Faruk sakik
Di demên dawî de li Tirkiyê û li Bakûrê Kurdistan nîqaşeke nû dest pê kir. Her kes van pirsan ji hev dikin: Çima gel li hemberî vê Faşîzmê danakeve qadan? Çima serî hilnadin? Çima bêdengî heye? Çima kolan bêdeng in? Pêşengên vê civakê çima li rê û rêbazeke nû nagerin? Wê çawa ev bêdengî were şkandin? Û gelek pirsên din.
Destpêkê divê rewşa siyasî ya Tirkiyê baş were nirxandin. Li Tirkiyê Faşîzm heye. Pêşengê vê faşîzmê jî Erdogan e. Faşîzmeke ku heta îro navek lê nehatiye kirin. Gotina li Tirkiyê faşîzm heye têrê nake, aliyekî wî kêm dimîne.
Mirov nikare bibêje Erdogan dişibe filan dîktatorî. Lewre ji her dîktatorî wirdetir e; kesayeteke girtî ye û di kesayeta xwe de jî hin tişt lê zêde kirine. Ji bo wê mirov dikare bibêje ‘Kokteyla Faşîzmê’ ava kiriye.
Di dema desthilatdariya wî de, li her devera Tirkiyê jiyan li her kesî hat herimandin. Dijber nikarin gavekê biavêjin û peyvekê biaxivin. Dengê bilind dibe ku neyê bihîstin. Di navbera insanan de dîwarên pir bilind ava kirine. Roj hat me bihîst ku kesên dengê xwe bilind dikin, li zîndanên hezar km. ji malên wan dûr, hatinine bicihkirin. Bi sirgûnkirina girtiyan dixwestin malbatan jî ceza bikin. Dixwestin têkiliyên malbat û dîlên siyasî ji hev qut bikin.
Ji bo parastin û berdewamiya desthilatdariya xwe ji leşker û polîsan hêzek ava kir. Ev hêz bi selahiyeteke mezin hatin erkdarkirin. Destûra darazindin û kuştinê jî dabû van hêzên xwe. Kuştinên bêdaraz û bêsedem li kolanan dest pê kirin. Van her du hêzan bi van kiryarên xwe li her derê tirs û xof belav dikirin. Bi dehhezaran kesên dijber terka welat kirin.
Lê li Tirkiyê mûxalefekeke din hebû. Li Tirkiyê hin şoreşger û welatparêzên bêdeng hebûn. Ev kes bi cesareteke mezin li benda wê rojê bûn. Li benda wê rojê ku çirûskek pê bi keve bûn.
Me ev cesaret rojên kampanya hilbijartinan dest pê kirî li qadên mitîngan, di encamên hilbijartinan de û di roja Newrozê de dît. Di van 4 salên dawî yên faşîzmê de, di hilbijartinan tevan de HDPê nêzîkî 6 milyon deng girtin. Ev dengê ‘berxwedêrên bêdeng’ bû. Her sal bi milyona mirov li qadên Newrozan di şahî û pîrozbahiyan de ne. Ev dengê ku ji qadên Newrozan bilind dibû dengê ‘berxwedêrên bêdeng’ bû.
Lê ji bo gotina xwe ya dawî û ji bo parçekirina bêdengiya xwe sebir dikirin. Li benda wê rojê bûn. Wan jî û her kesî jî baş dizanibû ku faşîzm li Kurdistanê li ber her deriyî qereqolek ava kiriye. Bi sîxûrên xwe, bi polîs û wesaitên zirxî, bi hêz û çekên xwe kolan dagîr kirine. Di gava yekemîn de dihatin bêtesîrkirin. Îro jî li zîndanên Tirkiyê bi dehhezaran siyasetmedarên Kurd hene. Gelek hatine cezakirin û pişt re jî li gorî cezayê wan sûcek ji wan re hatiye dîtin.
Lê berxwedêrên bêdeng ji bo wê roja ku were xwe diparêzin. Bi ti awayi xwe navêjin nava lepên faşîzmê. Dibêjin dema ew roj were, bila li qadan hin kes hebin. Bila her kes li zindanan, li xeribiyê, yan jî li goristanan nebe. Divê tol û heyfa wan kesan ji faşîzmê were girtin û wê tolê jî ‘berxwedêrên bêdeng’ bigirin.






