Medeni FERHO
Faşîzm bûye riya desthilatdariya AKPê.
Ewropa jî, li hemberî faşîzma Erdogan çog berdane erdê.
Di serdema Enwer Paşa de, Elmanya erdê Osmaniyan wek “Enwerland” bi nav dikir, îro jî Elmanya Tirkiyê wek “Erdoganland” bi nav dike.
Serokwezîrê Elmanya Şansolye Merkel, di civîna roja Yekşemê, (19ê Çile 2020) ya li Berlînê ya ji bo Libya de, ev rastî eşkere kir. Şansolye Merkel, malvaniya cîvînê kir. Lê şansolye Merkel, li ser daxwaziya Erdogan, Yewnanistan ji lîsteya beşdaran derxist. Medya Elmanya dibêje, Merkel, piştî lîste amade kir, bi Erdogan şêwiriye û li ser daxwaziya wî Yewnanistan ji lîstê derxistiye. Merkel jî mikur hatiye.
Ev skandale e û çogdanîna li ber faşîzmê ye.
Şansolye Merkel, zanîngeh û akademî xwendine, xwedî tîtra doktoreyan e, faşîstê Îmam Erdogan kiribe şêwirmendê xwe û li ser destîneya Libya, Rojhilata Navî, Derya Spî, Iraq û Suriye, lîstikan bike, skandaleke dîrokî ye.
Yewnanistan, hem mûxatabê pirsgirêka Derya Spî, hem yê Qibrisê ye. Wek dewleteke ji Derya Spî, mûxatabê pirsgirêka Libya ye. Tirkiye di pirsgirêka Qibrisê de dewleteke dagîrker e.
Di şerê li Rojhilata Navî de, (Destpêka şerê Iraqê) Tirkiyê got, “bê me ti kes nikare gavekê biavêje”. Li hemberî ku leşkerên Emerîka çiwal kirin serê leşkerên Artêşa Tirk, Tirkiyê, îro xaka Iraqê, Başûrê Kurdistanbê dagîr kiriye. Li Kerkûk û Musilê çeteyên DAIŞê destek dike, êrîşî Şingalê dike, komkujiyan dike. Ti kes dengê xwe nake.
Tirkiye, di êrîşa Kobanê de çeteyên DAIŞê destek kirin. Cîhanê jî Kobanî wek “Bajarê Şehîd” bi nav kir. Piştî têkçûna çeteyên DAIŞê, Artêşa Tirk û çeteyên wê, Rojavayê Kurdistanê (Suriye) dagîr kir. Li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî, sûcê şer dike. Çeteyên DAIŞê li hev kom kirin. El Nusra jî di navê de, bi jimar 27 komên çete destek dike. Ti kes dengê xwe nake.
Tirkiyê, ligel çete û leşkerên bi pere, hêzên artêşa xwe jî şandine Libya. Ewropa û Emerîka jî, li ber pencereya Qersa Erdogan, serenadên “seremonî” dibêjin.
Parlamena Iraqê, biryara derxistina hêzên biyanî ji xaka xwe da, lê Tirkiye dibêje, “ev biryar li dijî leşkerên Emerîka tenê ye”. Iraq jî, cîhana Ereb jî, xwe kerr û lal dikin.
Neteweyên Yekbûyî, statûya Başûrê Kurdistana Federe erê kiriye. Di destûrnameya Iraqê de cih girtiye, lê Tirkiye qebûl nake. Desthilatdariya Herêma Federal jî di navê de, cîhana ereb, NY û YE, dengê xwe dernaxin.
Cîhan dibêje, Tirkiye weke li Sûriyê şer kûr û berfireh kir, her tişt tevlîhev kir wê li Libya jî heman tiştî bike. Tirkiye, paş ve gav neavêt, hem di civîna Moskova de, wek mûxatabê şerê li Libya cih girt, hem li Berlînê wek mûxatebê şerê Libya hate dîtin û Yewnanistan li deveyî civînê hat hiştin. Cîhana Ereb û Ewropa, lîstîka sê meymûnan dilîzin.
Civîna li Berlînê ne mijara Libya tenê ye, mijara Derya Spî ye. Di Derya Spî de Qibris jî heye.
Dewleta Tirk, Qibris dagîr kiriye û dewleteke korsan ava kir. Hemberî ku NY, YE. Emerîka û tevayiya dewleta cîhanê Qibrisa dagîrkirî wek dewlet qebûl nekirine, Tirkiyê jî wek dagîrker dibînin, Tirkiyê dîsa wek mûxatabê sereke yê Qibrisê tê dîtin. Ev siyaseteke durû û qirêj e.
Konferansa li Berlînê û helwesta Şansolye Merkel deklerekirina faşîzma Erdogan e. Erdogan jî, ne evîndarê pêkanîna demokasiya li Libya ye. Armanca wî, li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd, di pirsgirêka Qibris û Derya Spî de, bidestxistine tawîzan e. Kurdan peymana Sykes-Pîcot bi temamî ji holê ranekiribe jî, ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navî û pirsgêrka Kurd nexşeriyeke nû kirine rojave cîhanê. Ev jî riya siyemîn e, xweseriya demokratîk û federasyon e.
Lê Tirkiye dixwaze, wek avakirina Komara Tirk careke din cîhanê bixapîne, tevayiya destketiyên Kurdan tine bike. Eger Tirkiye di vê siyaseta xwe de bi ser bikeve, wê êrîşî herêmê tevê bike. Ne Ewropa, ne Emerîka ne jî cîhana Ereb, wê dikaribin faşîzma Erdogan û çeteyên wê bidin rawestandin..
Divê berî her kesî, rêveberên Başûrê Kurdistanê, siyaseta şaş ku bûye bingahê têkçûna statûya herêma federal ya Başûrê Kurdistanê biguherînin. Statûya herêmê, berdêla xwîna bi dehhezaran şehîdan e. Ev parastin jî ne li Enqere û li ber kaba Erdogan çêdibe.






