Medeni FERHO
Hefteya borî, salvegera 75. ya komkujiya kampa Auschwitzê bû.
Di civînên bîranîna komkujiya Auschwitzê de, gelek serokwezîr û serokdewlet amade bûn. Civîna herî mezin jî li Elmanya çêbû. Şansolye Merkel, hê toza pêlavên xwe ya çûna Stenbolê û hevdîtina bi Erdogan re paqij nekiribû, tevlî civînê bû û axaftinek kir.
Şansolye Merkel, “zahirî” li dijî faşîzmê û komkujiyan e, “batinî” destekê dide komkujiyên faşîstê serdemê Erdogan.
Serokê Emerîka Trump jî, di rojên komkujiya Auschwitzê de, “aqilê Emerîka”, kir nava haraketê. Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navî “Plana Sedsalê” eşkere kir. Plana Sedsalê, ji nû ve nivîsandina “jiyana Mûsa” ye!.. Mûsa, hem hişmendiya azadiyê li Misirê bela kir, hem gelê Îsraîl ji zilma Firewn rizgar kir. Lê Trump, nakokiya navbera gelê Israîl û gelê Filîstînê kûrtir kir. Derfet dan rêxistinên îslama radîkal, derfet dan faşîzma Mollayên Îranê û faşîzma Îxwanî Erdogan.
Bûyera siyemîn ku di heman demê de hat çêbû, Biryara Dadgeha Bilind ya Belçîka ye. Dadgeha bilind ya Belçîka, biryara “PKKe ne rêxistineke terorê ye” erê kir. Ev biryar, di çarçoveya formûla diyalektîka jiyanê de, redkirina hemû nakokiyan e, -komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê û tecrîd jî di navê de- redkirina “reçete”yên hêzên serdest e.
Her sê bûyer jî dîrokî ne û wê bandorê li paşrojan bikin!..
Bi taybetî biryara Dadgeha Bilind ya Belçîka, di keleha modernîteya kapîtalîst de deverek vekir.
Dema em bi aqilê şiyar li bûyeran binêrin, em ê bibînin ku, her du bûyerên pêşî, encama “reçete”yên hêzên serdest û sîstema modernîteya kapçtalist e. Reçeteyên hêzên serdest, heta îro, birînên gelan derman nekirine. Tersê wê, êş û azar û goristan zêde kirine. Dîsa jî zembereka dîrokî ji destên xwe bernedane.
Biryara Dadgeha Bilind ya Belçîka, ji her du bûyeran cuda ye, serdestiya hiquq diparêze… Ev jî tê wateya jiyana hevpar, wekhevî, azadî û demokrasiyê. Biryara Dadgeha Bilind ya Belçîka, encama serketina Kobanê û gotina “Koban bajarê şehîd e”. Bi qasî gotina “cîhan deyndarê Kurdan e”, mirovayî ji belayeke mezin rizgar kirin. Encama şoreşa Rojava û têkoşîna jinan ya li dijî komkujiya Parîsê ye.
Divê intalijansiya Kurd, bi berfirehî li ser vê rastiyê raweste û binivîse.
Întelîjansiya Kurd, di aliyê nivîsandinê de Tiralê Baxdayê, yan jî Oblomovê Gonçarov e!.. Li hemberî destîniya xwe xemsar e, ev jî dibe sedema ku li hemberî destîniya gelê xwe jî xemsar be. Şerê çil salî jî, tevahiya intelijansiya Kurd, ji “hikmet-î hikumeta Îttîhadî” rizgar nekiriye. Êdî hatiye fêmkirin ku, exlaqê polîtîkeya inkar û tinekirinê, ji exlaqê siyaseta cîhana modern gelek cûdetir e.. Exlaqê faşîzm devşîrmeyan nîne.
Reîs Erdoganê ku xelîfetiya DAIŞê girtiye ser xwe, meşkên keleka aborî, siyaset û civakên Tirkiyê bi bayê derewam pif dide. Ev kelekên bi bayê derewam hatine pifdan wê di demeke kin de pûç bibin. Erdogan, realîzma Makyavelîst derbas kiriye. Di neynika dîrokê de, ji Hîtler xeraptir, bi mazoşîstî hereket dike. Erdogan weke çeteyên DAIŞê, ji dewletan, ji Yekîtiya Ewropa xwêkî, fidye û xeracê distîne. Herî dawî Şansolye Merkel jî, bi çûna dawî ya Stembolê, xwekî û xerac da Erdogan.
Em careke din vegerin ser biryara Dadgeha Bilind ya Belçîka. Biryara “PKKe ne rêxistineke terorê ye, PKK rêxistinek siyasî û çekdar e. Divê şerê PKKê, di çarçoveya huquqê şer yê navneteweyî de were nirxandin”, biryareke dîrokî ye..
Biryarê da xuyakirin ku zembereke dîrokê, ne di destên hêzên siyasî de ye. Hêzên siyasî, cîhanê nikarin bikin “mezbaha-qesabxane”ya faşîzma kesên weke Erdogan. Divê hêzên serdest, biryarê, wek barametreya serdestiya hiquq bibînin û siyaseta ku bi qasî serdema Roma, bêexlaqî daxistine kolanan terk bikin.
Formûla diyalektîkê yek e, ne didu ne, baskek ji vê formûlê serdestiya hiquqê gerdûnî ye.






