Mihemed Şahîn
Destnîşankirina peymana bi Lîbyayê re û daxilbûna şerê navxweyî ya Lîbyayê nîşana têkçûna dîplomasiya Tirkiyê ye.
Ji salên 1950’an ve li rojhilata Derya Spî hevsengiyek ava bûbû. Di eniyekê de her du qereqolên Emerîka Tirkiye û Îsraîl hebûn, di eniya din de Yewnanistan, Qibrisa Rûm û dewletên Ereb hebûn. Dema di navbera her du eniyan de qeyran û alozî derdiketin Emerîka bi aweyekî bêalî navbeynkariya her du eniyan dikir.
Tifaqa Îsraîl û Tirkiyê heta salên 90’î bi awayekî sergirtî dewam dikir lê piştî salên 90’î bi awayekî eşkere heta bûyera “One Minute” ya sala 2009’an û bûyera “Mavî Marmara” ya 2010’an dewam kir.
Erdogan bi van her du bûyeran peyam da tifaqên xwe yên xeta Islamî û di siyaset û dîplomasiya xwe de hindik be jî dijberiya Israîlê derxist pêş. Lê ev dijberiya qels û şermoke di asta siyaset û dîplomasiyê de hebû. Tifaqên wan ên leşkerî û bazirganiyên ku li ser kevneşopiya 50-60 salî hatibûn avakirin dewam dikirin û dikin. Lê baweriya rayedarên Israîlê bi Erdogan nemabû.
Di ser de, sala 2011’an bi destpêkirina “Bihara Ereban” re Erdogan girêdana xwe ya bi xeta Ixwanî Mûslimîn re diyar kir û xwest li Rojhilata Navî pêşengiya wê xetê bike. Di xeyala Erdogan de piştî pêvajoya Bihara Ereban ji Misrê, Tunisê, Libya heta Sûriyê avakirina desthilatdariyên Ixwanî û wek xelîfe pêşengiya wê eniyê hebû. Ji ber vê xeyalê Erdogan girîngî neda sererastkirina têkiliyên xwe yên bi Isaraîl û dewletên din re. Ji siyaset û dîplomasiya aqilane dûr ket. Dîplomasiya xwe û siyaseta xwe li ser hîm û hestên xeta Ixwanî ya mezhebparêz meşand.
Bi darbeya Sîsî ya Misrê re pêvajoya roxîna xeyalên Erdogan dest pê kir û hê jî dewam dike. Xeleka dawî Sûriye di dest wî de mabû niha li wir jî bi têkçûneke mezin re rûbirû ye. Piştî pêvajoya 9 salan ne xeyalên Erdogan tenê, siyaset, dîplomasî û aboriya Tirkiyê jî roxiya. Di her warî de bi têkçûnên mezin re rûbirû ye. Ji bo nixumandina têkçûna xwe tevlî şerê Libya yê navxweyî dibe.
Helwest û sekna Erdogan a olperest û mezhepparêz hevsengiya 50-60 salî hêjand û baweriya tifaqgerên xwe yên kevnare şkand. Lê di heman pêvajoyê de li rojhiltatê Derya Spî gaza xwezayî hatibû dîtin û pêdivî bi hevkarî û tifaqên xurt hebû. Ji ber helwest û siyaseta Erdogan a bêbawer dewletên heremê neçar man ji nû ve refên xwe diyar bikin û tifaqên xwe ji nû ve ava bikin.
Di encama siyaset û dîplomasiya Erdogan a kambax de hevsengiyên Rojhilata Navî û hevsengiya rohilatê Derya Spî jî roxiyan. Israîl gav bi gav tevlî tifaqa Yewnanistan, Qibrisa Rûm û Ereban bû. Di navbera wan de peymanên gelek girîng hatin destnîşankirin û li Serya Spî tetbîqatên leşkerî yên hevpar pêk anîn. Ya herî girîng Emerîka ku heta niha di navbera her du eniyan de bi awayekî bêalî nevbeynkarî dikir piştgirî da eniya Israîl, Yewnanistan, Qibrisa Rûm û Misirê û tevlî tetbîqata wan a leşkerî ya li Derya Spî bû. Piştî ku Emerîka jî tevlî eniya dijber bû li rojhilatê Derya Spî dewleta Tirk bi serê xwe ma. Niha dewletên din hemû di nava tifaq û hevkariyê de tevdigerin lê dewleta Tirk li dijî hemûyan bi serê xwe maye.
Serokomarê Tirk Erdogan ji bo dawî li tenêtiya xwe bîne bi destbirakê xwe yê nûnerê xeta Ixwanî serokê hikûmeta Libya Feyaz El Serac re peymanek destnîşan kir û Hefter terorîst îlan kir. Lê peyman ji hêla Meclisa Libya ya Neteweyî ya ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve rewa tê dîtin nehat erêkirin.
Her çiqas hikûmeta El Serac ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve rewa were qebûlkirin jî dema hikûmeta wî sala 2016’an bi dawî bûye û rewatiya wî tê nîqaşkirin. Ya herî girîng jî, ji erdnîgariya Lîby ji sedî 8 tenê di destê hikûmeta wî de ye. Ji sedî 70’ê zêdetir di destê General Hefter de ye. Nêzikî ji sedî 20 jî di destê hêzên Islamî yên radîkal de ye.
Erdogan xwestibû bî wê peymanê dawî li tenêtiya xwe û dewleta xwe bîne. Bi derxistina tezkereyê û şandina leşkeran jî xwestibû bi tevlîbûna şerê Lîbya têkçûn û windayiyên dîplomasiya xwe binixumîne û hinekî destê xwe xurt bike. Lê encam qet li gorî dilê wî çênebû. Bi ser peymanê re tifaqa eniya dijî Tirk û dijî El Serac xurttir bû. Tenêtiya Tirkiyê kûrtir bû û dijminên wê zêdetir bûn.
Ewropa, Emerîka û gelek dewletan li dijî vê peymanê nerazîbîna xwe anîn ziman û Erdogan şiyar kirin. Yewnanistan, Misir, Fransa û Qibrisa Rûm li Kahîre kom bûn û gotin ev peyman derveyî hiqûqa navneteweyî ye, em nas nakin. Di ser de ji sedî 90’ê serok û rêberên eşîrên Libya xwe dan pişta Hefter û li dijî dagîrkeriya Tirkiyê berxwerdana xwe îlan kirin. Ango ji sedî 90’ê Lîbya jî bû dijiminê Tirkiyê. Ya herî girîng jî, eger Hefter bi ser bikeve ti wateya vê peymanê namîne.
Peyman ku di qada navnewteweyî de ti wate û girîngiya wê tinebe li hundir weke ku bi vê peymanê hevsengiya cîhanê xerab kiribin, wek pêngav û serkeftineke gelek mezin nîşanî raya giştî ya Tirkiyê didin.
Diyar e ku hukûmeta AKP’ê ya têkçûyî û roxiyayî dixwaze bi lêhengî û serkeftinên derewîn temenê xwe dirêj bike.






