Idrîs Henan
Di aloziya Sûriyê ya ku şiklê qeyrana herî kirêt li xwe barkiriye de, herêm û bajar xwedî taybetmendiyên stratejîk in. Kî li kuderê serwer be, taybetmendiya hêza xwe derdikeve. Ji lewra bi salan e hemû hêzên li ser erdê di pêşbirka bidestxistina cografyayê de ne. Di destpêka aloziyê de komên qaşo “muxalîf” rikberiyê, di bin navê rizgarkirina axa Sûriyê û rûxandina keleha rejîma desthilatdar a Baasˈê de, berê xwe dan kiritandina axê. Bi vî awayî jî, taybet bi piştgiriya Tirkiyê, Qatar û hinek welatên dîtir ên Ereb û Ewrûpayê, komên çekdar di demeke kurt de beşek mezin ji teretoriya vî welatî xistin bin kontrola xwe. Lê ji ber ku tu projeyek wan a neteweyî ku bi kêrî hemû heyînên li Sûriyê bike nîn bû, berê xwe dan xizmeta ecîndeyên derve. Ji porjeyên cîhanî û herêmî re bûn amûr û alavên pêkanînê. Bi xisletên faşîzane ên mudexelekeran re bûn yek û li şûna biçimê neteweyî şiklê hovtirîn terora cîhanî li xwe bar kirin. Êdî bi şêweyên çetetiya nola DAIŞ, El Nusra, Ehrar El Şam, Sultan Murad,…. hwd derketin pêş. Di oxira xizmeta şoşbanan de, gelên Sûriyê dan ber kêran û şoran û dest bi hemleya xwînî ya li kêleka rejîma desthilatdar kirin.
Parelelî van hemû ecîndeyên derve, kom û girûpên teror, projeya demokratîk a gelan jî di malzarokatiyê de dixulxulî. Li benda teqînê bû ku pêşengiya gelên Sûriyê yên azadîxwaz bike û rê li ber terorekirina pêkhateyên Sûriyê bigire. Pir dirêj nekir û Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk li herêmên Rojava hatin ragihandin. Ango senyala guherîn û veguherîna rasteqîner lêket. Êdî gel û hêzên xwe yên birêveberiyê û parastina cewherî li qadên demokrasiyê li hemberî her cureya êrişan li ber xwe didan. Li ser esasê şoreşa zinhî qonaxên guherîn û veguherînê dest pê kirin. Bi vê zihniyeta xort çepera berxwedanê xortir bû û hêviyên gelên li Sûriyê ji nû ve zindî bûn. Hemû kiryar û têkoşîna sîstemê yên jirêderxistina civakê û kesan vala hatin derxistin. Fikra azad ya xweser derket pêş. Vê yekê jî rê li ber modelên derve yên ferzkirina çareseriyan girt ku tekane hêza çareserker, fikir û ramanên dînamîka gelên resen e.
Dikare pirsgirêk û aloziyên hundirîn bi hişekî qewîm li ser jêdera xwe bête çareserkirin. Carek din îsbat bû ku tu projeyek biyanî nikare li ser vê xakê û qadê mayînda çareseriyan pêk bîne. Ji bilî têkelbûn û marjînalkirinê tu şansekî azadiyê bi van projeyên biyanî re nîne. Ango koletiya nûjen e. Lê bi projeya demokratîk a rêveberiyên xwecihî re şopên heqîqetê ronî dibin û rastiya herêmê ya dîrokî ya bi rêgez têye jiyîn.
Bi sepandina rastiyên dîrokî re asta hovîtiya êrişên kujer jî bilindtir dibe. Ji ber vê jî em dibînin li her derê welêt nola gola reqûbeqan lê hatiye. Hemû alî rejîm jî di nav de, li ber niyeta dagirkeriyê û berfirehkirina serweriya cografîk in. Li hemberî hêza demokratîk a gelan jî hem fikir in. Lê nola ku rêzdar Ocalan gotiye; dema ku gelên heyranên azadî û demokrasiyê xwedî li bedena xwe “ziman, cografya, çand” derkevin, bê guman wê serkeftina birûmet jî misoger be.






