Medeni FERHO
Ola pênûsê nîne, lê exlaqê pênûsê heye û cîhanşimûlî ye..
Di demên dawî de, li Bakurê Kurdistanê gelek saziyên wêjeyî ava bûn, komcivîn çêbûn, gelek pirtûkên Kurdî tên weşandin. Ev hewldanên avakirin û popûleriya demê ne û karên pîroz in.
Ziman, palê mêjî ye, mêjî bi kîjan babetê mijûl be, ziman wê babetê vedibêje. Li Kurdistanê rewşeke cuda heye. Beşekî ji nivîskarên Kurd, mixabin zimanê hafizeya civaka nû bi kar naynin..
Kurdistan, xasbaxçeyek ji ya cîhanê ye; gelek ol, netewe û baweriyên cuda lê hene. Ev ol, netewe û baweriyên cuda heman destîniyê dijîn. Ji bo vê jî, rêbaz û parametreyên nivîskarên Kurdistanê, ji nivîskarên cîhanê cuda ne. Nivîskarên Kurdistanê, nikarin ji hastên kollektîf yên Kurdistaniyan dûr bikevin.
Divê zimanê nivîskarên Kurdistanê jî, di aliyê felsefî, civaknasî û giyanî de, li gorî serdemê afîrîner be. Afîrînerî jî, bi îdeolojiya “gelên demokratîk” dikare çêbe. Ne tenê li Tirkiyê, li çar dewletên li ser axa Kurdistanê pelax bûne û li tevahiya Rojhilata Navî demokrasî nîne. Dagîrkerên Kurdistanê jî, bandorek gelek xerab, li dîrok, çand, û hişmendiya gelên Kurdistanê kirine. Ziman jî kûlot-kûloke kirine.
Pirsgirêk mezin e, giran e. Lewma, pêdivî bi hemleyeke xurt, kûr û demdirêj ya çandî heye. Lewma, pêngavên ku li Bakurê Kurdistanê hatine avêtin, girîng in, pîroz in. Pêngav didin xuyakirin ku, nivîskarên Kurd, (zimanzan jî di navê de) ji qonaxa rastnivîsê, tewanbariya devokan herêmî derbas kirine, girîngiyê didin rêbaz û parametreyên naverok, siyaset û rêxistina ziman. Ev baş e û pêwîst e!…
Ya girîng, hebûna ziman, nasnameya ziman, pêdivî û bikaranîna ziman e… Ji bo vê jî, divê parametre û rêbaz baş werin destnîşankirin û zemtkirin. Berxwedana li Kurdistanê kollektîf e, divê nivîskariya li Kurdistanê jî kollektivîzma nasnameyên cuda zemt bike. Barê Kurdan giran e, eger nivîskar diyalektîka zimanê serdemê zemt neke, nikare di binê vî barê giran de rabe. Destîniya civakên li Kurdistanê yek e û berpirsiyariya nivîskariya li Kurdistanê jî, parastina vê destîniya hevpar e…
Dibe ku zimanê civakên li Kurdistanê cuda bin, lê zimanê nivîskariyê dikare kollektîwizmê zemt bike û bikeve xizmeta destîniya hevpar. Li Tirkiyê, sed û hin sal in, tinekirina fizîkî û çandî heye. Faşîzma Îttîhadî, molekûlên bedena gelan û civakên cuda tine dike. Ev qutkirina şahdamerê hebûnê ye; lewma, Kurd, netewe û civakên cuda, di têkoşîneke hevpar de ne.
Di destpêka sedsala bîstan de, Îttîhadiyan, bi bîrdoziyeke faşîzan gelên li Kurdistanê tine kirin; Kurd bi kar anîn. Pişt re Kurdan dît ku bi kuştina hemwelatî, xizim û birayên xwe, xwe kuştine. Fêhm kirin ku dijmin, bi rêbaz û teknikên cuda bi parçekirina molekûlên bedenê, wan jî tine dikin. Di dema Osmaniyan û dema Komarê de, bi “nizamnameyên seferberiyê” êrîşî gelan kirin; îro jî bi heman rengî êrîşî Kurdan dikin. Ji bo vê jî, nivîskar nikare, civak û siyasetê, kultur û siyasetê, edebiyat û siyasetê, ziman û siyasetê ji hev cuda bike. Diyalektîka jiyanê vê qebûl nake. Bêguman zimanê wêjeyê û zimanê siyasetê, ji hev cuda ne, lê wêje herdem bûye akademiya siyaset û perwerdeya civakê.
Ji bo vê jî, divê siyasmedarên Kurd jî tevlî van pengavên entelektuelî û popûlerî bibin. Zimanê Kurdî, têkildarî mêjiyê Kurdî ye, bi qedexekirina zimanê Kurdî, mêjiyê Kurd jî tê qedexekirin. Hingî hişmendiya Kurd jî, feylesofiya civaka Kurd jî, ji holê radibe.
Lê cudatiyeke din heye; divê nivîskarên Kurd, di nivîsên xwe de, ne tenê ava kîmyewî ya mêjiyê Kurd, divê ava kîmyewî ya mêjiyê Kurdistanê bi kar bînin. Ev mêjî, wê rê li ber lîstikên dagîrkeran û cudabûnê dikin bigire.
Çûkên Kurdistanê, ji çûkên cîhanê cudatir, bi diyalektîka zimanê jiyana hevpar ya Kurdistanê dilorînin. Ronahiya kozmîk û germa cografya Kurdistanê bandor li zimanê çûkan jî kiriye. Ev derseke cidî ye!… Eger nivîskarên Kurdistanê, weke çûkan, zimanê diyalektîka jiyana Kurdistanê zemt bikin, wê bê dîtin ku, zimanê di dehhezar salên dijwar de stewaye û dikare bersiva tevayiya baskên zanistî bide.
Civaka Kurd, di şerê 40 salî de, mezin bûye, ji zarokatiyê rizgar bûye, hem molekûlên bedenî yekgirtî kirine, hem felsefeya civakî derxistiye holê… Hemberî ku dijmin, cografya Kurdistaniyan bi bombeyan tarûmar dike, her bostek ji axê leşkerek, polîsek, cerdevanek û sîxurek, wek darê tenûrê tê de çikandiye, bi ser neketiye; bandor li tematîka zimanê Kurdî kiribe jî, li mîmariya zimanê Kurdî nekiriye.
Eger ji bo mîmariya entelektûelî û popûlarî, keşfên nû, fikrên nû û guhertinên fizîkî û kîmyewî çêbin, asoyên paşrojan jî ronî ne.. Ji bo serketinê, pêdivî bi sê tiştan heye: Yek; zemtkirina felsefeya zihnî ya serdemê. Du; meşa di riya Ehmedê Xanî de. Sê; terkkirina derfet û dildariya zihnî ya dagîrkeran…






