Volqan Elî
Îsraîl pesna xwe dide ku wê bi 200 balafiran êrîşê Îranê kiriye û nizanim çend general û çend zanyarên wê yên nuklerê kuştin. Îran gefê lê dixwe ku ew ê tola xwe rake. Bi rastî bersiv jî da. Nayê zanîn şer wê bigihîje kîjan astê. Dîsa jî derket holê, gefên Îranê pir maneya wê tine; ya ku li pêşberê wê ne kolberekî (qaçaxçî) Kurd yan jî ne însanek ji rêzê yê/a Beluc, Fars e, jineke serhildêr e ku benê îdamê bixe qirqa wan û wan bixeniqîne yan jî guleyan lê bireşîne.
Li aliyekî hêzên dijî civakê ketine qirika hev, xwîna gelan dirêjînîn, gund û bajar û navçeyan hildiweşînin û li aliyê din jî însan û civaka ku ji hêzê, ji xwebûnê hatiye dûrxistin çavê xwe zîq kiriye, wekî berxê li ber kêrê, lê temaşe dike. Bi kurt û kurmancî ya diqewime ev e.
Yekê bêje, “madem welê ye, ma çareseriya vî karî tine, wê her wisa berdewam bike? ”. Na, çareserî jî heye û wisa jî dewam nake, divê neke! Çareserî neteweya demokratîk e. Yek ê bêjê, “ma ev neteweya demokratîk şivikekî bi sêhr e ku pirsgirêkên ewqas giran ên Îsraîl, Îran, Yahûdî û Misilmanan, pirsgirêkên ewqas giran ên cîhana me ya ji hal ketî (ji ber zexta Nemrut û Firawinên hemdem) çareser bike? Belê, mirov dikare bêje ji wê jî bêhtir e. Lê bi şert û merca ku hewldana me hebe, sebir û wijdan, zanebûn û hafiza me ya dîrokî bikeve dewrê.
Na! em ê behsa tewriyên cuda nekin! Rêbaza çareseriya neteweya demokratîk, ji dîrokê olan, pêxemberan, tecrubeyên qewm û qebîleyan sûd werdigire!
Olên cuda çawa karîne li cem hev, bijîn, ewliya, feylesof û pêxemberan ji vê re çi çareserî danîne, qewm, qebîle û eşîrên cuda çawa bi hev re bi hezaran salan heman erdnîgarî parve kirine, hestiyên kalik û pîrikên wan çawa tevlîhev bûne! Vaye rêbaza çareseriya neteweya demokratîk, dide li pey vê kevneşopiya dîrokê! Ne ku tewriyên pir sar û dûr ji civak û dîrokê ye; ne xewneke şevan e û ne jî xeyaleke bê esl e! Çareseriya demokratîk ji van hemû tecrûbeyên dîrokî encamê derdixe! Mînak; Hz. Mihamed piştî ku ji Mekkeyê hîcretî Medîne kir, li wir çi dît, bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû ma û ya herî girîng jî ew çawa çareser kirin? Dît ku li wê derê Yahûdî (Cihû) dijîn, Xrîstiyan dijîn, Pûtperest dijîn, jixwe Misilman jî nû çûne wê derê. Lê her olê, her qewmî li taxa ku jiyan dibûn derdora xwe bi dîwaran û bi sûran dorpêç kiriye, tê de sekinîne. Kes nikare biçe tax û herêma yê dîtir. Kî ji taxa xwe derkeve, yê din diçe ser wan û wan dikuje. Kes ji kesî re rêzê nagire!
Çi kir Hz. Mihamed? Ne got “Ez resûlê Xweda me, yan hûn ê werin ser ola min û bibin Misilman yan jî wê şûrê Îslamê li ser patika we be!” Çû banî hemû rûspiyên hemû ol û qewman kir; li hev civandin. Got ku her ol û qewm neçar e bi hev re, li cem hev bijîn. Her kes neçar e ji hev re rêzê bigire; Yahûdî li ser olê xwe, Xirîstiyan li ser olê xwe, Misilman bi olê xwe… her kes wê hev nas bike, ji hev re rêzdar be. Divê Ereb ji Yahûdî, Yahûdî ji pûtperest re, Xrîstiyan ji Misilmanan re, Misilman ji Xrîstiyanan re rêzdar be! Hemû sûr û dîwarên li bajêr hatin rakirin. Civaka bajêr xweş û geş bû. Medîne bi vê Peymanê bû Medîne.
Em ê piştî du hezar sal ji vê ezmûna dîrokî û pîroz çi encamê derxin? Em nikarin bêjin, “ew du hezar sal berê bû, Medîne wê demê bajarekî belkî nizanim çend hezar kesî bû, pirsgirêkên wê ne ewqas wekî îro giran bûn”. Ne girînge rêbaza çareseriya pirsgirêkan e. Vaye vê rêbaza Peymana Medîne îro em jî wekî çareseriya neteweya demokratîk bi nav dikin. Çareseriya ku em îro dibêjin neteweya demokratîk çi ye? Hemû ol, hemû gel û netewe, hemû civakên cîhanê bila li cem hev di nava aştî û aramiyê de bijîn! Na eger wisa nebe çi li hêviya cîhana me ya pîr bûyî ye?
Di maneyekê de rast e ku îro, ev qîrîna ku em tê de dijîn ne wekî Medîneya Hz. Mihamed e. eger wê serdemê Peymana Medîne nebûya, dibe ku Yahûdiyên Medîne qira Erebên wê derê bianiya, yan Xirîstiyanan putperest tine bikirana yan jî çend qebîleyan çend olên cuda tine bikirana! Ewqas! Lê di sedsala 21. De Dewlet û îqtîdarên dagirker, bi çekên kîmyawî û atomî deriyên dojeha ku di hemû ol û baweriyan de heye, heta li ser piştê li cîhana me vekirine!
Ma tamînata wê çi ye ku bi destê Îran, yan jî bi talîmata Trumpê deryaya hiş û aqil, çekên atomî li nav guhê gelan nekeve! Li pêşiya civakên cîhanê, pir zêde bijartek tine: Yan qiyameta dojehî ya kapîtalîzmê û yan jî çareseriya civak û neteweya demokratîk!