Idrîs Henan
Xuya ye teraziya hêzê li herêm û cîhanê hê di qonaxa sanciyê de ye. Qeyrana navendê tevî destwerdana kûrtir bûye. Nakokiya hegemoniyê bi sîstemên statûkuperest re çaltir bûye ku carna li hev dikin û carna li hev didin. Êdî çavkaniya agahî û perspektîfê ji dest dane. Alternatîfa wan çêbûye ku projeyên wan naçin serî. Li aliyê din asta hêz û zanista hevrikên hegemoniyê ya beramberiyê naşibe hev. Ji ber wê berjewendiyên aliyan cuda ne û taybetmendiya têkoşîna her aliyekî li hemberî aliyê din cuda ye. Lê di targêta aliyan tevan de jî, tinekirina têkoşîna gelan a azadî û demokrasiyê heye. Ji ber wû tevî kûrbûna nakokiyan, li ser şkandina têkoşîna gelan li hev dikin û itîfaq û peymanan imze dikin.
Vê dawiyê civîna li Moskoyê ya her du rejimên herêmî yên AKP-MHP û Baasˈê, itîfaqa Cezayir û Edenê tîne bîra mirovan. Ji bêhneke şewatê pirtir, tayên lihevkirina li ser qedera gelên berxwedêr diyar dibin. Rejîmeke bi salan e gelê xwe bi balafir, top, tang, hawan û varêlan dikuje, bi rejimeke hê kûjertir re, di binê sîwana hegemoniyeke nola ya Rûsyayê de li ser tinebûna gelan li hev dike. Ango mirov çawa dikare wateyê bide vê nakokiya aliyan; ku bi salan e bi wekîlan li hemberî hev şer kirine?. Pêwîst e bê zanîn ku nelihevkirinên berbiçav, di cewherê xwe de nakokiyên şikilgirtinê û sepandina a rêbaza çareseriyê ne.
Kapîtalîzm dixwaze rengê desthilatdariya xwe li gorî desteseriya jêderên zanist û ronakbîriyê biguherîne. Heta desthilatdariya xwe ya nûjenkirî pêkan be, pêwîst dike ku wê guhertinê derbasî nava binyad û zemînû sîstema xwe ya global bike. Ango divê dinyayê û sîstemê li ser esasê fînansê fîgore bike ku jêderên xwe yên hatinê tekûztir bike. Sîstemên dûvik jî, ji ber zanebûna xwe ya dîktatoriyê vê guhertinê heta astekê red dikin. Lewre di guhertina lazim de, ev sîstemên herifî hinek serpişk û xisûsên xwe ji dest didin. Ev jî ne ya qebûlkirinê ye. Ji ber wê em dibînin ku li gelek cihan bi qasî ku li hev bin, li dijî hev hevpeymanan mohr dikin. Ev jî yek ji xisletên bingehî yên şerê cîhanê yê siyemîn e. Ev taybetmendî rê dide rejîmeke weka Tirkiyê ku îro bi Rûsya û sibe bi Emerîka re be. Li hemberî vê dubendiya rejima faşîst a Tirkiyê ne Rûsya helwesteke zelal nîşan dide, ne jî Emerîka. Berevajî wê; têkîliyên li ser bingehê qirkirin û tinekirina nirxên gelan bi rejîma dîktator a Tirkiyê re kûrtir dikin.
Tişta ku berî salekê wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sêrgêy Lavrov gotibû, îro wezîrê karê derve yê Tirkiyê Çavûşoglu piştrast dike. Lavrov derbarê êrîşa ser Idlibê û lihevkirina bi Tirkiyê û Îranê re gotibû; êşên ser Idlibê hemû di çarçoveya lihevkirina bi Tirkiyeyê re pêk tên. Çavuşoglu jî îro ji çeteyên xwe yên li Idlibê re got, dive hûn ji vî şerî re xwe amade bikin. Ango “Mistiroglu ji çeteyên xwe re dibêje; hûn istiflî hev bin. Me bi Rûsyayê re li ser we û Idlibê li hev kiriye. Berjewendiya me ji we mezintir e.
Bêguman ev encam ji roja destpêkê ve ji van komên kurtêlxwar re hatiye gotin û vegotin, lê vîna hatî radestkirin, bêçav û dilkor e. Di heyama nakokiya koledar û çala pirsgirêkên sîstemê û hegemoniyê de, ji alav, amûr û seyekî nêçîrê wêdetir, ti qîmetê wê nîne. Ji ber vê jî, îro em dibînin ku kesên bi nasnameya xwe Sûrî ne, ji bo berjewendiyên rejima faşîst a Tirkiyê li Sûriyê li dijî xwe û li Lîbyayê li dijî neteweya xwe şer dikin.