Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di şerê serweriyê de pêvajoyeke nû

12/01/2020
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di şerê serweriyê de pêvajoyeke nû
Share on FacebookShare on Twitter

Mehmet Şahîn

Piştî ku serweriya DAÎŞ’ê ya li ser xakê bi dawî bû, hêzên li pey serweriyê ne dest bi şerê hev kirin. Kuştina bi sûîqestê ya yek ji rêveberên herî girîng ê leşkerî û siyasî yê Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Haşdî El Şabî Mehdî El Muhendîs li Bexdayê nîşan dide ku dê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn a li Rojhilata Navîn girantir û berfirehtir bibe. Girantir û berfirehtirbûna şer ji bo civakên heremê tê wateya hilweşîneke mezin.

Ayetulah Alî Hamaney ji hêla hişmendî û bîrdoziyê ve ji bo şoreşa îslamiya îranê çiqasî girîng be Qasim Silêmanî jî ji hêla leşkerî, ewlehî û parastina rejîma îslamî ve bi ewqasî girîng e.

Di çarcoveya plansaziya parastina rejîmê de şerên Îranê yên asîmetrîk û yên bi destê wekîlan li derveyê Îranê dihatin meşendin hemû di bin fermandarî û plansaziyên Qasim Silêmanî de pêk dihatin. Bi wan plansaziyan şerên li dijî îranê hemû li derveyê îranê dihatin pêşwazîkirin. Lewre, pênaseyên ‘fermandarê xeyalet, şûrê îranê yê Rojhilata Navîn û hwd.’ belesebeb lê nehatine kirin û hedef girtina wî jî ne teseduf e.

Belê ji bo her kesekî wateya Qasim Silêmanî cuda ye lê ji bo Kurdan dijminê sûndxwariye.

Çîroka Kurdan a bi Qasim Silêmanî re di sala 1979’an de di serhildana Mahabatê de dest pê dike. Di 22 saliya xwe de bi dijberî û zordariya xwe ya li dijî serhildêrên kurd ber bi çav tê û pêlik bi pêlik payebilindbûna wî dest pê dike. Ji wî salî vir ve ye di hemû komkujî û hovîtiyên dijî kurd de li ber perdê nebe jî di pişt perdê de ew heye.

Ji kiryarên wî yên dijî kurd ên herî girîngan yek di referandûma Başûr ya 2017’an de pêk hat. Kerkuk jî di nav de di windekirina ji sedî 40 erdnîgariya başûrê Kurdistanê de rola sereke ya Qasim Silêmanî bû. Ji milekîve berê çeteyên xwe yên hêzên Heşdî Şebî da wargehên Kurdistanê, ji mila din ve bi gef xwarin û şantajan tifaqa PDK û YNK’ê tune kir û nakokiyên di navbera wan de heyî kûr kir û mixabin wekî her carî bêtifaqiya civaka kurd careke din ji serkeftina xwe re kir bingeh. Lewre ji bo kurdan Qasim Silêmanî dijminê sûndxwarî yê kurd û Kurdistanê ye.

Yê ku were nîqaşkirin rêbaza kuştina Silêmanî ye

Bê guman, Qasim Silêmanî, berpirs û rêveberê stratejîya şerê asîmetrîk ê ku dewleta Îran li Iraqê, Yemenê, Lubnanê, Afganîstanê û Filîstînê dimeşîne. Ji bo parastina pergala dewleta xwe di nava gelek komkujî û gelek kiryarên derhiqûqî de cih girtiye û sûcên mezin kirine. Bêguman berpirs û gunehbarê herî mezin e. Li vir ya ku were nîqaşkirin ji sûcdarî û ne sûcdariya Qasim Sêlamî zêdetir, rê û rêbaza kuştina wî ye.

Dewleta Îranê û dewleta Tirk bi siûqastên der hiqûqûqî gelek serok û reberên kurd û muxalîfên xwe qetil kirin. Îsraîl, Rûsya û Amerîka demeke dirêje di qada navneteweyî de serkêşiya vî rêbaza kirêt dikin. Lê ya girîng van dewletan heta niha ev kiryarên xwe yên kirêt tu carî qebûl nedikirin û nedigirtin ser xwe.

Rêbaza kuştina Silêmanî mînakek nebixêr e

Li ber çavên cîhanê bi awayeke eşkere kuştina Qasim Silêmanî mînakeke gelek xerab û nebixêr e. Nirx, pîvan û hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin. Bi qasê ku ji bo Rojhilata Navîn gelek xeternak û metirsiyan di xwe de dihewîne bi ewqasî ji bo hiqûqa navneteweyî û ji bo pêşeroja civakan jî gelek xeternak û metirsiyan di xwe de dihewîne. Ev xeternak û metirsî herî zêde ji bo civakên bindest û beşên civakê yên muxalîf derdikevin pêş.

Belê şerê sêyemîn ê cîhanê roj bi roj kûrtir dibe û erdnîgariya Kurdistanê jî di navenda vî şerî de cih digre. Xeternak û metirsî herî zêde ji bo civaka kurd hene. Lewre herî zêde pêdiviya civaka kurd bi baldariyê heye. Pêdivî bi girtina bergîrên civakî yên pêwist heye. Rewşên kaotîk bi qasî ku di xwe de gelek xeternakan dihwînin bi ewqasî fersendan jî di xwe de dihewînin. Kî bi hêz be û di nava dsiplîna rêxistinî de tevbigere ji pêvajoyên kaotîk serkeftî derdikevin. Ev heqîqeteke diyalektîkê ye.

Çareserî neteweya demokratîk e

Ev heqîqet bi awayeke zelal ji me re wiha dibêje; Erdnîgariya Kurdistanê careke din bê hemdê kurdan dibe qada şerê hêzên hegomonan. Heke civaka kurd dawî li parçebûna xwe neyne û tifaqa xwe ya neteweyî pêk neyne dê careke din bi berdêlên herî giran re rû bir û bimîne. Dê careke din bi wêrankerî, talankerî û qirkirinan re rû bi rû bimîne. Heke civaka kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne û di nava tifaqa neteweyî de tevbigere dê karibe xwe û welatê xwe biparêze û destkeftiyên xwe zêde bike.

Bi mudaxaleya pergala kapitalîst 200 sale Rojhilata Navîn bûye gola xwînê. Diyare ku heta dawî li mudaxaleya pergala kapitalîst neyê dê herîkîna xwînê bi dawî nebe. Bi dawîbûna mudaxaleya pergala kapîtalîst jî bi avakirina neteweya demokratîk pêkane. Kurd bi tifaqa xwe ya neteweyî dikarin ji pêkhatina neteweya demokratîk re pêşengî bikin û dawî li hewldanên pergala kapîtalîst ên kirêt û xwînrêj bînin.

Kurt û kurmancî, jehr kuja modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.