Sîpan Şînda
Şerê Adara 2011’an li Sûriyê dest pê kirî, bi awayekî ti kesî hizir nedikir zû li welêt belav bû. Belavbûna IŞÎD’ê, ewqas zû ti kesî nizanî çawa çêbû. Di demeke kin de qederek erdê Sûriyê vegirt. Paşê jî ket Êraqê, Mûsil vegirt û berê xwe da Kerkûkê. Bi vê êrîşê, Başûrê Kurdistanê ket tehlûkeyek mezin. Kurd ji nişka ve hatin bîra dinyayê. Hem hêzên navneteweyî, hem yên herêmî ji ber berjewendiyên xwe dengê xwe bilind kirin. Gelek dewletan hema di cih de bi riya hewayî ji hikûmeta Kurdistanê re alîkariya leşkeri rêkirin. Di nava dewletên alîkarî rêkirîn de Rûsya jî hebû. Lê ne rasterast, ser hikûmeta Êraqê ya navendî re! Dema mirov baş berê xwe dide polîtîkayên Rûsya yên li ser Kurdan, di dîrokê de her tim bi awayekî ne erênî pêk hatine. Eger ji neerêniyê ber bi bêalîbûnê ve çûbe jî, yan di wir de berjewendiyeke wê ya mezin heye, yan jî ji ber ku gotina wê derbas nebûye. Mirov vê herî baş di referandûma Başûrê Kurdistanê de dibîne. Dema 25’î Îlona 2017’an li Başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûnê çêbû, daxuyaniya Rûsya gelek biwate bû. “Rûsya di dîrokê de têkiliyên baş bi Kurdan re danîne… Ji bo ku devjeniyên li ser Kudistana Êraqê gurtir nebin, em bawer dikin ku çi tişta lazim be divê ew bêt kirin. Tiştên ku em dibêjin, alî tev xwe bigihînin hev û çareyeke her du alî qebûl bikin bêt dîtin. Jixwe referandûma serxwebûnê pirsgirêka Êraqê ya navxweyî ye.” (04,10,2017 Sputnîk). Piştî vê daxuyaniya ku weke bêalî tê xuyakirin, peymanên şirketên petrolê yên Rûsya yên di van salên dawî de bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re çêkirîn hebûn. Lêbelê dema mirov vê daxuyaniyê bi zimanekî dîplomatîk dixwîne, ne erênî ye û jixwe piştgiriya referandûmê jî nekirin. Jixwe Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov (ew bi xwe Ermenî ye) di daxuyaniya xwe ya 27ê Sibata 2018’an de, bi awayekî eşkere dibêje ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta Êraqê ya navendî û herêma Kurdistanê de, emê piştgiriya serokwezîrê Êraqê Ebadî bikin.
IŞÎD’ê ji aliyekî ve desthilatdariya xwe ya li ser deverên vegirtî xurt dikir, ji aliyê din ve jî dixwest desthilatdariya xwe berfirahtir bike. IŞÎD’ê êdî bi piştgiriya Tirkiyê jî, çavê xwe berdabû xaka Kurdistanê û dixwest Kurdan ji binî ji holê rake. Li Şingalê bi hezaran Kurd qir kirin. Li Sûriyê jî bi tevayiya hêza xwe êrîşî Rojava kir. Kurdên ji çar aliyan ve hatîn dorpêçkirin, bi derfetên teng lêbelê bi vîn û baweriyeke ji hêsinî qayîmtir li hemberî hovîtiya IŞÎD’ê li ber xwe dan. Di taliyê de IŞÎD’a hov bi berdêlên mezin şkandin. Hêzên Koalisyona Navneteweyî jî li Rojava bi cih bûn. Rûsya jî li herêma Efrînê bi cih bû. Kurdan ji roja pêşî ve got em naxwazin Sûriye parçe bibe. Lê divê rejim bê nûjenkirin, makezagoneke nû bê çêkirin û netewe û baweriyên di nava axa Sûriyê de di vê makezagonê de bên naskirin.






