Idrîs Henan
Diyare bi sala nû re planên li ser erdê jî nû bûne. Ji dawiya sala kevin û vir ve serdan, civîn û hewldanên lihevkirinê di navbera hêzên li ser xaka Sûriyê û Rojhilata Navîn de dewam dikin. Lê gotina tang, top û balefiran û ya siyasetmedar û berpirsan li ser erdê hev û din nagire. Bi qasî ku dengê kuştin û komkujiyan bilind bibe, ewqas siyasetên lihevkirinan bê avantaj dimînin. Nexasim eger mijar domandin û berfirehkirina serweriya hegemonîk be.
Sîstemên statukuperest ên ku bi dehan salin herêma Rojhilata Navîn xistine bin serweriya xwe, hewl didin bi rêbaza ˈhê kûrkirin û tûjkirina şîdetêˈ temenê xwe dirêjtir bikin. Ji bona wê jî hêzên paşverû tînin gel hev û teoriyên fena ˈMirov gurê mirov eˈ bi pêş dixin ku destpotiya xwe idalîze bikin û civakan di bin banê ˈdewleta xort a mutleqˈ de kerî bikin. Heya ku rewatiyê qezenc bikin ajoyên mirovan jî istismar dikin ku dereceyek be jî, temenê xwe dirêj bikin.
Di encama wan siyasetan de îro em dibînin ku li her qadê rageşî heye. Li her derê hêzên ku di nav pêşbirka otorîteya monarşî de ne, xwe radikişînin hev û din. Di encama van rakişîn û pevçûnên emperyal de jî, her aliyek hewl dide rewatiya xwe qezenc bike. Lê hemû jî li ser pişta têkoşîna gelan a azadiyê ye.
Ger em îro li rewşa li Idlib, bakur-rojhilat, bakur-rojavayê Sûriyê, Lîbya, Somal û tevahî Rojhilata Navîn binêrin, dê xuya be ku çiqas itîfaqên hêzên herêmî û yên mudexelker hebin, ti carî stratejîk nabin. Heman gotin li ser itîfaqên li aliyê bakurê deryayê Spî û Efîrqyayê derbasdar e. Dema ku faşîtek nola Erdogan dibêje ku; Somalê jî jê xwestiye di behra wê de lêgerîna li jêderên gaz û enerjiyê bike, dêmekî itîfaqên bi Serracê Lîbyayê re badilhewa çûne û ti carî stratejîk nebûne. Nexasim piştî daxuyaniya şandeyê taybet ê NYˈyî yê Lîbyayê Gesan Selamê dema ku dibêje; êdî kaxeza hesabxwestina ji Erdogan di destê min de ye. Mebesta wî jî lihevkirina li Berlînê ye. Di xala pêncan a lihevkirinê de tê gotin; nabe welatên ku lihevkirina Berlînê îmze kirine, mudexeleyî nava Lîbyayê bikin. Lê li ser erdê, Erdogan rojane bi sedan çeteyên Sûriyeyê dişîne wan deran û çeteyên li Idlib û derdora parêzgeha Helebê bi çek dike. Bi gotineke din; heya ku sîstema Erdogan a faşîst xwe li ser lingan bihêle û xwe ji rûxîna muheqeq biparêze, berê xwe daye zêde tawîzdayîn û xweradestkirina ji emperyalîzmê re. Itîfaqên herêmî mohr dike û bi rêbazên şîdet, kuştin, dagirkerî û komkujiyan hewl dide otorîteya xwe domdar û mayînde bike.
Li her derê şîdetê bikar tîne. Li Sûriyê piştgiriya komên terorîst ên fena DAIŞ û Elnusra, li Lîbyayê girûpên Îxwan Elmislimîn û li deryayan jî qursantiyê dike. Ji lew re, ev şer û pevçûnên ku îro li başûr, başûr-rojhilatê Idlibê, bakurê Laziqiyê û rojavayê Helebê gur bûne, diyar dikin ka çiqas itîfaqên Erdogan bi derdorê re stratejîk in?!.
Bi kûrbûna aloziya herêmê re, tekez dibe ku êdî civaka Rojhilata Navîn jî nikare wek berê her tiştî tekelê xwe bike. Hêza xwe ya ragihandinê ya ku dikare xwe bigihîne her derê, ava bûye. Xwedî proje û agahî ye. Vê heza gelan, rewatiya sîstemên li herêmê û itîfaqên wan, bi vîna xwe ya azad ji holê rakiriye ku êdî çiqas li ber xwe bidin jî, nikarin li ser lingan bimînin. Êdî karekterê wê jî têrê nake û tersî berjewendiyên hegemoniyê bûne.
Bi riya dînamîkên gelan û guherînên di nav sîstema emperyalîzmê bi xwe de, rewatiya sîstemên dişibin Erdogan nemaye. Ji lew re mehkûmî hilweşîna misoger in.






