Sîpan Şînda
Emê vê hefteyê rêzenivîsa xwe ya derbarê polîtîkayên Rûsya de bidomînin. Dema mirov îro jî li polîtîkayên Rûsya yên derbarê Kurdan de dinêre, ew qirêjiya dîrokî bi awayekî eşkere derdikeve pêş. Rayedarên Rûsya di sala 2018’an de ji aliyekî ve fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) vedixwendin Moskowa û perû dikirin, ji aliyê din ve jî bi Tirkiyê re di pişt deriyên qufilkirî de civînên planên êrîşên li ser Kurdan dikirin. Rûsya bi salan e Tirkiye bi piştgiriya IŞID û komên din yên radîkal tawanbar dikir. Her wiha ji ber polîtîkayên wê yên derbarê rejîma Sûrî de her tim rexne dikir. Lê belê piştî IŞID li hemberî Kurdan şkest, xeyalên Tirkiye têk çûn. Rejîma Baas jî qederekê rihet bî. Rûsya jî êdî biryar da ku dema planên nû hatiye ku wan bêxe dewrê. Ev plan jî dîsa her li ser Kurdan bûn. Ji bo Rûsya Kurdan di warê polîtîk û leşkerî de bêxe deravê teng, û wan mecbûr bike ku li gorî gotinên Rûsya hereket bikin, rû da Tirkiyê ku êrîşî Efrînê bike. Kurd, li hemberî vê polîtîkaya qirêj ya Rûsya mabûn di nava du avan de. Yan wê Efrîn teslîmî rejîma Baas bikiran, yan ji wê rastî êrîşên Tirkiye bihatan. Piştî Kurdan got em Efrînê teslîmî rejîmê nakin, Rûsya hem riya hewayê li ser Efrînê ji Tirkiyê re vekir, hem leşkerên xwe ji Efrînê kişandin. Bi vê jî rola xwe bi awayekî eşkere diyar kir. Di heman demê de Esed jî iqna kir (yan jî mecbûr kir) ku li hemberî êrîşên neyarê xwe yê mezintir Tirkiye bêdeng bimîne. Ya rast ev ji aliyekê ve bi kêrî Esed jî dihat. Çimkî êrîşa Turkiyê ya ser Kurdan heman demê Kurd li hemberî Esed ji zeîf dikirin. Piştî Tirkiyê êrîşî Efrînê kirî, hêzên Esed tavilê li Helebê êrîşî herêmên QSD’ê kirin. Di nava vê xirûcirê de çapemeniya Rûsya jî bi manşetan dixwest raya giştî bide bawerkirin ku destê wan di nava van êrîşan de nîne. Digotin Rûsya ne deyndarê Kurdan e û berpirsiyarî tavêtin ser Emerîka. Digotin Emerîka çek dan Kurdan, piştgiriya wan kir û li hemberî Tirkiyê sîr dan. Digotin her çenda Rûsya Emerîka şiyar kiribe ji, lê Emerîka guh nedaye wan û ji ber vê jî berpirsyarê vê êrîşê Emerîka ye. Heta di hinek rojnameyên Rûsya de dihat nivîsîn ku ji bo navbera Emerîka-Tirkiyê xerab bibe, divê Rûsya Efrînê bide Tirkiyê û polîtîkayên xwe li ser vî esasî bi rê ve bibe.
Dema aloziya dîplomatîk di navbera Rûsya û Tirkiyê de derketî, di peyamên rayedarên Rûsya yên di çapemeniyê de derdiketin de, her tim dihat gotin, divê li Sûriyê makezagoneke federal bê çêkirin û li gorî vê, teksteke makezagonê amade kirine. Ji ber vê jî hewl didin Esed iqna bikin. Ev gotinên ha gelek caran dinyayê tevê bihîstin. Lê çi dema aloziya dîplomatîk ya di navbera Rûsya-Tirkiyê de ket riya xwe û pirsgirêkên di navbera xwe de hinekî çareser kirin, dîsa polîtîkaya Rûsya ya li ser Kurdan vegera ser “riya” xwe ya asayî. Piştî vê êdî di daxuyaniyên rayedarên Rûsya de ev gotinên ha nehatin bikaranîn. Di Konferansa Soçî de di nava birayerên girîng yên hatîn standin de yek jê xala komîteya makezagonê ya ji 50 kesan bû. Ji ber vê jî welatên garantor Rûsya, Tirkiye û Îran bûn. Van her sê dewletan wê her yekê lîsteyeke ji 50 kesan amade bikira. Komîteya ji 50 kesî jî wê ji nava van 150 kesan bihata bijartin. Lê weke her demê Tirkiye û Îran li Soçî jî li hemberî Kurdan derketin.






