Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji bo pêşxistina asta fikrê civakê parêznameyên Rêber Apo tên xwendin’

18/06/2025
in ROJEV
A A
‘Ji bo pêşxistina asta fikrê civakê parêznameyên Rêber Apo tên xwendin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Endama Meclisa Bajarê Qamişlo Ayişa Elî anî ziman ku Komînên bajarê Qamişlo bi hevkariya Kongra Star ji bo pêşxistina asta fikrî ya civakê, dest bi şêwirên xwendina parêznameyên Rêber Apo kir û heta ku Rêber Apo azadiya xwe ya Fîzîkî bi dest bixe  ew ê berdewam bikin.

Di çarçoveya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî “,3’ê Nîsana 2023”an de Roja Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de biryar hat girtin ku komên xwendina parêznameyên Rêber Apo werin çêkirin ku fikir û ramanê Rêber Apo ji nû ve di nav civakê de vejîn bikin, herwiha piştî Banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratî, asta Xwendina parêznameyên Rêbertî bilindtir kirin. Ev xebat ji aliyê Kongra Star a Kantona Qamişloyê bi tayebet piştî nameya Rêbertî ji bo hemû jinan rêkir, hat destpêkirin. Kongira Star bi hevkariya Komînên bajarê Qamişlo ev xebat dane meşandin û wê xwendina pirtûkan heta ku Rêber Apo azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe bidome.

Derbarê xwendina Parêznameyên Rêber Apo de Endama Meclisa bajarê Qamişlo Ayişa Elî ji Rojnameya me re axivî.

 ‘Komînên Qamişlo dest bi şêwirên xwendina parêznameyên Rêber Apo kirine’

Ayişa Elî anî ziman ku wan dest bi xwendina paraznameyên Rêber Apo kiriye û wiha got:“Li komînên bajarê Qamişlo me dest birêxistinkirina şêwirên xwendina parêznameyên Rêber Apo kiriye, civînên me yên xwendina parêznameyan di heftiyê de me rojek iyar kiriye û em ê van civînên xwe dewam bikin heta ku Rêber Apo azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Me dest bi xwendina beşa pêncan kir û mijara me li ser nasnameya kurdan e, di civînên me de pêkhateyên kurd û ereb amade dibin, ji bo ku her kes baş fêm bike em bi zimanê erebî dixwînin û bi zimanê kurdî nîqaşên xwe dikin.”

‘Armnaca me ew e ku hişmendî were guhertin’

Ayişa Elî axaftina xwe wiha qedand û got: “Armanca me ya sereke ji şêwirên xwendina Parêznameyên Rêber Apo ew e ku em fikrê Rêber Apo bighînin civakê û pêşxistina rola saziyên civakî ye, da ku bikarin bi têgihiştineke siyasî û exlaqî pirsgirêkên welatiyan çareser bikin, pêkhatina civakê werin fêmkirin, herwiha kesên beşdar xwe nas bikin, piştre civakê bi giştî nas bikin û hişmendî werin guhartin. Her kesê ku parêznameyên Rêber Apo bixwîne wê hewil bide ku bi têkiliyên yekser a bi civakê re û kûrkirina zêde ya di têgeha şaristaniya demokratîk de guhertinan çêke. Di riya fikir û felsefeya Rêber Apo de gelek guhertin di civakê de çêbû ku fikrên wî li ser civakek demokratîk û wekhev hatiye avakrin, ji ber wê em hêvî dikin ku her kes pirtûkên Rêber Apo bixwînin ji bo ku asta fikrên xwe li pêş bixînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
Golikê beş!
Serbest

Nato 3-0

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.