Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

LI EWRÛPA DOZÊN PKK

03/02/2020
in ROJEV
A A
Çîroka wêneyek ji Sinê
Share on FacebookShare on Twitter

 

Faruk Sakik

Di 12’ê Îlona 1980’yan de li Tirkiyê darbeya leşkerî çêbû. Ji ber zilma 12ê Îlonê, gelek rêxistinan berê xwe dan Ewrupa.

Di demek waha de PKKê, biryar girt ku li çiyayê Kurdistan û rojhilata navîn bimîne.

Lê piştî demekê li Kurdistan hovitiya dewleta Tirk, derket asta herî jor û Kurdan jî berê xwe dan koç û koçberiyê. Hatin li Ewrupa bicih bûn. Bi giranî kurdan weletê Almanya tercîh kirin.

Dema kurd hatin Ewrupa PKK’ê ji bo ev girseya hatiye, di nave jiyana Ewrupa de nehele; dest bi rêxistinkirinê kir. Ne tenê di warê siyasî de, ji bo parastina ziman û çanda kurdî jî têkoşînek taybet da meşandin.

Ev Kurdên ku di wan salan de hatibûn Ewrupa jî, êdî hêdî hêdî li dora PKKê di civiyan.Rêxistinbûna PKKê ya li Almanya bala dewleta Tirk jî kişandibû.

Dewleta Tirk ji rayedarên Alman xwest ku mudaxele li PKK’ê bike û Kurdan kirîmînalîze bike.

Di 1987’an de dozên lêpirsînê, di 1988’an de fermana girtina endamên PKK’ê û di 1989’an de jî, li Duseldorfê bi sûcdariya “terorê” li hemberî PKK’ê doz hat vekirin.

Di 24’ê Cotmeha 1989an de, Doza Dusseldorfê destpê kir.

Di hucreyên dadgehê de, zêdetirî 20 siyasedmedar û aktivîstên Kurd dihatin girtin. Di nav wan de hin kesên wekî Dûran Kalkan, Alî Haydar Kaytan û Hüseyin Çelebî jî hebûn.

Kurdên li Ewrupa dijiyan, di 1993’an de li bajarê Bonn ê Elmanyayê, meşeke bi tevlêbûna sed hezar kesî pêk anîn û xwestin şerê qirêj bi dawî bibe.

Di wê pêvajoyê de li Tirkiyê Tansû Çîler serokwezîr bû û li Elmanya jî Helmût Kohl. Du dostê hev ên baş bûn. Dewleta Tirk çeka xwe ya endamtiya NATO bikardianî. Daxwazên Tansê Çîller yên qedexekirina PKKê, ji aliyê Helmut Kohl ve hatibû qebûl kirin. Helmût Kohl, wezîrê karê hundir Manfred Kanther derxist pêşberî Kurdan. Kanther serdozgerek jî di vê mijarê de erkdar kiribû.

Ev serdozger bi lez û bez di 26’ê Mijdara 1993’yan de biryara qedexekirina PKKê da.

Bi vê qedexeyê re jî her tişt guherî. Her tişt hatibû qedexekirin. 29 komeleyên Kurdan hatibûn girtin. Di nav komeleyan de saziyên ragihandinê jî hebûn. Rojek piştî vê biryarê rojnameya tirk Hurriyetê ev manşet bikar anî; “Danke Herr Kohl” ango spas birêz Kohl.

Di sala 1996an de bi navê Med Tv têlevizyonek Kurdan hat avakirin. Studyoyên vê televîzyonê jî li Brukselê bûn. Dewleta Tirk ji bo weşanên televîzyon bigire, bi dewleta Belçîkayê re xebatên lobî dimeşand.

Belgeyên ku li Belçîka bi destketibun, di Hezîrana 1997’an de, di rojnameya De Morgen de hatibû weşandin. Digot, plana vê operasyonê li enqerê hatibû dayin û peyman ji aliyê herdû dewletan ve hatibû îmzekirin. Û ev peyman di 9ê Tîrmeha 1997’an de, di navbera midûrê ewlekariya giştî ya Belçîka Wîlly Darîder û yê ewlekariya giştî ya Tirkiyê Alaettîn Yuksel de hatî îmzekirin.

Di peymana 18’ê Adara 1996an de, navê vê operasyonê wek “Operasyona Spûtnîk” hatibû binavkirin.Di vê pêvajoyê de hikumeta Tansê Çîller, desthilat bû.Mehmed Agar jî Midurê Ewlehiya Tirk a giştî bû.Ev peymana ku li Enqerê hatibû îmzekirin, bûbû sedema erişên saziyên Kurdan yên li Ewrupa.Yek ji van hedefan jî têlevizyona Med bû.

Demek şûn de, di 16 Îlona 1996’an de, vêcarê hedef studyoyên MED TV yên li Bruksel û navçeya Denderleuw bûn..Di operasyona li hember televîzyona Kurd de 200 cendirme û polêsên Belçîkî cîh girtin.

Piştî van erişan komploya navnetewî li hember kurdan ket meryetê. Bi dîl girtina Rêber Apo, li Ewrupa heta demekê bêdengî hebû. Lê belê dem bi dem li dijî siyasetmedarên Kurd êriş pêk dihatin.

Tirkiye bi komployê biserneketibû û karta xwe ya NATO careke din di siyaseta xwe ya lidijî Kurdan de xist pratîkê.Dixwest ku PKK û tevgera azadiyê were tasfiyekirin.Li Belçikayê hevdîtin hebûn. Amerîka jî tevlî van hevdîtinan dibû.

Li Brukselê ji ber lêpirsînekê, sala 2006’an dozek hatibû vekirin. 37 kes û sazî hatibûn darizandin. Ji bo van kesan li sûcek digeriyan lê nedidîtin.Lê di 2010’an de derbasî qonaxek nû bû.

Dewleta tirk û hukumeta AKP’ê operasyonên qirkirina siyasî, ku di sala 2009an de li bakûrê Kurdistan dabûn destpêkirin, bi Tirkiyê re sînorkirî nehiştin.

Piştî demekê, bi hevkariya qirêj û pêşkêşkirina derfetên aborî yên Tirkiyê, belavî Ewrûpayê kirin. Ev operasyonên qirkirina siyasî jî, ji Belçîkayê dan destpêkirin.

Polîsên Belçîka di 3ê adara 2010’an de, êreşî studyoya Roj Tv, radyoya Dengê Kurdistanê yên li Denderleuw û Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê kirin.

Polîsên Belçîkayê, hemwext, Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal û Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê Zubeyîr Aydar, tevî gelek siyasetmedarên Kurd jî binçav kirin.

Remzî Kartal, Zubeyîr Aydar, Adem Uzun û hin siyasetmedrên din, wê demê hatin girtin û girtî man. Piştî vê serdegirtinê, dozgeriya Belçîkayê li gorî hişmendiya Tirkiyê tevgeriya û derbarê 36 siyasetvan û rojnamevanan de doz vekir.

Dema doza PKKê li Belçîka dewam dikir, Yekîtiya Ewropayê jî di 10’ê Sibata 2014’an de, bi daxwaza Tirkiyê, PKK’ê xistibû lîsteya “terorê”.

Ev lîste jî wekî berdewamiya lîsteya piştî êrişa 11’ê Îlona 2001’an a li Amerîka bû.

Di 1’ê Gulana 2014’an de, ji rêvebirên PKKê Murat Karayilan û Duran Kalkan, bi navbênkariya parêzerên xwe serî li Dîwana Edaletê a Ewrupa dan û îtiraz kirin.

Lîsteya “terorê” ku her şeş mehan carekî nûjen dibe, ji aliyê parêzerên Kurdan ve dahate îtirazkirin. Doz dewam kir û di merheleyên cûda de derbas bû.

Dozgerê Belçîkî di îdîanameya xwe de, wekî dozgerê Tirk be tevgeriya û PKK wekî rêxistineke terorîst bi nav kir. Lê belê heyeta dadgehê di rûniştina 3’ê Mijdara 2016’an de, biryar da û îdîayên dozger red kir.

Dadgehê bal kişand ser têkoşîna ku PKK dimeşîne û biryar da; ku ev têkoşîna PKK’ê, ne mijara terorîzmê, berovajî têkoşîna çekdarî ye.PKK aliyek şere.

Dozgeriya Belçîkayê raporên hin profesorên li gorî hişmendiya Tirk tevdigeriyan wekî sedem nîşan da û îtîraz kir. Rûniştina dozê di 9’ê Gulana 2017’an de pêk hat. Dadgerê dozê ji bo mutala xwe amade bikin, heta 2’yê Hezîranê wext da dozger û rûniştin jî heya 25-26’ê Hezîranê da paş.

Dema ku ev doz dewam dikir, Dîwana Edaletê ya Ewrupayê di 15’ê Mijdara 2018’an de, têkildarî tevgera azadiya Kurdistanê; biryareke ku encamên girîng ên hiqûqî û siyasî tê de hene, girt.

Di biryara dadgehê de,   daxwaza Yekîtiya Ewrupa ya ” ji her şeş mehan carekî PKK di lîstyê de bimîne” di cîh de ne dîtin û gotin; kêm hate hesibandin. Delîlên we qîm nakin.

Dadgehê biryara ku di 2014’an de ji hêla Yekîtiya Ewrupa ve, di derheqê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê de hatibû girtin û PKK’ê xistibûn lîsteya “terorê”, di cîh de nedît.

Û dadgehê biryar da ku ev doza ji 3 sal berê ve dewam dike, divê tevahiya mesrefên parêzerên aliyên Kurd, ji aliyê Yekîtiya Ewrupayê ve were dayin.

Dewletên Yekîtiya Ewrupa ku bixwazin PKK’ê di lîsteya “mijare” de bigrin, mecbûr bûn ku hincetên nû derxin pêş, an jî tiştên xeyalî peyda bikin. Li gor vê biryarê zemîneke hiqûqî ya ku PKK pê di lîstî de bimîne nema bû.

Ev biryara Dîwana Edaletê bandora xwe li gelek dozên ku li gelek dewletan pêk dihatin jî dikir. Bi taybetî jî wê bandor li doza Belçîka ya PKK’ê, ku di sala 2006an de hatibû vekirin bikira. Û çavê herkesî li doza Belçîka bû.

Herî dawî Dadgeha Îstînafê di 8’ê Adara 2019’an de, derbarê du dozên cihê de biryar da ku PKK “hêzeke çekdarî ya ne dewletî” ye.

Îtîrazên dewleta Tirk û Dozgeriya Federal a Belçîkayê biryara Dadgeha Îstînafê, di 20’ê Adara 2019’an de bir temyîzê.

14’ê Çileyê li Brukselê rûniştina doza PKK’ê li Dadgeha Bilind a Belçîkayê pêk hat.Parêzerên dewleta Tirk a dagirker û dozgerekî wê, ji bo parastinê daxwaza demê ji heyeta dadgehê kirin.Li ser vê yekê taloqî 28’ê Çile hat kirin.

Û ew roj hat. 28 Çile 2020. Ew dozgerê Dadgehê ku di rûniştina pêşî de gotibû, biryara dadgeha Îstînafê a derheqê PKK’ê de ku dibêje “ne rêxistineke terorîst e”, ne di cih de ye û xwestibû were erêkirin. ew roj mafê axaftinê negirt.

Li ser vê yekê Dadgeha Bilind a Belçîkayê jî, biryara xwe ya dawî eşkere kir.Dadgehê biryara dadgeha Îstînafê ya “PKK ne rêxistineke terorîst e” ” PKK hêzeke çekdarî ya ne dewletî ye” erê kir.

Ev biryar, biryara herî dawî bû ku tu alî êdî nikarin îtraz bikin. Piştî biryarê êdî herkes li bendê ye Yekitiya Ewrupa PKKê ji lîsteya terorê derbixe. Û li hember PKK’ê li gor statuya “aliyek şer” tevbigerin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.