Farûk Sakik
Bi salan e herkesî behsa şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê dikir. Gelek caran tu kesî bawerî nedanî ku ev şerê rojek wê dest pê bike. Gelek bûyerên loqal-biçûk diqewimîn. Gef ji hev re dixwarin. Ambargo hebû. Dixwestin Îranê qels bikin. Dixwestin di nav Îranê de hêzek li dijî vê sîstema Îslamî serîhilbide hebe. Lê ev hêz tucarî nedîtin. Carna jî şer dihat qonaxeke wisa, me digot aha va evcar şer destpêdike. Lê moşekên balîstîk ên ji Îranê dihatin avêtin, kêlî bi kêlî herkesî li ser medya dijîtal temaşe dikir. Herkesî henekê xwe bi vî şerî dikir. Tu kesî bawernedikir wê şevek bi sedan balefir û fûze ber bi Îranê birêkevin.
Sibeha 13’ê hezîranê herkes bi vî şerê esasî şiyar bû. Îsraîl şer dabû destpêkirin û ev şer bi rojane jî dewam dike. Wisa dixuyê ku wê demek dirêj jî dewam bike. Di dawiya şer de Îsraîl û bloka xwe wê biserkevin. Îran wê winda bike. Rejîma Îslamî jî wê aqûbeta Sedam û Beşar bijî. Ev şer li dijî hilbirandina enerjiya nukleer falan nîne. Ev hincet in. Gotin; Sedam xwedî çekên kîmyewî ye, Beşar li dijî gelê xwe zilimkar e. Lê ev hincet vîzeya balafiran bû ku ber bi wan welatan bi rê kevin. Hatin şerkirin û li wê derê man. Îran wê çima winda bike? Dema Ayetullah Humeynî li heyatê bû di nesîhatek xwe de ji konsêya xwe re digot; heger hûn jî gel qût bibin û bersiv nedin daxwazên civakê hûnê ‘aqûbeta Şah’ bijîn. Herçiqas wî jî di salên rêveberiya xwe ya rûhanî de ev yek pêkneanî, piştî wî jî ji civakê û ji gelan dûrketin. Tucarî demokrasî nêzî vê axê nebû. Gelên li wê erdnîgariyê dijîn hatin înkarkirin û dibin sîstema şerîatê de Şiîtî derxistin pêş. Emê hîç behsa darvekirinan jî nekin. Ji ber van sedeman wê wenda bikê. Li pey xwe civakek ku di rojên zehmet yên şer de li kêleka dewleta xwe cîh bigirin nehiştine. Ji hêza herî bi bandor, hêza gel, mehrûm min.
Ev şer, eniyek ji şerê cîhanê yê sêyeme. Di rewşên defacto de hin hêz derdikevin û ji bo vê rejîmê biruxînin li firsetan digerin. Di germahiya şer de kêmasî-xeta û sûcên wan bi bîra wan dixin. Mixalefeta Îranê(ya siyasî) jî li benda vî şerî bû. Rejîma Îranê ya Îslamî divê îroj vî şerî ji xwe re wek şansek bibîne û bersiv bide daxwazên, civak, kolan û gelan. Dewleta Tirkiyê ji xwe re emsal bigire. Tirkiye ev şerê ku nêzî wan dibe dîtin û ji anha de behsa demokrasî û lihevkirina bi Kurdan re dikin. Paradîgmaya Rêber Apo yekane bersiva şeran dîtin û bi Abdullah Ocalan re serdemek nû dane destpêkirin.
Di vî şerê Îran-Îsraîlê de sekin û helwesta Kurdan jî tê meraq kirin. Kurd ji şer û serûbinbûna Îranê zewq nagirin; dixwazin rejîma Îranê rastiya ku bi salane bi wan re tê nîqaşkirin bibînin û li gor vê yekê gavan bavêjin. Kurd di vî şerî de ne alîgirin. Kurd bi du, kî mafdare û kî neheqe jî nakevin. Kurd bi xeta sêyemîn û bi hêzên demokrasiyê û gelên herêmê re bi du qedera xwe ketin e. Ev şer dişibê şerê Iraq û Sûrî. Di van herdu şeran de Kurd çawa ji bo azadiya neteweya xwe bi rêxistinbûn, îroj jî divê bi helwestek-seknek bi vî rengî tevbigerin. Li herêmê ji çek û şer zêdetir, pêdivî bi aştî û demokrasiyê heye. Divê ku herdu alî vê yekê bibînin.