Idrîs Henan
Li gorî pozisyona xwe ya cografîk, parêzgeha Idlib ger ji destê çeteyên El Nusra bête derxistin, wê ji aliyê stratejîk ve ji bo rejîma Sûrî destkeftiya herî mezin be. Bi Idlibê re ewlehiya hersê parêzgehên Heleb, Hema û Laziqiyê dixe bin gerantiyê û ewantaja vegera bi milyonan penaberên Sûriyê dixe destê rejîma Sûriyê.
Ger ev yek li ser erdê pêk were, wê çaxê hêzên Rûsya, Îran û rejîma Sûriyê dikarin li hemberî hêzên “rikberiyê” serkeftina xwe ragihînin. Her wiha aliyê navneteweyî ve, destê Rûsyayê di hegemoniya global de dirêjtir dike. Gotinên şandeyê taybet ê serokê Amerîka ji bo Sûriyê Cêms Cêvrî guş û matbûna Amerîka ji rewşa li Idlibê diyar dikin. Cêvrî pêşketina hêzên rejîma Sûrî bi piştgiriya Rûsyayê li Idlibê weke meydan xwestina ji hebûna Amerîka li herêmê pênase kir. Di vê derbarê de Cêvrî Îran û Hîzbulah bi piştgiriya hêzên rejîma Sûrî tawanbar kirin. Lê ji dewama “guş û matbûna” rêzdar Cêvrî diyar dibe ka zilam çiqas berketiyê Idlibê ye? Derket ku Cêvrî û Amerîka bi fikarin ka wê piştî ku Rûsya û rejîma Sûrî herdu rêyên M4 û M5 bixin bin serweriya xwe, gelo wê berê xwe bidin bajarê Idlibê yan na?. Nola dostên xwe yên li ser dika desthilatdariya li Tirkiyê Cêvrî jî ketiye nav xem û qisawetan!. Çawa ku Tirkiyê heya niha komên li Idlib û hemû çeteyên li Sûriyê weke terorîst qebûl nekiriye, her hal Cêvrî û rêveberiya wî jî hewl didin El Nusraya ku li ser lîsteya wan a terorê ye, rewa bikin?. Ji ber vê jî fikarên Amerîka piştî M4 û M5 in. Ji lew re jî di bin çavdêriya wî û rejîma wî de faşîzma Tirkiyê berê xwe daye topbarankirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Gefan li rejîma Sûriyê dixwe û herêmên Şehba, Efrîn, Eyn Îsa û Tiltemirê topbaran dike!.
Ji xwe li gorî Erdogan û zimreya wê ya desthilatdariya faşîst ku bi salane gelên Sûriyê dixapîne, hemû deverên Sûriyê kûrahiya ewlekariya wî ya neteweyî ne. Lê hemû jî, Ji Heleb heya Der`ayê bigire bi lihevkirinan radestî rejîma desthilatdar a Baas kirin. Îro jî heman tiştî li Idlibê dike û rondikên sûsmaran dibarîne.
Ger em çavekî li aloziya li Sûriyê rûdaye bixin, parêzgeha Idlibê yekemîn bajarê ku li dijî desthilatdariya Baas serî hildaye. Lê bi mudexeleya Tirkiyê nava aliziyê Sûriyê de, ev bajar û hemû bajarên Sûriyê hatin terorîzekirin. Parêzgeha Idlib a bakur-rojavayê Sûriyê di Adara 2015ˈan de ji aliyê Erdogan ve radestî çeteyên Elqayîde bûye. Di ser Tirkiyê re veguherî qubleta terorîstên biyanî û yekemîn bajarê ku terorîstan berê xwe didanê bû. Îro jî li kêleka herêmên ji aliyê faşîzma Tirk ve hatine dagirkirin, veguheriye jêdera terora cîhanî. Her wiha bûye navenda zêdetirî 100 Hezar çeteyên El Nusra. Di bin venerîna Tirkiyê de jî, îro li Idlibê çeteyên DAIŞ hatine bicihkirin. Kuştina El Begdadî li Idlibê ne tesaduf û ne jî rasthatinek ji rêzê bû?.
Erdogan weke her carê, îro hewl dide dunyayê iqna bike ku projeya wî ya herêma bi ewle çareseriya tekane ye. Ji lew re pêwîste projeya ku bi erêkirina Amerîka li Serê Kaniyê, Girê Spî û heyanî Efrînê dest pê kiriye, bi Idlibê re serguha bike. Ango li wir jî herêma bi ewle ava bike û xeta xwe ya ku digihêje behra Spî temam bike. Armanca wî jî pêşîlêgirtina li statuya Kurdan û dijatiya ji projeya demokratîk re ye. Ji ber wê jî carinan bi qîrqîran û carinan jî bi lîzka li ser benê hegemoniyê meramên xwe li ser erdê pêk tîne. Lê pêvajoya aloziya Sûriyê wek ku rayedarekî Rûsî jî diyar kiriye, isbat dike ku; çiqas dengê Erdogan bilind bibe, dêmekî bi tawîzdayînan sernizmiyek li cihekî kiriy.






