Medeni FERHO
Em serdema Habîl û Qabîl najîn, qijika ku binaxkirina Habîl fêrî Qabîl bike jî nîne… Qabîl ne lehengekî destanî ye, ji bo mînak navê wî tê dikirandin. Îro jî, hêzên ku çekên kîmyewî bi kar tînin, bi hêzên disîplîne gelan qir dikin, şerma mirovahiyê tên dîtin.
Kesên ji bo azadiyê, aştiyê, wekhevî û jiyaneke hevpar, ji bo rawestandina êşê û rondikên dayikan têkoşînê dikin wek lehengên destanan tên bîranîn. Berî serdema pêxemberan û piştî serdema pêxemberan jî, ev rastî hebû û wê her hebe.
Mirovahiya modern, ji bo komkujiyan çekên pêşketî afirandine…
Di dawiya sedsala bîstan de, dewleta Tirk çekên pêşketî, li bajarên Bakurê Kurdistanê bi kar anîn; di jêrzemînan de komkujî kirin. Dewşirmeyên Tirk, bi qasî qijikê jî bixîret nebûn; cenazeyê ciwan, zarok û kalên Kurd, di nava barên kevir û axê de li kamyonan kirin û avêtin qeraxên Dîcle… Ev bêxîretî ye û dibêjin, “bêxiretî avêtin ser kûçikan, kûçikan jî qebûl nekir…”
Şer, endûstriyel bûye, ev endûstrî, di rengekî barbarî de tê bikaranîn. Şerên serdema me, bi berjewendiyan tenê ve nayên girêdan. Dewletên ku peymanên çekên nukleerî imze dikin, nikarin bêjin em ji bo parastina mirovahiyê peymanan imze dikin. Lewre ev hêz çekên kîmyewî difiroşin dewletan. Saddam Huseyîn mînak e!.. Mînaka duyemîn dewleta Tirk e!…
Dewleta Tirk çekên kimyewî hem bi kar anîn, hem dan çeteyan… Cîhan bêdeng ma.
Piştî DAIŞê, cîhanê, komên çete bi qasî çekên kimyewî metirsînî bi nav kirin. Dewleta Tirk jî ev çete destek kirin. Piştî ku YPG, YPJ û QSDê, ev xeter ji holê rakirin, dewleta Tirk, bi hawara çeteyan ve çû, careke din çete li hev kom kirin. Niha, ji Serêkaniyê heta bi Libya cirîdê diavêjin. Dewletên ku peymanên çekên kimyewî imze kirine, di dagîrkirina Efrînê û Bakurê Sûriye de dewleta Tirk destek kirin.
Ev jî tê wateya ku tehdîd her heye û hêzên global, li dijî tehdîdê motîfe nabin, azadî, demokrasî û wekheviyê napêrêzin. NY, ji bo ewlekariya gelan, parastina cografya û nirxên dîrokî hatiye avakirin. Lewma di binê sîwana NY de, di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan ya Gerdûnî de, Rêxistina Parastina Mafên Mirovan û UNESCO hatine avakirin.
Şerê serdema me jî, ji bo berjewendiyan tenê nayê kirin. Mînak jî, dewleta Îttîhadî, pişt re Komara Tirkiyê ye; vê dewletê, ji bo tinekirina gelên nava xwe şer kir û dike. Gelê Ermenî, Suryanî-Asurî tine kirin, niha jî dixwaze gelê Kurd û bermayiyên Suryaniyan tine bike. Dewşirmeyên Turk-î Îslam, di şerê li dijî Kurdan, ne tenê kadavratîk e, kadastroyal e… Kadastro, tê wateya tapokirina cografîk!…
Ji bo vê jî, dewşirmeyên Turk-î Îslam, li dijî gelê Kurd, şerê, etno-polîtîk û olî dike. Di her şerî de, hêzên serdest, di êrîşên dagîrkeriyê de, ji sedî 10 ji aliyê din dikujin… Lê dewleta Tirk, di êrîşên li dijî gelê Kurd de, tinekirinê dike hedef. Yên mayîn jî koçber dike, şûnwar û bermayiyên dîrokî û çandê tine dike, ziman jî qedexe dike… Ev tev sûc in, NY û saziyên wê bêdeng in.
Şerê dewleta Tirk yê li dijî gelê Kurd, ne di felsefeya klasîk de, ne di felsefeya modern de cih digire. Ne di çarçoveya “realîst” de, ne di çarçoveya “îdealîst” de cih digire. Ne di felsefeya Hobbes de, ne di felsefeya Kant te cih digire. Hobbes, dibêje, “cîhan ji zordestiyê nayê paqijkirin, kurmê mirov mirov e, şer jî di karekterê mirov de heye”. Kant dibêje, mirov hewl bide, dikare mirovahiyê ji şer dûr bike, rebazên normal û jiyaneke aram pêk bîne. Kurmê antî-mirov ya Hobbes, di dewşirmeyan de heye.
Kant, ji pêxemberên Rojhilatanavî sûde digire… Lê di serdema dewşirmeyên Turk-î îslam de, ne Kant, ne jî pêxemberek, ne Ibn-î Xaldûnê ku desthilatdaran wek atêşî suzan dibîne hene. Li Ewropa jî, hawariyên Cn- Îsa derneketin holê. Kêm feylesofên weke Chomsky ‘”Quo Vadîs” dibêjin.
Dewleta Tirk, her rêbazê bi kar tîne; bi plan û disîplînî, sîmetrîk, psîkolojîk, siber û sar û germ şerê Kurdan dike. Ev şer, şerê nesl-î dewşîrme ye û kadastroyal e… Menendê vî şerî li cîhanê nîne. Despotîzm dînazor e!…
Ocalan jî dibêje; “Pêxemberan, li dijî despotîzmê têkoşîn kiriye… Li Rojhilatanavî despot hene, pêxember hene… Firewn heye, Mûsa heye, Roma Heye, Îsa heye, Mûhammed heye, Babîl, Asur û Pers hene, Zerdeşt heye…” Îro, despotan reng guhertiye, ji Hîtler vir ve rengê faşîzmê û hêzên disîplînekirî jî hatine guhertin…
Bar dikevê ser milê gelan, duyemîn dikevê ser milê entelektûelan. Divê gel hemû bi hev re û bi rêxistinî têkoşînê bikin, entelektûel jî bêmerc gelan destek bikin.






