, sextekariya rêvberiya fermî ya dewletê ye. Di erdhêjan de sedema mirina mirovan ne tenê diziya malzemeyên avahîsaziyane, di heman demê de diziya mirovahiyê ye. Em nikarin bibêjin erdhêj qedere û lê bibuhurin, hewceye em aqilê xwe bikar bînin û bergîrên xwe bigrin, wesfê mirov ê herî mezin aqil e. Ji ber ku Tirkiye bi salane bi awayeke bêsexbêr tê birêvebirin lewre ev encamên giran derdikevin holê. Hewceye em heqîqetê biaxivin, bi salane ji bo erdhêjê tu bergir nehatine girtin, bi salane çareseriyek nehatiye afirandin, tenê soz hatine kirin. Pirsgirêk ne tenê dizîna malzemyên avahîsaziyane. Bobelatên ku di erdhêjan de derdikevin holê sedemên wan ên rastî nelirêtiyên pergala dewletê ne, pirsgirêkên rêveberiyê ne…”

Axaftina Erdogan li ser navê desthilatdariya dewletê wekî xwerexnedayinê bû. Hikûmeta AKP’ê ji bo bergirên pêwîst bên girtin û civakên Tirkiyeyê careke din bi bobelatên giran ên erdhêjê re rûbirû nemînin baca ku ji bo demeke derbasdar hatibû danîn di sala 2004’an de kir mayinde. Di pêvajoya desthilatdariya hikûmeta AKP’ê yê 17 salên de di bin navê baca erdhêjê de 36 milyar dolar pere hatin komkirin.

Bi ser rexneyên Erdogan ên 2003’yan re 17 sal derbas bûn û ji bo girtina bergirên erdhêjê 36 milyar dolar hat komkirin. Piştî 17 salî û komkirina 36 milyar dolarî di 24’ê çileya 2020’an de li navçeya Xoxê ya Xarpêtê bi pîleya 6,8 erdhêj çêbû. Di vê erdhêjê de derket holê ku hikûmeta AKP’ê wekî her carî gelek tişt gotine lê tu tiştek nekiriye. Di pêvajoya desthilatdariya xwe ya 17 salan de der barê  bergir û amadekariyên erdhêje de bi qasê serê derziyê tiştek nekirine. 36 milyar dolar pere kom kirine lê yek kuriş ji bo amadekariyên erdhêjê û tenduristiya civakê xerc nekirine. Bi ser de erdhêja Xarpetê yê 8’ê adara 2010’an ku li navçeya Qowançiyan bûbû sedema mirina 51 kesî û erdhêja Wanê yê 23’ê cotmeha 2011’an ku bû sedema mirina 604 kesî û brindarbûna 4152 kesî jibîr kirine. Ya herî girîng jî ji meha cotmehê vir ve hişyariyên ku ji hêla zanyaran ve ji bo erdhêja Xoxê hatine kirin hemû piştguh kirine û xemsar tevgeriyane.

Ji ber negirtina bergiran û xemsariya hikûmta AKP’ê mixabin wekî her carî di erdhêja Xoxê de jî civak bi bobelateke giran re rû bir û ma. 41 kesî jiyana xwe ji dest da, 1.607 kes birîndar bûn, bi rojan hemwelatî bi tevî sewalên xwe ve di bin kavilên avahiyan de man, bi sedan avahî rûxiyan, bi hezaran avahî li benda rûxandinê ne û hinek gund hene ku hêjî kes neçûne serdana wan. Bi dehan hezarî malbat di meha çileyê de li derve mane û mehkûmê jiyana çadiran bûne.

Ya herî sosret jî, wekî ku bi salane ji bo rojeke wisa 36 milyar dolar nehatibe komkirin û wekî ku rayedarên hikûmeta AKP’ê ji bo komkirina pereyan li benda hincetan bin, piştî erdhêjê demildest bangewaziya komkirina pereyan li gel kirin. Bi ser de wezîrê AKP’ê yê enerjî û çavkaniyên xwezayî got; “ bila hemwelatî ji bo her tiştî li benda dewletê nebin, bila li çareya serê xwe binêrin, piştgirî û hevkariya hev bikin”

Di erdhêja Xoxê de careke din diyar bû ku di pêvajoya desthilatdariya hikûmeta AKP’ê yê 17 salî de bi qasê serê derziyê guherîn çênebûye. Lewre rexneyên ku di sala 2003’yan de Erdogan li hikûmetên beriya xwe kiribûn hemû bi zêdehî ji bo hikûmeta Erdogan derbasdarin. Lê rexneyên ku Erdogan û derûdorên din karibûn li hikûmetên beriya AKP’ê bikin niha nikarin wan rexneyan li Erdogan û hikûmeta wî bikin. Yê ku rexneyeke herî biçûk jî bike bi xayiniya welat, bi bêexlaqî û bêedebiyê tê tewanbarkirin û gef li wan tên xwarin. Dev ji rexneyan jî berdin, yên ku di peyamên xwe de gotine “Xarpêt derbasî be” jî di navde kî/kê der barê erdhêja Xoxê de peyam parve kiribe hemû ketine ber tora lêpirsînê.

Di demokrasiya pergala Erdogan a “pêşketî” de kes nikare li hikûmeta Erdogan rexneyan bike û hesabê 36 milyar dolarî ji wan bipirse. Kes nikare qala dizî, talankerî û wêrankeriya wan bike. Kes nikare, ji desthilatdariya Erdogan a faşîst bipirse, hûn çima bi baca gel ji xwe re qesrên ji hezar odeyî çêdikin, hûn çima bi baca gel artêşa çeteyên tecawizkar li Sûriyê xwedî dikin. Kes nikare ji wan re bibêje gelo hûn çima 8 milyar dolarên ku ji bo erdhêjê hatibûn komkirin didin cemaeta Ensarê ku di yurdên xwe de tecawizî zarokan dikin. Kes nikare ji wan re bibêje hûn çima karmendên dewletê bi zimanê kurdî yê ku herî kêm 25 milyon hemwelatî pê diaxivin perwerde nakin ku karibin bi zimanê xaltiyê bang li xaltiyên bin kavilan de mayî bikin. Kes nikare ji hikûmeta AKP’ê re bibêje ev 41 kes ji ber erdhêjê nemirin ji ber xemsariya we mirin, ji ber xemsariya we mal û avahiyên gel li wan bûn goristan. Lewre, pêdiviya civakê bi qanal Stenbol û mega projeyan tune ye, pêdiviya civakê bi projeyên ewlehî û tenduristiyê heye… Kî qala van heqîqetan bike ‘xayinê welate, piştgirê terorê dike’.

Erdogan û wezîrên xwe ne di taya gel de ne, ne di taya mirovên di bin kavilan de ne. Ne di xema ‘xaltî’ û ‘zimanê xaltî’ de ne. Ew di xema propogandaya desthilatdariya xwe ya faşîst de ne, di xema bi dest xistina ranta siyasî de ne, di xema nîşandana hêz û qudreta xwe ya derewîn de ne, di xema ranta karsazên xwe de ne. Çapemeniya hewzê ya bêpîvan û bêexlaq ji bo wê bi ruhê seferberiyê li ser kar bû. Bi pirsên xwe yên bênirx û sosret hewldidan ‘şadî û bextewariya’ kesên di bin kavilande li benda mirinê ne nîşan bidin.

Lewre, nedixwestin xeynê wan kes qala erdhêjê bike, qala jan û kula civakê bike, qala trajediyên ku tên jiyîn bike, qala hêrs û bertekên civakê bike, qala kêmasiyên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst bike. Nedixwestin kesên ku ne di hişmendiya wan a gemarî de bin bikevin nava civakê û heqîqetê bibînin û vebêjin. Ji ber wê bû ku alîkariyên HDP’ê û yên derûdorên din hemû hatin astengkirin.

Ya ku li Xoxê şikest ne xeta fayê bû, xeta faşîzma dersthilatdariya AKP-MHP’ê bû. Sedema rûxîna avahiyan, sedema mirina 41 kesî û birîndarbûna 1.607 kesî  ne erdhêj bû û ne diziyên malzeme yên avahîsaziyê bûn, sedema sereke diziya exlaqê bû, diziya demokrasiyê bû, diziya hiqûq û edaletê bû, pêxwaziya siyasî bû, diziya nirx û pîvanên mirovahiyê bûn, sextekariya rêveberiya fermî ya desthilatdariya AKP-MHP’ê bû.

Di erdhêja 1999’an a Golcukê û ya 2003’ê ya Çewlikê de çewa em nikaribûn bibêjin qedere û lê bibuhurin erdhêja Xoxê jî em nikarin bibêjin qedere û lêbibuhurin. Tirkiye 17 sale ji hêla hikûmeta AKP’ê ve bi awayeke bêsexbêr tê birêvebirin. 17 sale tenê waed hatine kirin, ji bo erdhêjê tu bergîreke pêwîst nehatiye girtin û çareseriyeke mayinde nehatiye afirandin. Çewa desthilatdariyên berê guh nedan zanyaran, aqilane tevnegeriyan û bergîrên pêwist negirtin, desthilatdariya AKP’ê jî guh neda zanyaran, aqilane tevnegeriya û ji bo ewlehî û tenduristiya civakê bergîrên pêwîst negirtin. Pereyên ku ji bo erdhêjê hatine komkirin ji yên derûdorên xwe re kirine rant. Mixabin li gel hemû rexne û nerazîbûnên gel pêdivî bi hesabdayinê jî nabînin.

Bêguman, sedema derketina wan encamên giran ne tenê negirtina bergîr û tinebûna amadekariyane. Sedema mezin nelirêtiyên hikûmeta AKP’ê ne, hişmendiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst bi xwe ye. Lewre, encamê ku derketiye holê ne qedere, berhema hişmendiya desthilatdariya AKP’ê yê 17 salî ye.

Bi kurt û kurmancî, yê ku li Xarpête derketiye holê wêneya faşîzma desthilatdariya AKP-MHP’ê û rûreşiya çapemeniya hewzê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.