Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

JENS STOLTENBERGÊ Û NATO

09/02/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
HINEK DÎKILÊN WILO HÊNA KU…
Share on FacebookShare on Twitter

QASIM ENGÎN

Pêwîst e êdî were zanîn ku yên Erdogan wek gurekî dîn û har diajon ser Kurdan NATO ye. Yên Erdogan wek Gayê Îspanya li dijî Kurdan bi kar tînin jî NATO ye.
Em bala xwe bidinê; yên Tirk anîn Cerablûs, Bab, Îdlîb, Efrîn, Girê Spî û Sere Kaniyê jî NATO ye. Ev hemû ka çawa bi rêbazên pir plankirî hatine kirin, bi gotinên kesê bi navê Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenbergê hê başti fêm dibe.
Stoltenberg di pêvajoyekê de ku Erdogan Kurdan li Rojava û li Şingalê jî pêşengên wan weke DAIŞ’iyan dikuje, dide diyarkirin ku, hêza herî zêde li dijî DAIŞê şer kirî û pêşiya tehdîda DAIŞê girtî dewleta Tirk e.
Pir balkêş e ku; çi Ewropî, çi Amerîkî û çi Rus û çi jî gelek hêzên Ereban, pir eşkere û bi belgeyan nîşan dabûn ku dewleta Tirk bi serokkomarê xwe Erdoxan bi DAIŞ re eleqadar e û yê herî zêde piştgirî dayî DAIŞê jî carek din Erdoxan bixwe ye.
Çawa DAIŞî çek ji Tirkan girtine û çawa DAIŞê petrol firotiye Tirkan, bi belgeyan hatibû piştrastkirin. Herkes dizane ka Rûsan konvoyên petrola DAIŞ ji Tirkan re dibirin, çawa bombebaran kiribûn. Û herwiha herkes dizane ku rayedarên Amerîkî gelek caran nîşan dan ku, yên nahelên DAIŞ biqade dewlete Tirk bixwe ye. Ji ber wê gelek caran gotibûn, ji bo ku bikarin li dijî DAIŞê bikin, divê sînorê DAIŞê û Tirkan were qutkirin.
Digel ku rastî ev in û dewleta Tirk bûye palpişta DAIŞê, gotinên kesê bi navê Stoltenberg nîşan didin ku yên Erdoxan û dewleta Tirk bi her awayî ji bo piştgiriya DAIŞ gurr û geş kirîn, NATO ye. Di wê manê de yên Erdoxan li dijî Kurdan sor dikin û sor jî kirine NATO ye. Êdî ev bi her awayî zelal bûye.
Dîsa di wê manê de pêwîstî heye ku her Kurd û herwiha her ferdê vê axê bizane ku NATO biryara qirkirina wan bi destên Tirkan daye. Ji ber wê bêhesab piştgiriya xwe ji dewleta Tirk ya dagîrker û faşîst re eşkere diyar dikin. Gotinên din yên weke; ”em we bernadin em nahêlên hûn werin kuştin” tev derew in.
Em bizanin ku gotinên Stoltenberg piştî kuştina lehengê mezin Zerdeşt Şingalî ji milê dewleta Tirk ve hatine kirine. Bi gotineke din Stoltenberg bi van gotinan kuştina Êzîdiyan rewa dibîne.
Em di gotinên Xanima Alman Merkel ya qirkirina Kurdan bi piştgirîkirina dostê xwe yê bi diran û devê xwîn jî heman tişta dibînin.
Bê ku em dirêj bikin, êdî pêwîstî heye ku Kurd pişta xwe nedin NATO, yan jî hêzên NATOyê. Wisa xuya dike ku serokê Fransa Macron beredayî negotibû ”Mirina Nato ya mêjî pêk hatiye.” Rastî jî ev gotinên Stoltenberg nîşan didin ku hem êdî NATO miriye, hem rayedarên wê mêjiyên xwe xwarine.
Çawa ku tê zanîn yên ji milê mêjî ve mirîn, ne mûmkin e mirov gotin û ji biryarên wan bawer bike. Kes û saziyên wiha ka wê kengê çi bikin û çawa tev bigerin ne diyar e.
Eger rastî wiha ne, Kurd çawa dikarin pişta xwe bidin NATO, Amerîka, Almanya û her wiha? Gotinên Stoltenberg nîşan didin ku divê Kurd pişta xwe bidin xwe tenê.
Bêguman pêwîstî heye ku Kurdên li seranserê cîhanê, bi nameyan xwe, kesê bi navê Jens Stoltenbergê bêhastû û Xanima her tim ji ber difna Erdoxan dûr nakeve, ji ber geşkirina kuştina Kurdan li her cihî şermezar bikin!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.