Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê Îdlibê

23/01/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şerê Îdlibê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk SAKIK

Dema ku sala 2011’an şerê navxweyî yê li Sûriyê dest pê kir, Tirkiye jî xwest tevlî vî şerî bibe. Bi xwedî derketina komên Îxwanî Misilmîn dest pê kir. Erdogan dixwest xeyalên xwe yên Osmaniya nû, bi vê komê bide destpêkirin û wisa jî kir. Lê di demek kurt de dewletên rojavayî û Amerîka li dijî vê rêxistinê helwestek nîşandan û li Sûrî hatin tasfiyekirin.

Tirkiye evcar bi dora komên selefî (Di serî de El Nûsra û Ehrar El Şam) ket. Ev kom wê demê li Hama, Hums, Gûta û Helebê bûn û ketin bin kontrola Tirkiyê.  Rejima Sûrî û Rûsya ji bo ev hêz ji van deveran derbixin li aliyek erîş dikirin li aliyekî din jî li riyên dîplomasiyê digeriyan. Di demek waha de Tirkiyê hat bîra wan.

Tirkiye bi rejima Sûrî re dijminantî dikir. Di demek waha de li ser navê rejima Şamê, Rûsya bi Tirkiyê re têkildar bû. Bazar dest pê kir. Herêma ku di dest hêzên selefî de bûn diviya bihatina valakirin û lihevkirin.

Ji Cereblusê dest pê kirin. Cerablus, Bab û Ezaz bû bedêla valakirina Helebê. Dema ku Cereblûs û Bab dihat dagirkirin, ev hêzên selefî li pêşîya artêşa Tirkiyê diketin van bajêran û dest bi talanê dikirin.

Dema ev dever radestî Tirkiyê kirin, çete ji bajarê Helebê derxistin ber bi van herêmên birêxistin. Lê dixwestin ku hêdî hêdî hêzên selefî li navendekê kom bikin. Hemû çete bikevin bin kontrolê.

Dema xwestin ku Hama, Hums û Gûta ji van hêzan were valakirin, dewleta Tirk Efrîn pêşnîyarkir û ev pêşniyar hat pejirandin.  Erişên dagirkirina Efrînê destpêkir û piştî berxwedana 58 rojan Efrîn hat dagirkirin. Dewleta Tirk û çeteyên xwe hatin li Efrînê bicîh bûn. Lê Eniya şer Îdlib bû giraniya çeteyên dewleta Tirk li Îdlîbê bicîh bûn. Tirkiye jî piştî peymana Soçî hat Îdlibê kuleyên çavderiyê avakir.

Rejima Şamê û Rûsya bi Efrînê razîbûn. Lê diviya ku Idlib bahata çareserkirin. Îdlib devereke stratejîk bû, herkesî hesabên xwe li ser vî bajarî dikir.

Li Soçî û Astanayê civîn hatin lidar xistin. Lê daxwazên dewleta Tirk zêde dibûn; hemû heremên Kurdan dixwest. Di 9ê Cotmeha 2019an de parçeyek daxwaza wan bicîh hat; Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Piştî ku dagirkerî destpêkir, di navbera Rusya û Tirkiyê de bazarek nû çêbû.

Rusya wê ji dagirkeriyê re bêdeng bima û Tirkiye jî, ji bo statuya Idlibê wê li rê û rêbazek bigeriya. Bi vî awayî jî lihevkirin. Komên selefî ku di polîtîkayên Rojhilata Navîn ên Tirkiyê de aktorên qadê ne; li Îdlibê asê bûn.

Tirkiye ya ku ji bo parastina van koman nikaribû dengê xwe bigihîne welatên rojava, vê carê li ber deriyê Rûsyayê li çareseriyê digeriya.

Tirkiye israra xwe ya ku Idlibê valaneke didomand. Rûsya herî dawî di daxwiyaniyekê xwe de digot; Tirkiye Peymana Soçiyê ku Tirkiye û Rûsyayê li ser statuya Grê Spî, Serêkaniyê û Îdlibê lihevkiribûn, bin pê dike.

Ev hemû tişt û operasyona ku îroj li Idlîbê didome, nîşan dide ku hê jî hesabên serdestan li Sûriyê bi dawî nebûye. Ev yek jî nîşan dide ku şerê Sûriyê hê demeke din jî wê bidome.

Tirkiye komên xwe yên li Îdlibê wekî hebûn-nebûnê kom kiriye. Lê belê îro ketiye rewşekê ku êdî nikare wan biparêze.

Artêşa rêjîma Sûrî bi desteka balafirên Rûsyayê li herêma Idlibê operasyon da destpêkirin. Di van rojên dawî de bi giranî êrişên hewayî pêk tîne. Komên çete ku girêdayî dewleta Tirkin û li Idlibê tengav bûne jî, di bersivdayinê de dereng neman. Bi fûzeyan êrişî Helebê kirin. Di van êrişan de jî dîsa gelek sivîl bûn qûrbaniyên şerê dewletan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.