Wednesday, June 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewletên netewe û hêzên serwer cîhanê dixin nav pêlê agir

18/06/2025
in ROJEV
A A
Ji bîranîna şehîd kerem
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê, hevsengiya li Rojhilata Navîn dê biguhere. Kêm, zêde dihat hêvîkirin ku Îsraîlê êrîş bike. Ev ji bo kesên ku herêmê dişopînin ne efsûnî bû. Rojhilata Navîn ji nû ve tê sêwirandin û ewlehiya Îsraîlê di bingeha vê yekê de ye. Îsraîlê bi eşkereyî got ku nexşeya herêmê dê biguhere. Kî dikare vê rêça wan bûyeran rawestîne? DYA dixwest bi awayekî Îranê bikişîne nav hevsengiyê, lê Îranê tiştê ku dixwest ne pejirand. Ev yek bû sedem ku DYA ji bo êrîşan ronîya kesk bide Îsraîlê. Serokê DYA, Trump û berê jî, her tim digotin ku ew ê nehêlin ku Îran xwediyê çekên nukleerî bin. Îsraîl jixwe li benda derfetekê bû ku êrîş bike. Israîlê bidestxistina çekên nukleerî yên Îranê wekî gefek li ser hebûna xwe didît û bi berdewamî vê yekê dida nîşandan. Îranê her wiha dubare kir ku ew ê dev ji mafê xwe yê dewlemendkirina uranyûmê bernede. Eşkere bû ku ev yek dê rojekê bibe sedema pevçûnek rûbirû. Piştî şoreşa Îranê, stratejiya dabînkirina ewlehiya xwe li derveyî sînorên xwe weke xeterî dît.

Dema ku nekarî şoreşa Îslamî têkbibe, bi demê re komên girêdayî xwe ava kir û yên heyî piştgirî kir. Komên wekî Hizbullah û Hamasê ew kom bûn ku bi Îsraîlê re şer dikirin. Piştre Hûsî jî li van koman zêde bûn. Sûriye wekî eniyekê hate dîtin. Rejîma Baasê hate piştgirîkirin. Her wiha bi Hizbullah re bi awayekî çalak beşdarî şerê navxweyî yê Sûriyê bû. Li dijî Îsraîlê piştgirî da van hemû hêzan, ku jê re eniya berxwedanê dihat gotin. Îsraîlê xwe dorpêçkirî dît. Îsraîlê li Sûriyê gelek caran jî hêzên Hizbullah û Îranê armanc kirin. Ev yek teqez kir ku Îran tengav bû û ji sînorên Israîlê paşve kêşiya. Bi êrîşa Bahoza Eqsayê ya Hamasê Xeze wêran kir. Guh neda bertekên cîhanê. Ji ber ku hêzên DYA û Ewropayê li pişt wê bûn, li Îsraîlê ti pirsgirêkên teknîkî an çekan tuneye. Embarên DYA û hêzên din ji bo wê vekirîne. Pergala wan yên îstîxbarat û fezayê dihêle ku Îranê li gorî dilê xwe bişopîne. Rêber Apo di nirxandinên xwe yên berî çend salan de pênase kiribû ku Îran dê nikaribe vê rewşa xwe ya heyi demek dirêj biparêze. Rêber Apo digot ku ew ê Îranê di nav pergala kapîtalîst de entegre bikin. Rêber Apo anî li ser ziman ku divê Îran vebijarka demokratîk wekî bingeh bigire da ku pêşî li vê yekê bigire. Dema ku Iraq bêbandor bû û Sûriye jî di dawiyê de hilweşiya, Îranê texmîn kir ku ew ê hîn jî li ser piyan bisekine û bi rengekî rewşa xwe biparêze. Îranê ji destpêkê ve xeletiyek stratejîk a mezin kir. Ev veguherand xeteke siyasî. Îsraîl wekî dewletek ku pêdivî ye were hilweşandin armanc girt. Îsraîl dê çawa were tinekirin, were hilweşandin? Diyardeyekê teqez li holê de heye: Ew dewletek e ku di sala 1948’an de hatiye damezrandin û her ku diçe xurttir bûye, bi çekên nukleerî hatiye çekdarkirin. Piştgiriya tevahî ya pergala emperyalîst li pişt wê heye,bondara wan li Rojhilata Navîn jî hey e! Ger wê li şûna wê wekî dewletek nas bikira û teqez li ser hilweşandina wê nekira, nakokî ewqas kûr nedibûn. Îsraîl hîn jî dikaribû were rexnekirin, Filistînî dikarin werin piştgirîkirin. Lê dijberî û dijminatî ewqas kûr nedibû.

Îranê dijberiya xwe ya li hemberî Îsraîlê wekî amûrekê bîrdozî jî bi bandor bikar anî. Wê ew bi tevahî bikar anî, gotin di cih de be li gorî keyfa xwe, da ku girseyan di siyaseta navxweyî de di destên xwe de bihêle. Bê guman, wê her gav DYA li Îsraîlê zêde kir. Îranê ji bo avakirina bandorê li herêmê, parastina xwe û vekirina deverên serweriyê xebitî. Îranê di hundirê xwe de guhertinên demokratîk nekir. Rayedar û desthilatdarên Îranê destûr nedan avakirina civak û pergalek demokratîk di welat de pêşbikev e. Ev ji bingeha xisleta wê yê dewleta neteweyî ya navendî de derket. Ew li dijî kapîtalîzm û emperyalîzmê bû, lê wê modela dewleta neteweyî ya ku wan afirand û li ser Rojhilata Navîn ferz kir jî bi tundî bi cîh anî. Van nakokiyên kûr Îran gihandin rêyên bê encam ên ku îro pê re rûbirû maye. Modernîteya kapîtalîst bavê dewleta neteweyî ye. Wan nexşeya Rojhilata Navîn bi serwerekî xêz kir û rê li ber geşedanên îro vekir. Wan bi dabeşkirina gel û zêdekirina nakokiyan qûtiya Pandorayê vekir. Şer û pevçûn sedsalek e li herêmê rawestiyane. Bi sorkirina Îsraîlê li vê yekê, wan deriyê karesatên ku îro têne jiyîn vekirin. Eşkere ye ku pirsgirêk bi şerên serweriyê û bêçaretiya dewleta neteweyî çareser nabin. Ji ber vê sedemê ye, Rêber Apo çareseriya Neteweya Demokratîk pêşxist. Îsraîl û Filistîn neçar neman ku ewqas şer, wêranî û windahiyên madî jiyan kirin. Ev her du gelan dikariyan di nava yekîtiyek demokratîk de di heman axê de bi hev re bijîn. Di wê demê de jî, ew ax dê wekî bihuştê hatiba dîtin û girêdanên yekîtî û baweriyê di navbera gelan de dê xurttir biban. Gel û pêkhateyên Îranê bi hev re bi azadî û ewletir jiyan kiriban. Eşkere ye ku rêya çareseriya bingehîn ew e. Dabeşbûnên olî û etnîkî, asêbûna di kevneşopiya serwer û dewletparêz de sedemên tirs û hovîtiya ku em îro dijîn in. Li Rojhilata Navîn guhertinek mezin di warê hişmendiyê de hewce ye. Parastina yekîtî û wekheviya gelan û pêşxistina vebijêrka demokratîk di pêş de di nav erka sereke ya civakê ye.

Post Views: 50
ShareTweetPin

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.