Zekî Bedran
Di şoreşên Rûsya û Fransa de wêjeyê roleke erînî ya girîng lîstin. Wêje bi awayekî, bû çavkaniya têkoşîna siyasete. Lê di şoreşa Kurdistanê de rewş cuda ye. Ji ber inkarkirina nasnameya Kurdan, pêşiya xebata wêje û çandê her tim hat girtin. Ya pêşiya wêjeyê vekirî têkoşîna siyasî bû. Ji bo wê nivîskar û hunermend di têkoşîna siyasî de nikarîn bibandor bibin û derkevin pêş. Ev nayê wê wateyê ku nivîskar û hunermend hîç rola wan çênebûye, yan jî bêbandor bûne. Lê di bandora ser civakê û di guhertina civakê de di asta tê xwestin de çênebû.
Li Bakurê Kurdistanê tevgera azadiyê, wek tevgereke rewşenbîr û ciwanan derket holê û xwe birêxistin kir. Kurdî zimanekî qedexe bû. Rewşenbîr û ciwanan, yan derdorên cuda nikarîn ji çavkaniyeke wêjeya kurdî sûdê bigirin. Her tişta bi navê kurdîtiyê hatî pêşxistin, yan jî derketî meydanê, bi têkoşîn û xebata rêxistinkirinê pêk hat. Ji bo wê têkoşîna siyasî her tim bi ferqeke mezin li pêş bû. Li beşên din rewş ne cudatir bû. Zehmet e ku mirov beje ferqeke biwate hebû.
Di Kurdan de parçebûna neteweyî pirsgirêkeke mezin e. Rewşenbîr, hunermend û tevgerên siyasî tev ji vê parçebûnê nerihet in. Nêrîna hevbeş ya tevan jî ew e ku ji ber ku Kurd nebûne yek winda kirine. Çarparçebûna welat, destwerdanên hêzên mêtînger û dagîrker, ji sedemên bingehî yên astengiyên li pêşiya yekîtiyê ne. Tevgerên Kurdan ku herêmî mane û parçebûna malbatî, mezhebî û eşîrî, li pêşiya yekîtiyê her tim bûne asteng. Dijminên wan ji vê parçebûn û nakokiyan sûd girtin. Di nava gelê Kurd de jî ev zanebûn çûbûye. Gel yekîtiyê dixwaze. Ya rast mirov dikare beje ku li her çar parçeyan li cem gel yekîtî çêbûye.
Tevger tev û partî dibêjin em alîgirên yekîtiyê ne. Gel jî yekîtiyê dixwaze. Zanebûna wê jî çêbûye. Dibêjin heta ku yekîtî çênebe, em azad nabin û em bi ser nakevin. Digel van tevan ji bo çi yekîtî çênabe? Eger çareyek ji vê pirsgirêka dîrokî re neyê dîtin, wê Kurd dîsa bedelên mezin bidin û wê windayiyên wan pir bin. Pirsgirêka yekîtiyê pirsgirêkeke wisa ye ku divê bi hêviya derdorên siyasî û partiyan ve neyê hiştin. Çarenûsa gelekî li holê ye. Hin malbat û partî hê jî berjewendiyên xwe li pêşiya berjewendiyên gel digirin. Hin derfetên desthilatdariyê derketine, dixebitin li ser wan rûnin û di destê xwe de bigirin. Li şûna ku derfetên desthilatdariyê bi awayekî demokratîk bikevin xizmeta gel, dixebitin xanedanên nû ava bikin. Li ciyê ku girîngî ji malbatî û xanedaniyê re bê dayîn, diyar e ku yekîtî dernakeve pêş. Dema dibe axaftin, rewşenbîr û partî tev dibêjin, divê berjewendiyên neteweyî bikevin pêşiya berjewendiyên partî û malbatan. Lê çawa ku li ber çavan tê dîtin rewş ne wisa ye.
Ji bo wê divê rewşenbîr û hunermend, derbarê yekîtiyê de ji partiyan derbas bibin û rola xwe çalaktir bilîzin. Li hemberî partî û tevgerên siyasî, ku nivîskar û hunermend li paş nemînin û rewşa heyî qebûl nekin, girîng e. Divê xwe bêbandor û lewaz nebinin. Derdorên huner bi awayekî dikarin xwe bigihînin gel. Divê bikarin çand û zanisteke neteweyî û demokratik biafirînin û di ronahîkirina gel de rola xwe ya şoreşgerî bilîzin. Ev firsetên dîrokî herdem nakevin destê gelan. Parçebûn û windakirin ne qedera Kurdan e. Eger em bala xwe bidinê, hêzên mêtînger yên Kurdan di destê xwe de digirin, nakokiyên di nava wan de çi dibin bila bibin, derbarê Kurdan de dibin yek. Wê demê çima Kurd ji bo berjewendiyên xwe yên hevbeş nebin yek? Ji parçebûn û hevnegirtinê wê çi bikeve destê Kurdan? Bêguman pêkhatina yekîtiyê wê ne hêsan be. Lewre lîstik û planên li ser Kurdan mezin in. Kurdên ku tevlî van jî dibin hene. Lê Kurd nikarin vê wek qeder qebûl bikin û nikarin bi vê parçebûnê razî bibin.
Divê gel hê pirtir dest li mijarê werde. Yên nêzîkî yekîtiyê nebin, divê wan li cihê heq kirîn bidin rûniştin. Nivîskar û hunermend jî divê xwe bispêrin gel û gel şiyar bikin. Hêza bingehî û çavkaniya wan gel bixwe ye. Eger Kurd yekîtiya xwe çêkin, ti hêzên dagîrker wê nikaribin li hemberî wan bisekinin. Kurd gelekî mezin in. Xwediyên erdên fireh û dewlemend in. Tecrûbeyeke wan ya mezin ya siyasî û leşkeri çêbûye. Artêşeke wan ya xurt ya ji nivîskar û hunermendan çêbûye. Êdî di nava kêliyê de Kurdên her çar parçeyan ji hev agahdar dibin. Bi dehan kanalên televizyonan û derfetên têkiliyan derketine. Êdî ne dijminên wan tene li gorî xwe wan bi dinnyayê didin naskirin, derfetên wan bixwe jî yên dîplomasî, nivîs û xwedanasîna bi dinyayê derketin. Divê vê hêzê û van firsetan rast bi kar bînin û careke din destûrê nedin ku careke din winda bikin. Ji bo wê bê ku serê xwe bi desthilatdarî û berjewendiyan ve mijûl bikin, bi taybetî divê rewşenbîr û hunermend rola xwe ya dîrokî bilîzin, ji bo yekîtiyê zemînekî civakî biafirînin û bi ser qadên siyasî de biçin, zorê bidin wan. Divê ev wek hedefeke stratejik bê parastin û bi çavekî demkî lê neye nêrîn.






