Sîpan Şînda
Têkiliyên dîplomatîk yên di navbera Sovyet Rûsya û Îranê de her ku diçe pêş dikevin û girêdayî vê pêşveçûnê jî di 10’î Berfanbara 1946’an de di navbera herdu dewletan de peymanek tê çêkirin. Li gorî vê peymanê, Sovyet Rûsya wê demekî dirêj petrola Îranê ji xwe re derbixe; bes wê destûrê bide ku Îran Kurdistanê vegire û qirkirinekê li ser Kurdan çêbike. Piştî vê peymanê hêzên Îranê êrîşî Kurdistanê dikin. Di vê êrîşî de nayê zanîn ka Îranê çiqes Kurd qetilkirin e; bes ya tê zanîn ew e ku serwerên Komara Mahabadê di Meydana Çarçira de têne darvekirin. Bi hezaran Kurd digrin girtîgehan. Lê belê Sovyet Rûsya ya “komûnîst”, ne tenê li himberî vê qirkirin û wehşetê bêdeng dimîne; herweha weke li Efrîn û îro li herêmên din yên Rojava, di pişt perdê de peymanên veşartî destnîşan dike û dibe şirîkê qetilkirina Kurdan û talankirina axa wan. Rêgeza “her netew qedera xwe diyar dike” ji di bîrên petrolê de dibe dû û doman û li ezmanan belav dibe! Sovyet Rûsya ya “komûnîst” di 1946’ê de qedera Kurdan û Kurdistanê bi bîrên petrolê diguhere; piştî wê ji polîtîkayên xwe yên pêjberî Kurdan li ser vî esasî didomîne; heta qirêjtir dike. Serfermandarê Leşkerî yê Komara Mahabadê Mele Mistefa Barzanî, di 1947’ê de bi 550 pêşmergeyan ve derbasî Sovyet Rûsya yê dibe. Lê belê Sovyet Rûsya miemela êxsîran li wan dike û demeke dirêj wan di kampên gelek xirab de dihêle. Di serhildanên ku li Başûrê Kurdistanê di sala 1961’ê de destpê dike û hetanî 1990’ê didomin de ji Sovyet Rûsya tu caran ne di warê dîplomatîk, ne ji di warê leşkerî de alîgiriya Kurdan nekiriye. Dijberî vê Rûsya faşîzma Baasiyan ji xwe re weke hevkar dibîne û piştgiriya wan dike. Bi taybetî ji vê yekê li Îraq û Sûriyê dike. Bi deh hezaran Kurd ji aliyê rejîma Baasê ve li Êraqê têne qetilkirin, lê belê Rûsya her û her bêdeng dimîne û piştgiriya xwe ji rejîma Baas re didomîne. Rûsya, komkujiya di 16’yî Adara 1988’ê de ji aliyê Sedam Hisêyn ve li Helepçe tê kirin jî weke lîstokeka “dewletên emperyalîst” û angaşteka “Çeteyên Kurd” bi nav dike. Piştî Şoreşa Îslamî ya di 1979’ê li Îranê pêkhatî jî, Rûsya bi rejîma Melayan re hevkariya xwe xurt dike û hemî zor û zextên Îranê yên li ser Kurdan jinedîtî ve tê. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di 1978’ê de li ser bîrdoziya komûnîst tête avakirin û di warê bîrdozî de nêzî Sovyet Rûsya yê bûye. Heta Tirkiye, ji bûna PKK’ê reş bike û qada belavbûna wê di nava gel de teng bike, propagandaya ku PKK komûnîst e nêzî Rûsya ye di nava gel de belav dike. Lê belê tevî hemî tewanbariyên Tirkiye, ne Sovyet Rûsya û ne jî xelefê wê Rûsya, polîtîkaya xwe ya li hemberî Kurdan neguhertiye û ne di qada leşkerî de û ne jî di qada navnetewî de çi piştgirî nedaye Kurdan. Heta dema di sala 1998’ê de Serokê PKK’ê rêzdar Ocalan ji Sûriyê derdikeve berê xwe dide Rûsya yê. Lê belê Rûsya dîsa çi piştgiriyê nade wî û wî mecbûr dike ku ew Rûsya biterikîne.






