QASIM ENGÎN
Dewleta Tirk bi serokkomarê xwe yê Tirkparêz, Faşîstê Kesk ê Ixwanî û ew kesê teqlîdvanê Enver Paşayê Faşîst, Tirkpererestê Sêva Sor Bahçelî, maf ji xwe re dibînin ku di her eniyê de erîş û destdirêjiya nirxên Kurdan bikin. Mafê xwe dibînin ku weke dema Îttîhatger û Kemalîstan her cure destdirêjiyê li ser erdê me pêk bînin.
Êdî pêwîst e were zanîn ku, mijar ne ew kes û ev kes in. Mijar, tinekirina Kurdan e. Welatê Kurdan ji xwe re weke qada polîgonê bi kar tînin. Li Perteka Dêrsimê destdirêjiyê li xortên Kurdan dikin, li cihekî din dest datînin ser şaredariyan, dayîk û bavên 70 salî di zindanan de dirizînin, termên zarokên vî gelî ji goran derdixin û direvînin.
Li Şingalê erîşî hêzên parastina Êzîdiyan YBŞê kirin. Tevî fermandarê wan Zerdeşt li Şingalê çend endamên YBŞê şehîd kirin. Çawa ku tê zanîn Şingal bi awayekî fermî li ser Iraqê ye!
Her roj bi erîş û guhertina demografiya Rojava, ka çawa destdirêjiyê li erde Kurdan dikin her kes dibîne.
Pêwîst nîne ku em li ser Başûr biaxivin. Lewre destdirêjiya li wir bi erîş û baregehên leşkeri bûye tişteke rojane.
Bila gotinên Seyîd Rizayê Dersimî werin bîra me ku wiha digot:
“Axano, Begno! Êdî hatiye fêmkirin ku Gazî Paşa bi hezaran belayên xwe ve kemîn daniye. Ji bo hilweşandin û qirkirina Dêrsimê, amadekariyê dikin. Nebêjin niyeta wan bac e. Ji bo Xarpêtê paşayekî wisa rêkirine ku ji kuştinê pêvev tiştekî nizane. Dêrsima Şah Xizir, bi navê Tûncelî kirin bajar û bi ser Enqere hesibandin. Li hawîrdorê wê leşker bi cih kirin. Êdî her kes dizane ku wê biharê êrîşî Dêrsimê bikin. Evdên me ketine fikara can û malan. Cotkarên me li ser riyan û gundan digirin, wan di rê, pir û dibistanan de dixebitînin. Kî li dij derkeve jî lê didin, xeberan jê re dikin. Armanca wan eşkere ye. Wê li her aliyê Dêrsimê belav bikin û perîşan bikin. Nêzîkatiya li Cibraîl kirîn, şeqamek e ku li Dêrsimê ketiye. Ji ber wê ye ku riyan, piran ava dikin. Çima cotkarên me li bazarê digirin û ji ber ku nikarin bi Tirkî biaxivin li wan didin, dijûnan dikin. Hedefa wan ji kokê ve guhertina Dêrsimê ye.”
Ev gotinên Seyîd Riza yê berî 80 salan in. Ka çawa mebesta wan tirkparêzên faşîst wê demê rakirina koka Kurdan û guhertina demografiya Kurdistanê bû niha jî, mebest ew e!
Heta kengê wê Kurd temaşeker bibin. Binêrin, dewleta Tirk rojane ser erd, nirx û destkeftiyên Kurdan di nava destdirêjiyê de ye.
Heta kengê wê Kurd bi parçebûna xwe ji erîş û destdirêjiya Tirkan re bibin alîkar?
Heta kengê wê hin Kurd rola Rayberê Kop bilîzin?
Heta kengê wê hin Kurd nokeriya Tirkan bikin?
Heta kengê wê Kurd ji Rayber, Cemîlê Çeto, Kor Reşîdan û nokerên dagîrkeran re çavên xwe bigirin?
Çawa ku tê zanîn, pêşîgirtina li destdirêjiya li erd û nirxên me di yekîtiye neteweyî de derbas dibe. Lê êdî diyar bûye ku em nikarin ji bo yekîtiya neteweyî heta hetayê li benda hin kesan bin. Berovajî êdî dem hatiye ku her Kurd dengê xwe li dijî kes û derdorên ku nayên yekîtiyê bilind bike. Kî dibe bila bibe divê helwesta xwe diyar bike.






