Rêveberiya Îranê, ragihand ku bi şaşî balafira rêwiyan a Ûkraynayê xistine.
Rêveberiya Îranê, ragihand ku bi şaşî balafira rêwiyan a Ûkraynayê ku 176 kesan tê de jiyana xwe ji dest da, xistin erdê. 8’ê Çile balafira Boeing 737 a girêdayî Qada Hewayî ya Ukraniyayê dema ji Balafirgeha Xumeynî ber bi paytextê Ûkraniyê Kîev ve difiriya 40 kîlometreyan nêzî Tehranê ket xwarê. Hat ragihandin ku balafir piştî rabûnê 10 deqeyî ketiye xwarê. Di balafirê de 176 kesên heyî, jiyana xwe ji dest dabûn.
Serokatiya Fermandariya Giştî ya Îranê ragihand ku bi şaşî bi moşekê balafira rêwiyan a Ûkraynayê xistine. Wezîrê Karê Derve yê Îranê jî da zanîn ku balafir bi şaşîtî bûye hedef û lêborîna xwe ji malbatên qurbanan xwest. Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cewad Zerîfî jî lêborîn ji gelê Îranê xwest û got; “Me bi şaşî li mirovan xist, em poşman in. Em daxwaziya lêborîn û sersaxiyê ji gelê xwe û malbtên qurbanên neteweyên din re dixwazin. DYA bû sedema vê rewşê.”






