Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Polîtîkayên Rûsya Li Ser Kurdan 6

26/01/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kurd û Dîroka Komara Tirk 7
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Kurd, li Rojava ji roja ewil û pêde bi rejîma Sûriyê re neketin nava tu şerî; tenê axa xwe û gelên li ser axa xwe parastin. Rûsya, ji bûna hevkarê xwe yê qedîm rejîma Baas ya faşîst biparêze, hemû hunerê xwe derxistin bazarê. Jiber ku Kurdan bi rejîma Baas re şer nedikir, Rûsya ew wekî hevkarê xwe yê xwezayî didîtin. Lê di rastiyê de ev hevkariyek rojane bû û ji bûna pêşeroja Esed û rejîma wî ya faşîst Baas ê bêxe di xarantiyê de û parastina berjewendiyên Rûsya yên li Rojhilata navîn bû. Nêzîkbûnek demkî bû û polîtîkayek rojane bû. Ji roja aloziya Sûriye destpê kirî û hetanî niha bêgoman yê Esed û rejîma faşîst Baas ê herî zêde diparêze Rûsya ye. Eva henê him di nava Netewên Yekbûyî de, him di nava dîplomasiya navnetewî de, him di warê leşkerî û pratîkê de ispat kir. Kurdan ji axa xwe bi berdêlên mezin parastin. Di gel van berdêlên mezin ji modeleka demokratîk ya li Rojhilata Navîn bibe mînak avakirin. Ev yeka henê bi gelik caran ji aliyê koalîsyona navnetewî ve ji hate piştrastkirin. Ev pergal li Efrînê ji hate avakirin. Rûsya li vir bi Kurdan re hevkarî ji dikir. Piştî di 24’î Sermaweza 2015’an de Tirkiye balafira şer ya Rûsya êxistî, Rûsya ji bûna tirkiye aciz bike têkiliyên xwe yên li ser berjewendiyan yên rojane bi Kurdan re bi awayekî eşkeretir domand. Lê bi qurnazî! Heta ku destûr da Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Moskowa bûroya xwe veke; lê belê ne statûya mîsyona dîplomatîk, statûya mîsyona jiderveyî hikûmetê dan vê bûroyê. Ango Moskowa ev nûnertiya PYD weke saziyeke sivîl qebûl kir û ne ji hikûmetê ne ji bûrokrasiya dewletê tukes tevlî vekirina vê bûroyê nebûn. Ev nêzîkbûna Rûsya ya li himberî Kurdan, bêgoman manevrayên polîtîk yên zirav bûn. Rûsya, di têkiliyên xwe û Kurdan de ev polîtîka ya zirav paşê ji domand. Rûsya ne li Cenevre, ne li Astana û ne ji li Soçî yê jibûna Kurd tevlî Konferansa Sûriyê bibin tu caran giraniya xwe nedanîn. Di hemû daxwiyaniyên rayedarên Rûsya de ev yeka henê bi awayekî eşkere diyar dibû. Di hemî daxwiyaniyên xwe yên li ser çareseriya aloziya li Sûriyê de dayîn de her tim zimanek dîplomatîk bikaranîn. “Em dibêjin ku bila hemî alî tevlî çareseriyê bêne kirin.” Dema rojnamevanan digotin ‘Kurd ji di nav de?’ ewan jibêyî hemdê xwe digotin erê. Lê belê ev di pişt perdê de çiqes diparastin ji dawet nekirina Kurdan ya li ser masê diyar e. Ango di vê pêvajoya girîng de dîsa qedera Kurdan teslîmî wijdana du neyarên Kurdan yên mezin, Îran û Tirkiye kirin. Weke di sala 1946’ê de li Mahabadê kirîn. Êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê ji bêgoman encama polîtîkayên Rûsya yên zirav bû. Her çend ji pêşiya Konferansa Soçî yê bi dengekî bilindtir di daxwiyaniyên xwe de digotin wê Kurd tevil Konferansa Soçî bibin ji, di rastiyê de ev li gor polîtîkayên Rûsya yên li himberî Kurdan bû û nîşana li hevkirina bi Tirkiyê re bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.