Sîpan Şînda
Her ku diçû têkiliyên Rûsya û Tirkiye li ser berjewendiyên wan yên netewî xurttir dibû. Rûsya, piştî civîn û konferansên li Soçî û Astana bi Tirkiye û Îranê re çêkirin, êdî bi awayekî eşkeretir li himberî Kurdan û mafên Kurdan tevgeriya. Êdî Rûsya jî bi hevalbendên xwe Tirkiye û Îranê re bûbû “dizê bêrîkê” dîsa. Ew planên qirêj yên dijberî Kurdan hemiya bi hev re amade dikirin û bi hev re jî erê dikirin. Her çend Rûsya dîsa di derbarê hevdîtinên Cenevrê yên di 2016’ê de pêkhatîn de carna digot divê PYD li ser navê Kurdan tevlî hevdîtinên Cenevre bibe, lê dîsa ev daxwiyaniyên çapemeniyê yên tektîkî bûn û Tirkiye çi digot Rûsya jî ew erê dikir. Di Kurdî de ji bo van kesan, rewşan wiha gotinek heye: Dev nerm ê pişt hişk! Hebe nebe, pêşiyên Kurdan ev gotin ji bo Rûsan gotine. Dema mirov berê xwe dide axavtinên wan gelekî nerm û mirov naêşînin, lê belê derbên herî mezin ji xwediyê van gotinan datînin. Rûsya ji bona dilê Kurdan xweş bike, ji aliyekî ve digot divê hevdîtinên Cenevre ji bêyî Kurdan çênebe û ji aliyê din ve jî digot nûnerê Netewên Yekbûyî çi biryarê bide ew razî ne. Polîtîka Rûsya ya esasî ev bû di derbarê Kurdan de. Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ji aliyekî ve digot Sûriye %15 ji Kurdan pêk tê û ji aliyê din ve jî Tirkiye çi digot ewî jî digot bila ezbenî! Piştî Tirkiye di 2019’ê de gef li Rojava xwarin û êrîşî Rojava kirî jî, dîsa Rûsya jî weke her carê jinedîtî ve hat. Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn ji serok komarê Tirkiyê Erdoxan re bi riya telefonê dibêje “divê we hayî jê hebe ku zerer negihê pêvajoya aştiya Sûriyê.” Di 10’î Cotmeha 2019’an de Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî di civîna xwe de xwest ku ji ber êrîşkirina li ser Rojava Tirkiye birecimîne, lê Rûsya di gel Emerîka di civînê de li himberî recimandina Tirkiyê derket. Piştî êrîşa Tirkiye ya li ser Rojava ji, Rûsya dîsa kete di nava hewldanan de û planên xwe yên qirêj berhevde birin û anîn ku ka wê çawe bikaribe Kurdan pitir bêxe di nava tengiyê û bêçaretiyê de. Jibûna Kurdan teslîmî rejîma Baas bike, hemî qirêjî kirin. Ev hewldanên wê heta niha ji didomin.
Belê eve tam sed sal in Rûsya ya “şoreşger” “li gorî” rêgeza “her netew dikare qedera xwe diyar bike” qaşo tevdigere!. Eve sed sal in Rûsya li himberî perçekirina axa Kurdan, perçiqandin, qetilkirin, sergumkirina wan bêdeng maye û pirrê caran ji di pişt perdê de bûye şirîk û piştgirê van planan û çêkerên van planan. Eve sed sal in Kurd ji aliyê çar dewletan ve têne perçiqadin, qirkirin, qirkirina çandî û pişaftina sîstematîk li ser wan tê kirin, îşkence li jin û zarok, pîr û ciwanên Kurdan tê kirin, Kurd têne qetilkirin, siyasetmedarên Kurdan bi dehan salan di girtîgehan de dimînin, lê rojek ji rojên xwidê Rûsya li himberî van kiryarên qirêj gotinek negotiye û dengê xwe dernexistiye. Her tim jinedîtîve hatiye. Heta ew bi xwe ji li himberî Kurdên li welatê xwe de hema bêje heman polîtîka meşandiye. Di sala 1946’ê jiberiya Îran êrîşî Mahabadê bike, di sala 2018 û 2019′ an de Tirkiye jiberiya êrîşî Rojava bike bi Rûsya re rûniştine û lihevkirine. Belê rastiya Rûsya ya li himberî Kurdan û tişta ku eve sed sal in Rûsya layêqî Kurdan dîtî ev e. Di rastiyê de polîtîkayên Rûsya yên li himberî Kurdan her tim stratejîk bûye. Ev stratejî ji li gorî serneketina Kurdan hatiye avakirin.






