Wednesday, June 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Çareserkirina pirsgirêka koçberan bingeha çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ye’

18/06/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Çareserkirina pirsgirêka koçberan bingeha çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Berpirsê Têkiliyên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka koçberan bingeha çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê ye û got, “Divê dagirkerî ji herêmên dagirkirî werin derxistin û sûcdarên şer bên cezakirin.”

Ji sala 2018’an ve dema dagirkirina Efrînê ve, paşê dagikirina Serêkaniyê û Girê Spî di 2019’an de, dagirkerî li ser van herêman tê domandin. Piştî rûxandina rêjîma Baasê hêviya şîneyên resen yên ku di kampan de û deverên Rêveberiya Xweser û derveyî welat dijîn, ew bû ku rasterast vegerin warê xwe, lê dagirkerî di roja îro de dibe astengiyeke mezin li pêşiya hêviya wan. Derbarê dewamkirina dagirkeriyê û vegera koçberan li bajar û gundên dagirkirî yên di bin kontrola dagirkeriya Tirk de û çeteyên girêdayî wê de, Berpirsê Têkiliyên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso ji rojnameya me re axivî.

‘Tevî sozên desthilata Şamê, dosiyaya vegera koçberan nehatiye guhertin’

Ciwan Îso da zanîn ku tevî sozên desthilata Şamê, hîna dosiyaya vegera koçberên Serêkanî, Efrîn û Girê Spî çareser nebûye û wiha got: “Piştî ketina rêjîma Baasê, Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû, divabû di vê qonaxê de sîstema dewletê, siyaseta wê hem jî cewherê wê bi temamî bihata guhertin, ji wan mijaran jî mijara koçber û penaberan. Wekî tê zanîn Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di bin sîwana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ye, ev yek jî bi siyaseta dewleta Tirk de ye. Tevî ku rêjîm jî ket, mixabin hîna jî tiştek nehatiye guhertin û hîna dosiyaya deverên dagirkirî weke berê ye. Dosiyaya koçberiyê mijareke qanûnî û exlaqî ye, ev deverên dagirkirî jî divê werin valakirin ji çete û dagirkeriyê. Lê tevî ku desthilata Şamê soza vegera koçberan da û got rewş li herêmên dagirî weke Serêkaniyê û Efrîn û hwd… aram e, lê hîna komên çete binpêkirinan li ser xelkê resen didomînin, hem jî siyaseta berê ya dewleta Tirk tê berdewamkirin.”

‘Çareserkirina pirsgirêka Sûriyê, bi çareserkirina mijara vegera koçberan ve ye’

Îso derstnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka koçberan û herêmên dagirkirî bingehê çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê ye û wiha domand: “Piştî ewqas salên dagirtî êriş, şer, binpêkirin, koçkirin û talankirinê divê hemû alî ji bo dosiyaya koçberan kar bike. Divabe sûcdar bên cezakirin, hem jî koçberên ku zerer dîtin bên qerebokirin û mafê koçberan bê dayîn, weke mafê xwendinê, em dizanin ku bi hezaran kes di kampan de bi zehmetî jiyan dikin, di nav wan de jin û zarok rastî astengiyan tên, xwendekar zehmetiyan di warê perwerdeyê de dibînin. Bi têkçûna rêjîmê re divê êdî hemû pirsgirêk bên çareserkirin, pirsgirêka koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî pirsgirêkeke bingehîn e, heta ev pirsgirêk çareser nebe, koçber venegerin warê xwe, pirsgirêka Sûriyê çareser nabe. Dem dema ku Sûriyê were avakirin ku bikaribe her kes tê de bi aramî jiyan bike, koçber jî dixwazin vegera wan ewle be û ew herêmên xwe bi rê ve bibin herwiha MSD, QSD û Rêveberiya Xweser hemû hewldanên xwe dikin ku ev yek pêk were. Vegera koçberan, hem jî destpêkirina jiyaneke nû ji bo wan divê bi navbênkariya sazî û rêxistinên mirovî Neteweyên Yekbûyî pêkwere.”

 ‘Divê dagirkerî ji herêmên dagirkirî derkeve’

Berpirsê Têkiliyên Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso tekez kir ku divê dagirkerî ji herêmên dagirkirî werin derxistin û sûcdarên şer bên cezakirin û wiha bi dawî kir: “Herêmên dagirkirî weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi tevahî di bin sîwana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne, ev dever ji axa Sûriyê parçekirî ne. Ji bo vegera wan jî divê hin xal bên çareserkirin, di serî de divê dagirkerî ji herêmên dagirkirî vekişe, hem jî komên çete û dagirkeriya Tirk li ser komkujiyên ku derheqê şêneyên resen ên wan herêman de kirin, bên cezakirin. Di heman demê de peymana 10’ê Adarê ya ku di navbera rêveberê Giştî yê QSD’ê û Ehmed Elşerii de hat îmzekirin, bê pêkanîn ji bo koçberan, tevî îmzekirina vê hevpeymanê hîna di warê pratîkî de tu gav nehatine avêtin, sedem jî siyaseta dewleta Tirk û berjwendiyên wê ne. Li aliyekî din jî divê koçber hemû vegerin warê xwe bi vegereke ewle. Em bi navê Desteya Koçberên  Serêkaniyê bang li hemû aliyan dikin ku bi erkê xwe rabin li hemberî dosiyaya koçberan, ji ber ku mijareke exlaqî ye û çareserkirina wê dikeve ser milê hemû aliyên ku dixwazin welatekî azad û aram ava bibe.”

Post Views: 43
ShareTweetPin

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.