zekî bedran
Bi gotina Rûsya û rejimê, bi paqijkirina Idlibê ji hêzên çekdar wê di aliyê leşkerî de şer biqede. Lê wisa xuya dike ku li qadê kar wisa bi hêsanî nameşe. Lewre Rûsya bi têkiliya bi Tirkan re danî, Tirkiye li Sûriyê kiriye aliyekî şer. Rûsya, ji bo ku Sûriyê bixe binê ewlekariyê û rejimê li ser piyan bihêle, bi alîkariya Tirkiyê çete ji deverên weke Heleb û Xûta derxistin û qebûl kir ku li Idlibê kom bibin. Rûsya, Tirkiye û Îran girtin cem xwe û bi pêvajoya ku jê re dibêje Soçî û Astana, hêzên koalisyonê yên navneteweyî li derveyî pêvajoyê hiştin. Bi vî awayî xwest çareseriyeke li gorî xwe pêş bixe. Bêguman hedefa Tirkiyê dijminiya Kurdan bû. Ji bo ku qirkirina Kurdan ya sedsalê temam bike, berê xwe da Kurdên Sûriyê jî. Bi bazara bi Rûsya re kirî û bi erêkirina wê bi şerekî wêranî Efrîn dagîr kir. Bi derxistina Kurdan ji herêmê qirkirina etnîkî pêk anî.
Di binê navê herêmên bê şer û bi gotina herêmên ji çekan hatîn paqijkirin de, Tirkiyê li derdora Idlibê 12 nuqteyên çavdêriyê yên leşkerî ava kirin. Di serî de El Nusra, ev ji bo hêzên çekdar sîwaneke ewlekariyê bû. Tirkiyê dîsa bi lihevkirina bi Rûsya re Kurd li derveyî komîteya destûra bingehî ya Cinêvê ya bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hiştin. Herwiha bi bazara bi Rûsya re û bi piştgiriya wê, bi pêşîvekirina Trump, Girê Spî û Serê Kaniyê vegirtin.
Polîtîkayên Rûsya yên berjewendîperest, li Sûriyê herêmên Tirkiyê yên dagîrkeriyê gav bi gav fireh kirin. Tirkiyê, di binê navê “Artêşa Neteweyî ya Sûriyê” de bi dehhezaran hêzên çekdar birêxistin kirin. Li Idlibê li cem bi dehhezaran çeteyên El Nusra û çeteyên din, yekser xwe birêxistin kir. Hêzeke leşkerî ya nû afirand. Rûsya, li milekî ku dixwest rejima Şamê li Sûriyê serdest bike û artêşa wê bihêz bike, li Sûriyê niha artêşeke duyemîn derketiye.
Dewleta Tirk ya faşîst ya Erdogan pêşengiya wê dike, dixwaze bandora xwe li Rojhilata Navî belav bike. Siyaseta wan bi dijminiya Kurdan re ne sînordar e. Di mijara Idlib û şandina leşkeran ya Libya de, ev baştir hat fêmkirin. Ji sala 2010an ve kirîza li Rojhilata Navî û lewazbûna dewlet-neteweyên herêmê, cesaret dan Tirkiyê. Erdogan geh xwe dispêre Rûsya, geh Emerîka û bi wî awayî li herêmê polîtîkaya xwe ya dagîrkeriyê didomîne. Li Tirkiyê krîzeke giran ya aborî û siyasî heye. Faşîzma Erdogan nikare van çareser bike. Li derve jî bi afirandina krîz û dagîrkeriyê hem dixwaze xeyalên xwe yên dagîrkeriyê xurt bike, hem desthilatdariya xwe biparêze. Ji bo pêkanîna wan her nirx û pîvanê dixe binê piyê xwe. Dixebite ku li hundir hevalbendên xwe yên kevin biperçiqîne, destkeftiyên demokratîk tine bike, li derve jî bi hişmendiya nijadperestî, bi dagîrkerî û şer temenê xwe dirêj bike.
Derdê Erdogan, bêguman ne yekîtiya gelê Sûriyê, bextiyarî û demokrasî ye. Eger em bala xwe bidinê, yên piştgiriya wan dike, rêxisinên weke DAIŞ, El Kaîde, Ixwan-ê Mûslimîn û bermayiyên wan in. Van jî ji mûxalefetê û nasnameya siyasî dertîne û dike amûrên polîtîkaya xwe. Li aliyekî van hêzan li hemberî rejimê bi kar tîne, li aliyekî li hemberî Kurdan, li aliyekî wan ber bi beriya Libya ve diajo û dema bixwaze jî, li Idlibê çawa ku bi Rûsya re li hev kir, yan dibe şirîkê tesfiyeya wan, yan çavê xwe digire.
Erdogan, tevgera Fethullah û derdorên demokratîk, ku bi desteka wan bû desthilatdar, tev firotin û perçiqandin. Herwiha bi MHPê re ku li Tirkiyê hêza herî faşîst e û bi Ergenekonê re itîfaq kir. Bêguman wê li hemberî hêzên li Sûriyê jî heman tiştî bike. Bi gotina “Ezê pirsgirêka Kurdan çareser bikim” bi salan hêzên demokratîk û Kurd mijûl kirin. Di dawiyê de ji bo ku Kurdan ji ser rûyê erdê tine bike, tevgerên tinekirinê yên herî mezin dike. Ewê li Tirkiyê wiha li Kurdan bike ku welatiyên wî ne û jimara wan nêzî 30 milyonî ye, çima li Sûriyê û Libya wisa li Ereban neke.
Erdogan li Libya li çi digere? Dibêje Hefter xiyanet li Qedafî kiriye û ne yê baweriyê ye. Kesên bi siyasetê re mijûl dibin, wê baş were bîra wan. Dema destwerdana NATO ya Libya ket rojevê, Erdogan digot, “Çi karê NATO li Libya heye”. Lê di demeke pir kurt de Erdogan bi piştgiriya NATO tevlî kesên Qedafî kuştîn bû. Ji wê rojê ve Libya bi ser xwe ve nehatiy. Erdogan niha dixwaze ji vê parçebûnê sûdê bigire û Libya bixe binê desthilatdariya xwe. Hukumeta Serac lewaz e, ji bo mana li ser piyan pêwîstiya wî bi alîkariyê heye. Erdogan jî vê ji bo xwe firset dibîne û destekê didiyê. Li hemberî wê, wê dest dayne ser çavkaniyên Libya û di heman demê de vê hukumeta lewaz bixe binê kontrola xwe. Ango wê Erdogan bibe xwediyê çavkanyên petrolê yên li Libya. Leşkerê xwe jî naşîne şer û mirinê. Civaka Tirkiyê rewşeke wisa ranake. Li şûna wan Erdogan komên çekdar yên ji Sûriyê kom kirîn dişîne. Li Sûriyê bi taybetî dixwest şerê Kurd û Ereban derîne û gelan bi hev bide şkandin. Li Libya jî wê Ereban bi hev bide şkandin. Li hemberî me hişmendiyeke emperyalîst, dagîrker û nijadperest heye. Gelên Rojhilata Navî tev neçara in li hemberî vê hişmendiyê yekîtiya xwe xurt bikin.






