Bi mebesta salvegera 6. a damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Efrînê, ku 29ê Çileya 2014. Hat ragihandin, Hevserokê Desteya Şaredariya Gel a Herêma Efrînê Fayiq Ehmed ji rojnameya Ronahî re axivî. Ehmed di axaftina xwe de cangoriyên berxwedana Rêveberiya Xweser bîr anîn û wiha got: “Di demekê de ku bayê qeyranê li her dera Sûriyê dixist, Rêveberiya Xweser fena kêştiya xilasiyê hat ragihandin”
.
RÊVEBERİYA XWESER PÊKVEJİYAN E
Hevserokê Şaredariya Gel a Herêma Efrînê Fayiq Ehmed, di dewama nirxandinên xwe de wiha axivî: “Kantona Efrînê di binê sîwana Rêveberiya Xweser de, ji aliyê siyasî, aborî, civakî û parastinê ve birêxistinkirî bû. Li ser hîmên biratiya gelan û pêkvejiyanê, tevna civakî dihat ristin. Ji ber wê Rêveberiya Xweser a Demokratîk ne destkeftiyeke gelê Kurd tene ye, destkeftiya tevahiya pêkhate û şêniyên Sûriyê ye. Di heman demê de kêştiya xilasiya gelên Sûriyê ji bayê qeyranê ye”.
SAZİYÊN RÊVEBERİYÊ DESTKEFTİYÊN GEL İN
Ehmed di dewama axaftina xwe de ev xal jî anî ziman: “Bi ragihandina Rêveberiya Xweser re, ji ber ku malên gel in, sazî û dezgehên gel hemû ji rûxandin û texrîbatê hatin parastin. Saziyên ku li ser fikra şoven a rejîma Baas dihatin birêvebirin, ji nû ve hatin avakirin û li ser bingeha felsefeya nûjen a Neteweya Demokratîk hatin sazûmankirin. Yek ji van saziyên girîng, Desteya Şaredariya Gel bû. Karê desteyê dabînkirina xizmetgûzariya rojane û pêkanîna projeyên stratejîk ên mîna ceyran, av, endazyarî, qîrkirina riyan û berjewendiyên dapî û tapoyan e”.
HER KES XWEDÎ ROL BÛ
Ehmed bal kişand ser jiyana hevbeş a li Efînê û wiha got: “Her kes dizane ku rêjeya Kurdan li Efrîn 90% derbas dike. Lê ji ber ku projeya me projeyeke exlaqî û polîtîk e, gel û olên li Efrînê dijîn tev hewandin nava xwe. Her aliyek, çi partiyên siyasî, pêkhate û çi jî olên cuda dibin, hemû jî di Rêveberiya Xweser de bûn xwedî rol û misyon”.
ARMANC AVAKİRİNA MİROV E
Ehmed îşaret bi rola exlaqî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk kir û ev xal li gotinên xwe zêde kir: “Armanca sereke ya Rêveberiya Xweser, avakirina mirovê birûmet û jiyana azad e. Tevî derfetên kêm, dorpêça rejîma Baas û Tirkiyê, dîsa jî şêniyên Efrînê bi rêveberiya xwe re li ber xwe dan û bi vîna xwe ya azad Rêveberiya Xweser parastin. Civaka Efrînê xwedî hêza rêxistinî ye. Ji ber vê xisletê, li beramberî her hewldana têkbirina jiyanê û komployên aliyên cuda, bi ruhekî hevbeş hevgirtina xwe parast. Ji xuleka sifrê dest pê kir. Dibistanên bi zimanê zikmakî vekirin û binkeyên gendeliya Baasˈê rûxandin. Pêşketin û geşedanên ku Rêveberiya Xweser li ser bingeha felsefeya Netewa Demokratîk a rêzdar Ocalan diafirandin, hemû bi pêşengiya jinê bûn. Ew jî ji ber rola jinê ya avaker û pêşxistinê bû. Ji ber wê Efrîn veguherîbû qubletgeha sûriyên ku ji agirê qeyranê direviyan”.
GELÊ EFRÎNÊ TÊKOŞER E
Hevserokê Desteya Şaredariya Gel Fayiq Ehmed di dawiyê de wiha got: “Gelê Efrînê gelekî têkoşer û xwedî îrade ye. Bi keda xwe rêveberiya xwe ava kir. Ji ber ku Efrîn herêmeke çandiniyê ye, civaka Efrînê jî xwedî sebir û saman e. Çawa ku bi salan xizmeta darên zeytûn, hinar û fêkiyan dike, bi heman hezkirinê jiyana hevbeş ava kir. Bi avakirina Komîn û meclîsan dest pê kir. Pişt re jî, sazî û dezgehên xwe yên Rêveberiya Xweser ava kirin. Ev şiklê jiyana demokratîk bi kêrî rejîmên desthilatdar ên Baas û AKPê nehat. Ji ber wû jî her li firsendekê digeriyan ku vê destkeftiya gelan biherifînin û têk bibin. Li ser van bingehan êrîşên dagîrkeriyê yên 20ê Çileya 2018ˈan dest pê kirin. Ji ber vê zanînê, gelê me jî ketiye wê ferqê. Çawa ku li Efrînê îro jî li Şehbayê rêxistinbûna xwe diparêze û berxwedana xwe li hemberî dagîrkeriyê didomîne”.






