Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tabûra Ermenan Hrant Dînk bîr anî

20/01/2020
in NÛÇE
A A
Tabûra Ermenan Hrant Dînk bîr anî
Share on FacebookShare on Twitter

Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan a Ermen di salvegera 13. a kuştina wî de rojnamevan Hrant Dînk û her sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatîn kuştin bîr anîn.

Bîranîn bi merasimeke leşkerî dest pê kir. Paşê fermandarê tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan, Nûbar Melyonyan bi Ermenî û Kurdî axivî.

Fermandar Nûbar, Hrant Dînk bi rêzdarî bîr anî û got, “Rêhevalê me Hrant Dînk şoreşgerekî Ermen bû û li ser heqîqata derxistina komkujiyan meşiya. Tevî ewqas gefên dewleta Tirk, dîsa serî dananî. Heman mehê li Parîsê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan jî bi rengekî hovane bi destê dewleta Tirk a dagîrker weke Hrant Dînk hatin kuştin. Ev hevriyên me dizanîbûn ku bêbedel em azadiyê bi dest naxin. Lê wan şoreşgeran ti carî li hemberî hovîtiyê serî dananîn. Em ti carî şehîdên xwe ji bîr nakin, riya wan riya me ye.”

Şervana jin ya endama Tabûra Şehîd Nûbar Ozan Sosin Serkîs jî, tekildarî salvegera kuştina Hrant Dînk diyar kir ku li ser armanca tinekirina Ermeniyan Hrant Dînk hat kuştin û got, “Me hêz û girîngiya rêxistinbûna xwe ji têkoşîn û berxwedana şehîd Hrant Dînk girt. Ew jî bû bingeh ji me re û di gavavetinên me de cih girt. Dewleta Tirk a dagîrker îro jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gelan komkujiyan dike. Emê dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê ji warên xwe derxin û wan tine bikin. Heta dawiyê emê li ber xwe bidin û li ser şopa şehîdan bimeşin. ”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.