ZEKÎ BEDRAN
Li Sûriyê çareseriyeke siyasî û avakirina sîstemeke demokratîk dûr xuya dike. Wezîrê karê derve yê Rûsya Lavrov, dibêje bila Kurd ji bo hevdîtinê û çareseriyê lezê bikin. Lê ew bixwe herî zêde fikar û siyaseta Tirkiya dagîrker li ber çavan digire. Di rewşa heyî de rêveberiya Erdoxan li Sûriyê bi tinekirina Kurdan ve mijûl e. Yek ji sedemên ku Tirkiyê erdê Sûriyê dagîr kiriye, pêkanîna vê stratejiyê ye. Rûsya li hemberî vê nesekinî. Çawa ku her kes dizane, Rûsya ji qada hewayî ya herêma Efrînê berpirs bû. Bi lihevhatina bi Tirkiyê re qada hewayî vekir û derî ji dagîrkeriya Tirkiyê re vekir.
Dagîrkirina Efrînê hê dewam dike. Li wê herêmê çawa ku QSD nemaye gelê Kurd jî nema. Tirkiye li ber çavê Rûsya gelê Kurd qir dike. Li şûna Kurdan çeteyên xwe û derdora wan bi cih dike. Qaymeqaman û berpirsên din dişîne wir. Ya rast amadekariyê dike ku bi ser welatê xwe ve bike. Li wan herêman sê zanîngehên mezin vedike. Li hemberî van bûyerên dibin, Rûsya heta niha daxuyaniyek jî nedaye. Ev jî nîşan dide ku bi Erdoxan re lihevkirineke kûr kirine.
Derbarê daxwaziyên Rûsya yên têkildarî çareserî û hevdîtinan de, Kurdan û rêveberiyên xweser her tim bersivên erênî dan. Rûsya jî Kurd tine hesab nedikirin. Sala 2018an rêveberiya Rûsya li Soçî civîneke berfireh li dar xist. Wê ji Kurdan û herêmên xweser bi sedan mirov tevlî bibûna. Nav ji rêveberiya Rûsya re hatin ragihandin. Di saetên dawî de ji birina Kurdan ya Soçî vegeriya. Derbarê kesên vexwendîn de daxuyaniyek jî neda. Piştî ku Rûsya bi Tirkiyê re hevdîtin kir û li hev hatin, Kurd hi nava hesabê xwe derxistin.
Emerîka û endamên koalisyonê yên din jî bûn xwediyên helwesteke wisa. Emerîka tevlî pêvajoya Astana nekirin. Pêvajo ji aliyê Rûsya, Îran û Tirkiyê ve hat meşandin. Di dawiyê de pêvajoya Astana bû eniya li dijî Kurdan û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Emerîka û dewletên pê re tevdigeriyan, digotin; dema pirsgirêk biçe Cinêvê, wê di amadekariya destûra bingehî de insiyatîfê bigirin û wê nûnerên Kurdan jî li wir hebin. Kesên ku Tirkiyê li derdora xwe kom kirîn û ji wan re dibêje mûxalefet, li pişt wan hêza gel tinebû. Nasnameyeke wan a siyasî jî nemabû. Bi her awayî ketibûn binê baskê Tirkiyê. Çawa ku di dagîrkeriya Serêkaniyê û Girêspî de ji leşkeriya bipere û tevgera bi fermana Tirkan pêve tiştek nekirin. Emerîka dibêje; me nikarî Kurdan tevlî pêvajoya Cinêvê û komîteya destûrê bikin. Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Peterson jî dibêje; Tirkiyê nehişt Kurd tevlî bibin. Tirkiyê çawa ku bi lihevkirina Rûsya re Efrîn dagîr kir, bi lihevkirina bi rêveberiya Trump re jî Serêkaniyê û Girêspî dagîr kirin. Tirkiye li hemberî Kurdan dijminiyeke eşkere û bêsînor dike. Her nirxê xwe pêşkêş dike. El-Nusra, DAIŞ û Ixwanî jî di navê de, bi her kesî re li hev tê. Ne li Tirkiyê tenê, dixwaze Kurdan li dinyayê jî ji holê rake. Lê hêza wê ne bêsînor e. Ne hêzeke wisa sûper e jî. Eger em bala xwe bidinê, bê ku bi Emerîka, yan bi Rûsya re li hev bike û destekê bigire, nikare bikeve Sûriyê. Eger Trump ji Erdoxan re bigota; dagîrkirina Bakurê Sûriyê ji serê xwe derîne, eger pirsgirêkeke we hebe, em bi riyên siyasî çareser bikin, Tirkiyê nikariya serî li dagîrkeriyê bide.
QSDê, ji sisiyan yekê Sûriyê ji DAIŞê û çeteyên din paqij kiriye û rêveberiyeke demokratîk ava kiriye. Bi milyonan mirov li van herêman di ewlekariyê de dijiyan. Tuyê bi dervehiştina vê hêzê ji hevdîtinên navneteweyî û xebata destûra bingehî çawa li Sûriyê yekîtî û aştiyê pêk bînî? Tirkiye, li milekî dibêje; li Idlibê operasyonan nekin, li milê din ew bixwe bênavber êrîş dike û herêmên dagîrkeriyê fireh dike. Emerîka û Rûsya destûra vê didinê û piştgiriyê dikin. Neteweyên Yekbûyî jî dibêje; Tirkiye herêmên rêveberiya xweser veto dike, dixe çemberê.
Ma edalet, huqûq û çareserî ji vir derdikeve? Tirkiye dixwaze pêvajoya bêstatûbûna Kurdan ya piştî şerê cîhanê yê yekê, bidomîne û mayînde bike. Vê polîtîkayê sed sal in li herêmê pirsgirêka Kurdan çareser nekiriye û her tim bûye çavkaniya şer û aloziyê. Emerîka, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî, li şûna ku bi awayekî jidil vê pirsgirêkê bigirin dest û alîkariya çareseriyê bikin, hê jî alîkariyê didin polîtîkayên dewleta Tirk yên inkar û tinekirinê. Dema Erdoxan hevalbendiya DAIŞê kirî, Kurdan bi Emerîka û koalisyonê re bi dayîna bedelên giran dinya ji vê belayê rizgar kirin. Yên li hemberî DAIŞê şer kirîn bi tang û balafirên Tirkiyê hatin kuştin. Ji ber bêdewletbûna Kurdan her tim kirin qurban. Li Sûriyê hem Emerîka heye hem Rûsya. Qada hewayî jî di navbera xwe de par ve kirine. Niha Tirkiye bermayiyên DAIŞê û El-Nusra tîne Kurdan dikuje û ji erdên wan dertîne. Heyfa DAIŞê Tirkiye hiltîne. Di ser re Rûsya, Emerîka, Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî, Kurdan derveyî pêvajoya Cinêvê dihêlin. Çawa ku tê dîtin heta ku bazarên qirêj û bi dizî bên kirin û berjewendiyên dewletan bi ser her tiştî re bên girtin, wê çareseriyeke adil û hêsan pêk neyê.






