Idrîs Henan
Bi pêşketina zanyarî û metodên zanistî re, teknîk û alavên pêşesaziyê para herî mezin a bi bandor bi dest dixin. Bi zanistê re jî, asoyên fikirîna çareserker a nêzî heqîqetê zelal dibin. Ji her demê bêtir, aşîtiya navxweyî û ya global pêkan dibe. Lê bi qasî temenê desthilatdariyê, metodên zanistî hatine desteserkirin û çewisandin. Bi her pêşketinekê re, asta hovîtiya bi maska demokrasiya liberal hatiye nixumandin, xeternaktir dibe û jiyanê serûbin hev dike. Têkîliyên bi hawîrdorê re bê rêje qirker dibin. Her tişt rûbirûyî qirkirinê dimîne. Li gorî hêza hegemoniyê jî nirx û pîvan, weke şertên hebûnê têne destnîşankirin. Aliyên desthilatdar ta ku otorîteya xwe domdar û amyînde bikin, projeyên dîzayînker weke nexşeriyên bê wan jiyan naçe serî ferz dikin. Di cewherê van projeyan de, wek xwe kirin e. Ango; cîhanê li gorî normên xwe ava dike û her tiştî entegreyî sîstema xwe dike. Ev jî yek ji xisletên hegemoniya global e ku; demokrasî ji koma nirxên exlaqî wêdetir, dibe cêwîbûna bi sîstemê re. Berevajî wê jî, dijatî û kedîkirina bi zorê ye.
Dema ku hêzên dunyayî ji bo pêkanîna çareseriyên bi vî rengî li hev dicivin, dêmekî îlankirina şerên dunyayî ne. Ango şerên cîhanî ne. Ev jî girêdayî rewşa kaos a di navbera navend û derdorê de ye.
Tişta ku bi salan e li herêma Rojhilata Navîn di bin navê çareseriyê de têye kirin jî ew bi xwe ye. Rûbirûbûna navenda hegemonîk û sîstemên statukuperest e. Di navbera serî û lingan de pêvçûna organîk a şekilgirtinê ye. Çiqas asta pevçûnê bilind bibe, dimîne yek laş û yek beden. Di roja me ya îro de, mînaka wê ya zindî jî, beramberiya Amerîka û lingê wê Tirkiyeyê ye. Çiqas di şikil de nakokî mezin û pir bin, lê di cewher de nakokiya ber bi çav, têkoşîna herdu aliyan a ji bo rêbazê ye. Yanê, bi qasî tabloya kaosê di nav hev û din de ne. Ji bo wê jî mirov dikare mane bide rêdana destwerdan û dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê. Bêdengiya li hemberî dagirkeriyê, cewherê rasteqîner a têkîliya serî-ling eşkere dike. Yekbedenbûna sîstemên statukuperest bi hêza kapîtalîste re nîşan dike.
Sîstemên ku li gorî berjewendiya hêza kapîtal kevin bûne, dema ku li gorî asta pêşketina zanista kapîtal xwe pêş nexin, wê çaxê nûjebûn bi zorê li ser têye ferzkirin. Dibe ku di hinek merheleyên dişibin ên îro de rê bidinê, lê dema ku statukuperest di dogmatîzma xwe de bi îsrar be, wê çaxê deriyê kaosa mezin lê tên vekirin. Bêdengiya li hemberî dagirkirinê û rêdana êriş û mudexeleyî Lîbyayê, diyar dikin ku sîstema faşîst a AKP-MHP zêde dehfî nav kaosê bûye. Li hemberî wê tenê yek rê maye; yan guherîn û veguherîna li gorî perspektîvên hêza sermayê ya kapîtal e, yan jî vegevizîna di nava çirava qeyranê de ye. Ewqas dogma bûye ku rêyên çareseriyên demokratîk li xwe kilît kirine. Ji lew re bijardeya faşîzmê bêguman li gorî pratîka têya jiyîn; heya dawiyê vegevizîna di nava çiravê de be. Êdî zanist jî têrê nake ku ji vê rewşê were xilas kirin. Ancax bi veguherînên demokratîk ên ku pala xwe didin encamên têkoşîna gelan, bi rêbaz û metodên koma nirx û exlaqan çareserî pêkan bin. Derveyî van tiştan, hemû jî ceribandin û bilindkirina asta kedîkirina gelan e.






