QASIM ENGÎN
Dewlet, saziyeke wisa ye ku li dijî civakê bi sîstematîk li ser esasê ku hegemonya û yekdestiyê disepîne û dest biavêje her nirxê wê hatiye avakirin. Dewlet tev di tehlîla dawî de, ji bo talan û diziya civakê hatine pêşxistin.
Bi gotineke din, dewlet, bi taybetî jî dewletnetewe, bi giştî li ser esasê îstîsmar û zordariyê pêk tên. Û kengê hêza wan têrê kir ku îstîsmara xwe her tim û daîmî bikin, huquq pêş xistine.
”Huqûq, rêzik û pîvanên exlaqî yên plansaziya civaka dewletdar a nû û berjewendiyên çîna rêveber, mal û milkê wan û ewlekariya wan îfade dike û ev jî ‘Destûra Bingehî’ a civaka nû ye.”
Bi gotineke din, huquq dibe mekanîzmaya domkirin û saxlamkirina destdanînê, talanê û diziyê.
Lê sîstema ku herî zêde ev jî kiriye hîç nîqaş nîne ku, kapîtalîzm bi zaroka xwe ya bêyom dewletnetewe ye. Ev jî hêzên kapîtalîst bi netewperestî, olperestî, zanistperestî û cînsîyetperestî pêş xistine.
Qaşo kapîtalîzm xwe pêşketî û hûmanîst dibîne heta bi feraseta xwe ya lîberalî jî azadîxwaz û wekhev dibîne. Çawa ku tê gotin haşa ker 9 cure melavaniyê dizane, lêbele dema tê ber çemekî ango ber avêkê hemûyan jî bîr dike. Kapîtalîzm jî weke wê kerê, dema bi berjwendiyên xwe yên aborî rûbirû tê, pêşketîbûyîna xwe, hûmanîzma xwe, azadîxwazî û wekheviya xwe ji nişkava ve ji bîr dike.
Mînak, dema DYE erîşî fermanderê Îranê Qasim Suleymanî kir Trump di tweete xwe de ala Emerîka nîşan da. Qaşo Emerîkî ne neteweperest in, pêşkevtî ne.
Dîsa dema Trump û yên weke wî diaxivin behsa çekên xwe dikin ka çawa mirovan dikujin. Ji devê wan agir wek Levîathanê demê dibare, lê ew hûmanîst in, ew aşîtîxwaz in û heta mirovparêz in.
Her wiha behsa demokrasiyê, mafê xweîfadekirina mirovan û gelan dikin, lê dema hin hêz ne li gori wan bin, amûrên kuştinê hemû dikevin dewrê da ew hêz û kes devê xwe venekin. Lê ew azadîxwaz in. Hem jî çawa ku lîberalîzm ji gotina Lîbertê ya Fransî azadî tê, ew ewqasî azadîxwaz in.
Kapîtalîst biisrar in ku her kes wekhev tê dinê û mafê her kesî heye ku xwe bîne ziman û li gorî bawerî û çanda xwe jî bijî. Lê wekheviya wan jî weke civînên NY û Konseya Ewlekariya NY ye. Hin hêz kiyametê jî ser hina rakin, cîhan tev rabe ser piyan jî, eger yek ji wan hêzên Konseya Ewlekariya NY bêje na, ti kes nikare cezayekê ser wê dewleta xwînxwar bisepîne, heta nikare wê dewletê şermezar bike. Ev di erîşa dewleta Tirk ya ser Rojava de her kesî dît.
Xulase, pergala dewletneteweyê ev bixwe ye. Kî bi hêz e, tûtîk ango fîtika wî derbasdar e. Lê em bizanin ku heta pergal ew be, kuştina mirovan li ser bingehê keyfa hinekan wê bidome.
Çareserî ne ew e ku, bi zimanê dewletneteweyê bersiv were dayîn. Çareserî ew e ku bi hişmendiyea ku her rengî di nava xwe de bihewîne ango bi hişmendiya neteweya demokratîk li hemberî feraseta dewletneteweya netewperest, olperest, cînsîyetperest û zanistperest were sekinandin.
Eger em li ser erdnîgariya xwe bikarin pirsgirêkên xwe bi rêbaza neteweya demokratîk çareser bikin, di wê manê de bikarin aşîtiya navxweyî pêk bînin, ne mûmkin e ku hin bi hezarê kilometreyan werin û fûzeyan li ser me bibarînin.






